NPG: Em ê tola şehîdên Şêladizê bistînin

Fermadariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî qetilkirina gerîlayê bi navê Demhat Zindan û sê welatparêzên li Şêladizê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê tola şehîdan bistînin.

Fermadariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî qetilkirina gerîlayê bi navê Demhat Zindan ê ku di 22’ê Adarê de ji ber êrîşa balefirên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû û ji bo sê welatparêzên li Şêladizê yên ku di 10’ê Nîsanê de bi balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hatibûn qetilkirin, daxuyanî da û diyar kir ku ew ê tola şehîdan bistînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftiyên gelê Kurd êrîşên hovane dike. Dewleta Tirk a dagirker di her firsendê de êrîşî gelê me û nirxên me dike û li gelek qadan hewl dide dagirkeriya xwe ya bidomîne. Herî dawîn jî xwest Başûrê Kurdistanê û qada Biradostê dagir bike.

Artêşa Tirk a dagirker bi çek û balefiran cî û warê sivîlan bomberdûman dike û gelê me qetil dike. Di 10’ê Nîsanê de li Şêladizê ya Amêdiyê artêşa Tirk a dagirker gundiyên sivîl bomberdûman kir û li vê derê 3 bira bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Birayên bi navê Remezan Mihemed, Mecîd Mihemed û Tahir Mihemed gundiyên vê herêmê ne û xwestine biçin gundên xwe.

Di heman demê de ji ber êrîşên balefirên Tirkiyeyê di 22’ê Adarê de hevalê me yê ji eşîra Rêkanî Demhat Zindan (Demhat Ahmet Rêkanî) jî nêzî vê herêmê şehîd bûbû.

Ne tesaduf e ku di van êrîşan de gelê me yê sivîl dibin hedef. Armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku gelê me ji Kurdistanê koç bike. Eşîra Rêkanî bi sedan sal in li ser vê axê dijîn. Ev mirovên me yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker gundên wan hatine valakirin, dixwazin vegerin gundê xwe. Lê ji ber van êrîşên artêşa Tirk a dagirker her cara ku dixwazin vegerin gundê xwe, qetlîam li ser wan tê kirin.

Divê li dijî van qetlîaman gelê Kurd her dem dengê xwe bilind bike û li hemberî qetlîaman bêdeng nemîne. Divê em bi têkoşîna xwe planên dijminan pûç bikin û heta ku em li her çar parçeyan azadiya gelê xwe bi cih bînin divê em li ber xwe bidin.

Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe Demhat Zindan û ji malbata welatparêzên bi navê Remezan Mihemed, Mecîd Mihemed û Tahir Mihemed re dixwazin. Heta ku em tola şehîdên xwe hilînin em ê têkoşîna xwe bidomînin û em vê soza xwe dubare dikin.”