HPG: Em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin

HPG a nasnameya 6 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûne eşkere kir got: “Soza xwe nû dikin ku em ê teqez hesreta şehîdên xwe yên leheng bi cih bînin.”

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:

“Li hember êrîşa dorfireh a dagirkeriyê ya Tirk TC’ê ya 23’yê Nîsana 2021’ê li deverên Zap, Avaşîn û Metîna hatiye destpêkirin, yek ji berxwedan herî dîrokî ya gerîla derketiye holê. Bi taybet berxwedana li Mamreşo ya bi pêşengtiya fermandarê nemir Serhat Giravî derket holê, pêl bi pêl belav her qadê bûye, ne tenê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bûye yek ji nimûneyên herî biheybet a dîroka berxwedana gelê Kurd. Hevrêyên me yên ji gava yekem a êrîşê destpêkir û vir ve lehengî û fedekariyên bê sînor raber kirin, têkoşîna me bê navber domandin, wê ji niha û şûnde jî bi domdarî darbe li dagirkeran bide.Vê berxwedanê meşa gelê ma ya ‘Rêbertiyek Azad, Kurdistanek Azad’ hê zêdetir ber bi serketinê ve bibe. Hevrêyên me yên bi navê Şerzan, Şervan, Bêrîtan, Dîren, Berxwedan û Mêrxaz ên hilgirên hêviyên serketinê di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de gihiştin şehadetê, di nava lehengên bê mirin ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cihê xwe yê rûmet girtine.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şerzan Qaşûrî
Nav û Paşnav: Şaban Ecer
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Kumru – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021

 ***

Nasnav: Şervan Birîndar
Nav û Paşnav: Nîhat Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dayikê-Bav: Perîşan – Abdullah
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021

 ***

Nasnav: Berîtan Ranya
Nav û Paşnav: Sevda Dûman
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Dîlber – Reşat
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021

 ***

Nasnav: Dîren Raman
Nav û Paşnav: Nûrdan Şarer
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Remziye – Ahmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12’ê Tîrmeha 2021

 ***

Nasnav: Berxwedan Nisêbîn
Nav û Paşnav: Abdulkadir Yîgît
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê-Bav: Melahat – Abdulkadir
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 12’ê Tîrmeha 2021

 ***

Nasnav: Mêrxas Nûjiyan
Nav û Paşnav: Kenan Kaçmaz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Rabîa – Îsmaîl
Dîroka Şehîdbûnê: 25’ê Gulana 2021

 

ŞERZAN QAŞÛRÎ

Hevrêyê me Şerzan li bajarê me yê Colemergê yê welatparêz jidayik bûye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê girseyî bûye û di dîrokê de li gel ku gelek êrîş li ser hatiye jî her carê pêşengî ji berxwedanan re kiriye. Hevrêyê me ku ji zaroktî ve gerîla nas kirî, her demê li pey wê xeyalê bû ku li çiyayên azad ên Kurdistanê gerîlatiyê bike.  Hevrêyê me Şerzan ku dîtî dewleta TC'ê ya faşîst siyaseta îmha û înkarê didomîne, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dipişve, ji têkoşînê dûr dixe, sala 2010'an tevlî nav refên gerîla dibe, xeta berxwedanê ya ciwanên Kurdistnaê, helwesta li dijî êrîşan her tim şanî dijmin daye. Hevrêyê me ku li nav refên gerîla zû geş bûyî, di qadên leşkerî û îdeolojîk de bûyî pispor, piştî ku li gelek qadan gerîlatiyê dike bi tecrûbeya xwe diçe qada Erziromê û demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dike. Weke fermandarê ciwan ê serdema nû hemû peywiran bi rengekî serkeftî bi cih tîne. Herî dawî li qada Avaşînê di her çalakiyê de cih girtiye ku di wan çalakiyan de derben girna li dagirkeran hatiye xistin û bûye yek ji mînaka kêmpeyda ya ruhê fedayî yê Apoyî. Bi rengekî serkeftî pêşengiya çalakiya êrîşa Pîramîtê ya li Avaşînê kiriye, ku ji hêla tevgera me ev çalakî hatiye pîrozkirin. Şerê eraziyê ku bi pêşengiya hevrê Şerzan Qaşûrî li Avaşînê gur bûyî encamên mezin bi xwe re aniye û û gelek tecrûbeyên tije ders bi dest hevrêyên xwe ve aniye.

