HPG: Em li benda daxuyaniya PDK’ê ne

HPG’ê diyar kir ku koma gerîla ya ku li Xelîfanê agahî ji wan nagire koma di bin fermandariya Serwer Serhat e û got: “Carekî din bi raya giştî didin diyarkirin ku li benda daxuyaniya PDK’ê ne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Me berê bi ji bo gelê xwe û raya giştî ragihandibû ku 26’ê Tîrmehê têkiliya me ji komeke hevrêyên me yên li gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê qût bûye, me anîbû ziman ku li ser bûyerê li benda daxuyaniya PDK’ê ne.

Koma ku têkiliya me jê qût bûye, koma hevrê Serwer Serhat a di Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digire ye. Li gel hevrê Serwer hevrê Dijwar Berxwedan, Wargeş  Çirav û bi giştî komeke ji 3 hevrêyan  bi meşê derketine ser rê. Hevrê Serwer yek ji fermandarê herî bi ezmûn ê di pêvajoya berxwedanê ya li Bakurê Kurdisatnê ye. Dema ji bo ji bo erka xwe ya fermandariya Eyaletê ya nû hatibû erkdarkirin ji bo biçe Behdînanê, li derdorî Bêxme ya girêdayî Xelîfan ji aliyê me ve hate piştrastkirin ku êrîşî wan hatiye kirin. Lê li ser encamê êrîşê ti agahî nehatiye zelalkirin.

Li ser aqûbeta van hevrêyan heta niha ji aliyê PDK’ê ve ti agahdariyek nehatiye kirin. Di vê mijarê de carekî din bi raya giştî re parve dikin ku li bendê ne ku PDK daxuyaniyek bide.”