HPG: Em ê tola şehîdên xwe bistînin

HPG’ê şehîdên avaşînê bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û tola xwe bistînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên li Avaşînê şehîd bûne daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 1’ê Tîrmeha 2019’an de artêşa Tirk a dagirker êrîşeke hewayî biribû ser eyaleta Avaşînê. Di vê êrîşê de hevalên me Agir, Hozan, Mahîr û Senar şehîd bûne.

Di rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn de polîtîkayên hêzên mêtinger ên navneteweyî yên ji bo veguherandina Rojhilata Navîn ji aliyê gelên herêmê ve nayê qebûlkirin. Ev polîtîkayên wan ên li ser mêtingeriyê ji aliyê gelên Rojhilata Navîn hatiye fêmkirin û li hemberî dewletên ku van polîtîkayan dimeşînin jî bûye wekî bertekekê. Ev bertek tevî pirsgirêkên siyasî û aborî yên gelê me, ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêyên alternatîf jî bi xwe re aniye. Tekane rêya rizgarbûna ji pergala modernîteya kapîtalîst pergala Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ye ku PKK pêşengiya wê dike. Ev pergal bûye hêviya hemû gelên bindest. Li hemberî hêzên hegemon ên navneteweyî û jendirmeyên wan dewleta Tirk a dagirker, li Kurdistanê bi pêşengiya partiya me PKK’ê berxwedan tê kirin. Ev berxwedan hegemonyayê gav bi gav bi paş ve dibe û pergala azad û wekhev a gelan ava dike.

Vê berxwedana destanwerî û têkoşîna gav bi gav bi pêş ve diçe, bi berdêlên mezin pêk tê. Em ji dîroka xwe ya nêz dizanin ku armancên mezin bi dayîna berdêlên mezin dikarin pêk werin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi saya milîtanên xwe yên qehreman bûye keleheke xurt a azadiyê. Milîtanên wêrek ên Kurdistanê ji bo şikandina dagirkeriya li ser Kurdistanê û azadiya gelên Kurdistanê bi îrade û biryardariyeke mezin têdikoşin.”

HEVRÊ AGIR

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li gorî taktîkên xurt di sala 2020’an de jî Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de li gelek qadên Kurdistanê derbên xurt li artêşa Tirk a dagirker dane. Yek ji qada ku dijmin derbên xurt xwariye jî herêma Avaşînê ye. Fermandariya vê pêvajoya girîng ji aliyê hevrê Agir Gabar hatiye kirin. Bi çalakiyên li herêma Avaşînê re derbên xurt li artêşa Tirk hatiye xistin.

Hevrê Agir li herêma Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û girêdayî çanda qedîm e, bi nirxên civaka Kurdistanê mezin bûye û gerîlayên hêviya xeyalên azadiya gelê me nas kiriye. Hevrê Agir di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Agir di nav jiyana gerîlatiyê de di nava demeke kurt de felsefeya jiyanê ji xwe re kiriye bingeh. Hevrê Agir bi nasnameya xwe ya têkoşer a ku Şoreşa Kurdistanê dikare bi şer û tarzê jiyana gerîla dikare pêk were, bi perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî bûye yek ji fermandarekî gerîla yê serkeftî. Hevrê Agir nûbûn ji xwe re kiriye bingehe û di kesayetiya xwe de guhertinên mezin ava kiriye. Bi van guhertinan re bûye yek ji fermandarê me yê kesayetiya milîtanî ya Apoyî di kesayetiya xwe de ava kiriye. Hevrê Agir di warê leşkerî de kûr bûye , bawerî pê aniye ku wê dijmin bi taktîkên xurt ji Zagrosê were derxistin û di warê pratîk de ev tişt pêk aniye. Hevrê Agir ji bo ku bibe yek ji hevrêê baş ê Rêber Apo û şehîdan her dem di nav hewldanekê de bûye.

HEVRÊ HOZAN

Hevrê Hozan li herêma Dîwandere ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û bi çîrokên qehremaniyê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bûye. Hevrê Hozan li dijî faşîzma DAÎŞ’ê biryar daye ku têbikoşe û tevlî nav tevgera Apoyî bûye. Piştî ku tevlî nav têkoşînê bûye, îdeolojiya Rêber Apo ji kûr ve nas kiriye, wî eleqeyeke mezin nîşanî hunera leşkerî daye û ji bo ku bibe yek ji gerîlayê profesyonel her dem xwe perwerde kiriye. Hevrê Hozan li herêma Avaşînê peywirên girîng wergirtiye û ji bo ku bibe yek milîtanê layîqî gleê xwe, hemû peywirên xwe serkeftî pêk aniye.

HEVRÊ MAHÎR

Hevrêyê me Mahîr li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û gerîlayên pêşengê vê têkoşînê ji nêz ve nas kir. Tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo wî xewnên zarokatiyê bû. Dema ku ev daxwaza xwe pêk anî, zû hînî çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêyê me Mahîr dema ku tevlî nava refên gerîla bû bandora sîstema mêtinger ji ser xw eavêt û çand û exlaqa Apoyî di kesayetiya xwe de veguherand şoeşên girîng. Her wiha bi perwerdeya xwe ya li qada leşkerî bû gerîlayekîpispor, bi berpirsyarî û wezîfeyên demê bi awayekî çalak tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Mahîr bi derbên ku li dijmin xist, tola komkujiyên ku dewleta Tirk a mêtinger li gelê me kir, hilanî. Têkoşîna azadiyê bi dilnizmî û ji dil meşand û radestî şopdarên xwe kir. Bi kesayetiya milîtaniya Apoyî bû mînakek û tevlî karwanê nemiran bû.

HEVRÊ SENAR

Hevrêyê me Senar li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bû ku yek ji herêmên welatparêziya xurt e. Li nava malbateke ji taybetmendiyên neteweyî û çanda Kurd ji dayik bû. Di salên 1990'î de bi destanên serhildanên gel ên li herêma me mezin bû. Hevrê Senar di demekê de ku êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê û Rojava zêde bû, bi gaveke wijdanî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Senar ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bû xwedî sekn û pratîkeke li gorî pêvajoya dîrokî. Hevrêyê me Senar jî mîna 3 hevrêyên din li herêma me ya Avaşînê bû yek ji pêşengên pratîka Şerê Gel ê Şoreşgerî û bû lehengekî ku mohra xwe li dîrokê xist.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Agir, Hozan, Mahîr û Senar ku milîtanên leheng ên Şoreşa Kurdistanê ne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Agir Gabar
Nav paşnav: Huseyîn Çenga
Cihê jidayikbûnê: Serdeşt
Dayik-Bav: Rahman-Devlet
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2019 / Avaşîn

Nasnav. Mahîr Şervan
Nav paşnav: Mazlûm Abî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Navrez-Kasim
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2019 / Avaşîn

Nasnav: Senar Derîk
Nav paşnav. Çetîn Temel
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Mekiya-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2019 / Avaşîn

Nasnav: Hozan Serkeft
Nav paşnav: Adil Resûlî
Cihê jidayikbûnê: Dîwandere
Dayik-Bav: Xawer Hamîdî - Alî
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2019 / Avaşîn