ŞERVAN BIRÎNDAR

Hevrêyê me Şervan li nav malbateke wiha ku  ji ber siyaseta îmha û înkarê ya TC'ê ya mêtinger a li ser gelê me bêgav mayî ji Sêrtê koçî Mêrsînê bike, li nav malbateke welatparêz û hêja ku ji malbatê gelek kes tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, jidayik bûye. Li gel hemû hewldanên dewleta TC'ê ya mêtinger ku gelê Kurd ji xaka Kurdistanê ya dêrîn qut bike û asîmîle bike hevrêyê me Şervan rêza koçertiyê ku malbatê qet bernedayî, ruhê wê yê têkoşer di şexsê xwe de zindî hiştiye. Hevrêyê me piştî ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike bi demeke kurt bê dudilî tevlî nav xebatan dibe,  dema ku xebatên ciwanan dikir ji hêla dijmin ve tê girtin û dikeve zindanê. Hevrêyê me dema li zindanê ji têkoşîna xwe nehatiye xwarê û piştî ku ji zindanê dertê sala 2010'an tevlî nav refên gerîla dibe û li çiyayên azad û biheybet ên Kurdistanê gerîlatiyê dike. Hevrêyê me Şervan bi kesayata xwe ya dilnizm û kedkar li nav dilê hevrêyên xwe cihekî ku neyê jibîrkirin vekiriye. Hevrêyê me tim li xwe zêde kiriye û li ser xeta Gerîlayê Modernîteya Demokratîk bilez bûye fermandar, di jiyan û şer de peywirên ku ketî ser milê wî bi rengekî serkeftî bi cih bîne. 23'yê Nîsana 2021'an li dijî operasyona dagirker a dewleta TC'ê ya dagirker rahişiye çeka xwe û heta gava ku şehîd bûyî bêyî west û rawest li ber xwe daye û derbên giran li dijmin daye. Nirxên ku bi keda xwe afirandî her demê wê li nav têkoşîna me hebin û bibe haveyna Kurdistana Azad a ku wê were avakirin.

BERÎTAN RANYA

Hevrêya me Berîtan li Wanê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hê zû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dişopîne û nas dike, li Wanê dema ku zanîngehê dixwîne tevlî nav xebatên ciwana dibe û li djî hişmendiya dewleta mêtinger gaveke xwe bi pêş ve dibe. Dema ku xebatên ciwanan dikir tim li nav gel bû û hijmatkariyeke mezin çêdike, dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava dest pê dike li djî êrîşên îmhayê tevlî nav reên gerîla dibe. Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê hatin ser Şengalê diçe Şengalê, di nav wê koma gerîla de ye ku gelê me ji êrîşên çeteyan diparêze, weke jineke ciwan a Kurd li eniyên pêş ên berxwedanê pêşengiyê dike. Hevrêya me li felsefeya Apoyî hûr bûye, Îdeolojiya Azadiya Jinê serîrandiye û bûye xwedî firazeyeke baş e. Hevrêya me, dirûşmeya ''ez ê qet baweriya Rêbertî ya li jina Kurd pûç nekim'' ji xwe re kiriye felsefe û heta kêliya dawî li ser vê gotinê maye. Herî dawî li qada Zapê ji roja pêşî ve operasyona dagirker dest pê kirî weke milîtaneke Apoyî ya ciwan bi lehengî li ber xwe daye û li dijî dagirkeran di çalakiyan de bi rola pêşeng rabûye. Li dijî êrîşên dagirker weke milîtaneke biryardar a YJA Starê alaya ku wê bilind kirî her demê li Kurdistana azad wê li ba bibe.

