HPG: Em hevrêya xwe Ararat Zerzan bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê ragihand ku hevrêya wan Berîvan Onal (Ararat Zerzan) par ji ber birûskê şehîd bû û destnîşan kir ku Ararat Zerzan her kêliya xwe bi têkoşîneke destanî derbas kir û bû milîtaneke fedayî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayeke wan ji ber birûskê şehîd bûye.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Hevrêya me Ararat Zerzan 1'ê Îlona 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber birûskê şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Ararat Zerzan
Nasnav: Berîvan Onal
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Lale-Seyîthan
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Ararat li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û hîn di temenê ciwantiya xwe de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û îdeolojiya Rêber Apo nas kir. Hevrêya ma Ararat li nava civateke welatparêz mezin bû ku di têkoşîna azadiyê de berdêl da û li hemberî dijminê mêtinger ti carî serî netewand. Hevrêya me Ararat ku di dema xwendina zanîngehê de tevlî nava karên ciwanan bû û bi vî rengî dest bi têkoşîna çalak kir, ji bo ciwanên Kurd zane bibin û berê xwe bidin nava refên têkoşînê pêşengî kir. Dewleta Tirk a mêtinger gelek caran ew destgîr kir û bi vî rengî hewl da ji têkoşînê qut bike. Lê belê wê ti carî serî li ber zext û gefên dijmin netewand û her carê têkoşîna xwe dewam kir. Weke jineke Kurd a ciwan ku li metropolên dagirkeran lêgerîna xwe ya azadiyê xurt bû, teslîmî sîstema modernîst kapîtalîst nebû, bû xwedî sekneke xurt, bi tevlîbûneke gelekî têgihiştî têkoşiya, di her gava xwe de ya li nava refên têkoşînê hewl da li ser şopa Rêbertî bimeşe û bibe şopdarên Ronahî û Berîvanan.

HEVRÊ ARARAT HER KÊLIYA XWE BI TÊKOŞÎNA DESTANÎ BIHURANDIYE

Hevrêya me Ararat ku rastiya dewleta Tirk a qirker û modernîteya kapîtalîst dîtî, li dijî kirinên dewleta Tirk a faşîst û qirker bi helwesteke radîkal tevlî nav refên gerîla bûye. Piştî tevlêbûnê bi demeke kurt kesayat, hîs û ramanên xwe pir guherîne û bûye milîtaneke Rêbertî ya zîrek. Ji bo li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li dijî qirkirina li ser Kurdistnaê bibe bersiv û pûç bike bênavber têkoşiyaye. Hevrêya me Ararat di her karî de serkeftin daye ber xwe, bi peywirên cihê rabûye û bi serkeftineke mezin peywir û berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Her kêliya xwe kiriye têkoşîneke dastanî, bûye xwedî kesayata milîtaniya fedayî ya Rêber Apo. Bi asta ku di pîvana azadiya jinê de bi dest xistî, bi hevrêtiya xwe ya jidil, bi devlikengî û fedakariyê û gerîlatiya pispor bûye fermandara mînak a YJA-STAR'ê. Hevrê ya me Ararat bi helwesta xwe ya ku li ser xeta fedaîtî rêxistinî kirî, perwerdekirina hevrêyên xwe, geşkirina li ser xeta fedaîtî û kûrbûna li ser gerîlatiya profesyonel dayî ber xwe gelek hevrêyên me perwerde kirine. Hevrê Ararat ku hemû hevrêyên wê jê hez kirine û hurmet danê bi lêgerîneke xurt a li heqîqetê û tevlêbûneke bê hesb û kitêb bûye yek ji fermandara pêşeng a fedayî.

Serfirazkirina vê berxwedana pîroz ku şehîdên me yên leheng bi keda mezin û xwefedekirinê ji me re mîrat hiştin ûji bo pêkanîna xeyalên şehîdên me di her gavê de beza ber bi serfiraziyê wê bibe yekane armanca me.

Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya welatparêz a hevrêya me şehîd Ararat, em sersaxiyê didine tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz."