HPG: Em hevrêyên xwe Adil, Andok û Şahîn bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 3 gerîlayên ku di 19'ê Mijdarê de di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê keda hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 19'ê Mijdara 2019'an de li qada gundê Şivesor ê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şerekî rû dabû. Hevrêyên me Adil, Andok û Şahîn ên heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin gihîştin asta şehadetê. Li gorî agahiyên ji vî şerî hatin wergirtin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Adil Cûdî

Nav paşnav: Hunsu Kaplan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Kûmrî-Salih

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2019'an / Cûdî

Nasnav: Andok Sara

Nav paşnav: Mahmût Taş

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Fatma-Emîn

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2019'an / Cûdî

Nasnav: Şahîn Gabar

Nav paşnav: Ferhat Sîdar

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Asiye-Suleyman

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2019'an / Cûdî

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa TC a faşîst mêtinger, hevrêyên me Adil, Andok û Şahîn tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn. Hevrêyên me li xaka ku lê ji dayik bûn û mezin bûn bi hişmendiya welatparêziyê mezin bûn û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo zû nas kirin. Hevrêyên me êşkence, mêtingerî û zexta dijmin a li dijî gelê Kurdistanê ti carî qebûl nekirin, nirxên xwe yên pîroz li her qada jiyanê parastin. Hevrêyên me yên hêja ku di jiyana xwe ya têkoşînê de bûn parêzvanên xeta milîtaniyê ya Apoyî, li her qada kar hewl dan wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk bînin. Hevrêyên me Adil, Andok û Şahîn li her devera ku lê man bûn moral û motîvasyon ji derdora xwe re û bûn milîtanên fedayî û her kêliya xwe bi rengekî watedar derbas kirin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Adil, Andok û Şahîn ên şehîd bûn, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê hemûyan re dixwazin û soz didin ku em ê keda hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin."