HPG: Em hevrêyên xwe Faraşîn, Rêzan û Ahmet bi rêzdarî bi bîr tîn

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê milîsên bi navê Rêzan Bulut û Ahmet Kara û gerîlaya YJA-Starê bi bîr anî.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê şehîdan wiha got:

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi dîroka berxwedaniya bêhempa bûye navê geşedana şoreşgerî ya birûmet a gelê Kurd. Geşedana vê dîroka birûmet a gav bi gav, bi fedekariya mezin a gelê Kurdistanê pêk hatiye. Bi hezaran şehîdên me yên qehreman, bi helwesta xwe ya milîtanî û hêza vînî ya qeyîm, bûne sonda siberoja azad û bûne sedem şer û jiyana me.

Gelê me yê Botanê ku xwedî rasteqîniyeke wiha ye, kedeke mezin, berdêla mezin di Têkoşîna Azadiya Kurd de daye, ji dema ku Tevgera me li Kurdistanê dest bi xebatên xwe kiriye, li dijî polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk a faşîst piştevanî li tevgera me kiriye û bi sedan şehîd dan. Li gel her cure êşkence, zext û polîtîkayên mişextkirinê yên dewleta Tirk zarên birûmet ên gelê Botanê ku gavekê jî ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd qut nebûne, her demê hem bi tevlûbûna çalak û hem jî bi rêveberina xebatên milîsî yên bi fedekarî di geşedana têkoşîna me de xwedî cihekî girîng e. Van roja ku em ketina sala 40’î ya PKK’ê, bêguman divê gelê me bizanibe ku ev mirovên me yên fedekar nayên jibîkirin û nirxên pîroz in.

MÎLÎSÊN ŞEHÎD: KARA Û BULUT

Weke gele mirovên dilêr û welatparêz milîsên me  Rêzan Bulut û Ahmet Kara jî di demên herî dijwar de jî ji têkoşînê qut nebûne û her demê li peywirên xwe xwedî derkeine. Her du milîsên me yên ku li jiyanake birûmet xwedî derketine, li dijî êrîşên dagirkeriya faşîzma TC’ê ya li ser Kurdistanê, ji bo desteka herî xurt bidin têkoşîna me, ji Mexmûrê ku jiyana penaberî lê dijiyan, çûne qada Botanê, xaka ku lê çêbûne. Ahmet Kara ê ku  li dijî êrîşên TC’ê ya faşîst ên bi ser gelê Kurd de li cem gerîla cihê xwe girtiye, mirin daye ber çavan û têkoşiyaye, li Kelê Memê 10’ê Cotmehê dema ku li ser peywirê bû ji kendalê ketiye û şehîd bûye.

Milîsê me yê berxwedêr ê bi navê Rêzan Bulut ku du xwîşk-birayên xwe û derdora nêz a malbatê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd dayî, di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirka mêtinger û faşîst a bi ser qada Bestayê de, 24’ê Cotmehê di êrîşeke hewayî de şehîd bûye.

FARAŞÎN ZAGROS

Hevala me Faraşîn Zagros di nav malbata me ya qedirbilind û welatparêz Atalay de hatiye dinyayê ku ji Bakurê Kurdistanê penaber bûne û neçar mane ku li kampa Mexmûrê bi cih bibin. Gelê me yê Mexmûrê, di têkoşîna PKK’ê de ku ketiye sala 40’î, bûye derbirîna herî berbiçav a berxwedanê û cihê xwe yê di têkoşîna azadiyê de her carê paratiye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi fedekariya malbatên me yên welatparêz, bi keda wan, her wiha bi şehîdên me û bi keda Rêber Apo heta niha hatiye. Her ked û berdêla ji bo azadiya gelê Kur ji hêla tevgera me ti caran wê neyê jibîrkirin.

Hevala me Faraşîn ku di nav van nirxên têkoşîna me de mezin bûye, her demê hîsên xwe yên azadiyê parastiye û di temenê xwe yê ciwan de tevlî nav refên me bûye. Hevala me Faraşîn ku dema hatî nav gerîla baş bi rastiya dijmin zanîbû, bi hêrs û tolhildaneke mezin tevlî nav refan bûye. Weke milîtana jina azad a Rêber Apo di nav YJA Starê de bûye berpirs û bi fedekarî tevlê bûye, li çiyayên Kurdistanê bandoreke kûr li wan hemû hevalan kiriye ku wê ew naskiribûn. Di şerê dijî dewleta TC’ê ya faşîst de ku dewletê hemû derfetên xwe seferber kirine û ketiye hewldana dagirkeriyê de qet dudilî nebûye û bi fedaî tevlê têkoşînê bûye. Di êrîşên hewayî yên TC’ê ya faşîst de, mehên pêşî yên sala 2017’an de hevala me Faraşîn şehîd bûye.

Di serî e malbatên hêja yên Atalay, Bulut û Kara em sersaxiyê didine hemû gelê xwe yê welatparêz, em careke dî sond dixwin ku em ê têkoşîna wan ku bi salan keda wê dane bi serfiraziyê tacîdar bikin, berxwedaniya wan geş bikin.

Agahiya sicîlê ya hevala me ya Faraşîn wiha ye;

Nasnav: Faraşîn Zagros
Nav û Paşnav: Dersim Atalay
Cihê Jidayikbûnê: Mexmûr
Navê Dayik - Bav: Hediye - Cengîz
Cih û Dîroka Şehadetê: 2017 / Herêmên Parstina Medya