HPG: Em şehîdên Botanê bi hurmet bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên ku 218'an şehîd bûbûn ragihand. HPG'ê got, ''Em ji bo xwe mîna peywirekê dibînin ku 6 hevrêyên xwe yên leheng ku li dijî operasyona dewleta Tirk a faşîst a li ser Qada Botanê bi rihekî fedayî têkoşîne, bi bîr bînin.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 6 gerîlayên ku par şehîd bûbûn daxuyanî da.
HPG'ê di daxuyaniyê de got:
''Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, bi têkoşîna bi pêşengiya şehîdan gelê me ji ber xilasbûnê rizgar kiriye û heta bi îro aniye. Gelê Kurdistanê ku di dîroka têkoşînê de ji bo azadiyê fedekariya mezin kirî, bi dastanên lehengiyê ku şehîdên me nivîsîne û bi hêza ku ji şehîdên me girtin, îro zêdetir nêzî azadiyê bûye.
Di vê têkoşîna bêhempa de, em ji bo xwe mîna peywirekê dibînin ku 6 hevrêyên xwe yên leheng ku li dijî operasyona dewleta Tirk a faşîst a li ser Qada Botanê bi rihekî fedayî têkoşîne, bi bîr bînin.
Ev hevrêyên me yên hêja ku her yekê jê neferên têkoşîna azadiya Kurdistanê ne, bêyî ku yek gavê bi paş de bimînin xwe dane ber her cure fedekariyê û têkoşiyane, bi lêhûrbûnên li ser pîvanên mîlîtanên Apogeriyê peywira ku ketî ser wan bi rengekî serkeftî bi cih anîne. Ev hevrêyên me yên hêja ku ji roja dest bi têkoşînê kirin, bi îdîaya ku bibin gerîlayên profesyonel xwe gihandin, ji bo vê kedeke mezin dane û gihane vê pîvanê û li çiyayên Botanê bi gerîlatiyê, ev hildane asta herî bilind, têkoşîna ku li dijî dijminê dagirker kirin, her dem wê wê ji hêla me hevrêyê wan ve werin bibîranîn û mînak werin dîtin. Bi asteke bilind xwedîderketina li çanda berxwedanê ku her ji şehîdên me bi nivîsandina dastana lehengiyê ji me re mîrate hiştine, jiyandina şehîdên me, peywira sereke ya me hevrêyên mayî û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ye.
Ji ber van windahiyên me, di serî de serê malbatên me yên şehîdan, serê hemû gelê me Kurdistanê yê welatparêz sax be, em soz didin ku alaya têkoşînê ya Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad ku şehîdên me ji me re hiştine bigihînin serkeftinê.''
Nasnameyê şehîdan wiha ye:


Nasnav: Rewşen Antep
Nav û paşnav: Rahşan Şen
Cihê dayikbûnê: Dîlok
Navê dayik û bav: Şîrîn-Alî
Cih û dîroka şahadetê: 7 Nîsan 2018 / Cûdî

***

Nasnav: Andok Urfa
Nav û paşnav: Alî Buyukertaş
Cihê dayikbûnê: Riha
Navê dayik û bav: Îslîm-Suleyman
Cih û dîroka şahadetê: 7 Nîsan 2018 / Cûdî

***

Nasnav: Berfîn Botan
Nav û paşnav: Vesîle Elînç
Cihê dayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Halîme - Adil
Cih û dîroka şahadetê: 7 Nîsan 2018 / Cûdî

***

Nasnav: Gabar Şervan
Nav û paşnav: Mahmut Kaydi
Cihê dayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Rahîme - Alî
Cih û dîroka şahadetê: 7 Nîsan 2018 / Cûdî

***

Nasnav: Gulbahar Maku
Nav û paşnav: Eylem Rasîkî
Cihê dayikbûnê: Maku
Navê dayik û bav: Esra-Alî
Cih û dîroka şahadetê: 7 Nîsan 2018 / Cûdî

***

Nasnav: Adil Axpik
Nav û paşnav: Kenan Koçlu
Cihê dayikbûnê: Bingol
Navê dayik û bav: Serfînaz - Hasan

Cih û dîroka şahadetê: 1 Tebax 2018 / Besta