DÎREN RAMAN

Hevrêya me Dîren li Amedê hatiye dinê û lê mezin bûye ku Amed rastiya gelê milîtan  a Tevgera Azadiyê pir xweş nîşan dide. Li dijî êrîşên hişmendiya zilamsalar têkoşiyaye, rastiya ku xilasî encex bi civakîbûna felsefeya Apoyî dibe, fêhm kiriye.  Ji bo Rêber Apo ku dibêje, jin hîmê civakîbûnê ye û civak encex bi azadbûna hemû jinan dikare azad bibe, fêm bike pir hewl danye. Hevrêya me Dîren bûye qedroyeke dilêr û fedayî ya Îdeolojiya Jina Azad û milîtaniya PAJK'ê. Bi ruhê yekîtiya netewî li dijî êrîşên çeteyên dagirker çûye Kerkûkê û li dijî êrîşên li ser gelê me li ber xwe daye, piştî ku bi hevrêyên xwe re peywira xwe bi rengekî serkeftî bi cih tîne dîsa berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê, li dijî dewleta TC'ê ya dagirker têkoşîneke mezin dide. Tecrûbeya gerîlatiyê ku li Amedê bi dest dixe di pratîka Zapê de bi rengekî serkeftî nîşan dide, pêşengiyê li hevrêtiyê û jiyanê dike, nasnameya Jina Azad a Kurd bi şanazî hildigire û bi têkoşîna xwe bûye yek ji mînaka bijare ya nasnameya jina azad ku îdeolojiya Apoyî ava kirî.

BERXWEDAN NISÊBÎN

Hevrêyê me Berxwedan li bajarê serhildanan Nisêbînê li nav derdoreke welatparêz mezin bûye. Hevrêyê me ji nav malbateke hêja tê ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîdên xwe hene, li qadên cuda ku lê dima bi pratîkên serkeftî her demê bûye mîlîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Berxwedan aliyê xwe yê leşkerî li pêş bû, tim li xwe zêde dikir û hêz dida derdora ku lê dima, li gorî hewcehiyên serdema nû zû xwe diguherand, şer geş dikir û pêşengî dikir. Têkiliyeke geş a hevrêtiyê daniye, hezkirinya hevrêtiyê nîşan daye, di jiyan û şer de li nav hevrêyên xwe bi tiliyan hatiye nîşandan. Dema operasyona dagirkeriyê hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di çalakiyan de nîşan daye, di çalakiyên diji dijmin de, peywirên ku dayî ser milê xwe bi rengekî serkeftî bi cih aniye. Bi kesayata xwe ya kedkar bêyî ku bibêje ev biçû kû mezin e bi dirûşmeya serkeftina teqez nêzîkatî lê kiriye, ji bo ku felsefeya Rêber Apo li hemû qadên jiyanê serwer bike her demê têkoşiyaye. Hevrêyê me Berxwedan bi rihê xwe yê milîtanî her demê wê di berxwedana gerîla de hebe û ji bo hevrêyên xwe bibe kana hêza mezin.

MÊRXAS NÛJIYAN

Hevrêyê me Mêrxas li Colemergê ya Welatparêz çêbûye, li nav malbat û derdoreke welatparêz mezin bûye. Dema ku Zanîngeha Colemergê dixwend tevlî nav xebatên ciwanan bûye, têkoşînê ji nêz ve nas dike û 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me ferzkirina pişaftinê û li xwe xerîbûnê ya dewleta TC'ê ya mêtinger a li ser ciwanên Kurdistanê red kiriye, li ser xeta ciwanên Kurd ên Azad rawestiyaye, bi tevlîbûna xwe ya li nav gerîla rê û şêwaza têkoşînê şanî ciwanên Kurdistanê daye. Ji dem ku tevlê bûyî li çiyayên Zagrosan ku lê gerîlatî kirî, bûye gerîlayekî pispor û heta roja ku şehîd bûyî bê dudilyekê bûye xwedî helwesta milîtanî. Hevrêyê me di çalakiyên dijî êrîşên dagirker de bi rola pêşeng rabûye, bi meşa xwe ya li ser xeta fedayî her demê bûye milîtanekî mînak. Hevrêyê me Mêrxas di êrîşan de ya li ser xaka gelê me ku bi hezaran sal in lê dijî, singa xwe kiriye sîper, bîranîna hevrêyê me Mêrxas di têkoşîna xeta serfiraziyê ya hevrêyên xwe de heta hetayê wê bijî.

Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Şervan, Şervan, Bêrîtan, Dîren, Berxwedan û Mêrxas ku pêşengiya Pênava Şoreşgera Bazên Zagrosê kirine,  ku ev pêngav bûye navê hêrsa bi sedan salan a li dijî mêtingeriyê û êrîşên dagirker ên li ser gelê me, her wiha bûye navê hêviya gelê me ya ji bo azadiyê, em sersaxiyê didin hemû gelê me yê Kurdistanê ku ji bo azadiyê li ber xwe dide. Em sond dixwin ku bîrîkirina şehîdên me yên leheng bi cih bînin.''