HPG’ê têkildarî ‘kirinên kontrayî’ daxuyanî û hişyarî da

Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê li hemberî ‘kirinên kontrayî’ yên li herêmê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ya ku ji aliyê Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê hate kirin, derbarê yekîneyên kontrayê yên dewleta Tirk agahî hatin dayîn.

HPG’ê navê hin gundan jî da û cerdevanên li vir hişyar kir.

Daxuyaniya Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê wisa ye:

“Artêşa Tirk a dagirker a ku di serî de Tendurek li herêma Serhedê nikare ji operasyonên xwe yên dagirkeriyê encaman werbigire, ji bo ku gel bera ber hev dibe û derbeyan li gerîlayên me bixin, cerdevaniyê bi pêş ve dibe. Di heman demê de ji gelên din mirovan tînin herêmê û wan wekî leşkerên dewşirme bi kar tînin. Li hemberî gundên Geliyê Zilan ê ku di bîra Kurdan de bi qasî berxwedana Kurdan bi qetlîama dijmin jî şop hiştiye, pêkutiyeke sîstematîk tê kirin û ambargo tê pêkanîn.

Gundên gelek cerdevan û kontra hene yên ku bi zanebûn an jî bi nezanî bûne amûrên dewletê, berê ji aliyê hêzên me hatine hişyarkirin û hatibû diyarkirin ku bila beşdarî operasyonên dagirkeriyê nebin û kirinên xwe yên kontrayî bidin sekinandin.

Em careke din dixwazin cerdevan û kontrayan hişyar bikin ên ku pêşengiyê ji operasyonên dijmin re dikin, ji dêvila leşkeran cihên kontrolê li ser rêyan amade dikin û pêkutiyê li gelê me yê welatparêz dikin.

Gundên Pira Erdê, Serêgola Jêrîn, Serêgola Jorîn, Gulîzerk, Şêx Haydar, Nanparêz, Avasor, Sariksû û Kevirê Şamyan ên Ebexê ya Wanê,

Gundê Hara yê Erdîşê ya Wanê,

Gundên Zorava, Gurcubûlak, Karakent ên Bazîdê ya Agiriyê."

Gundên Ketê, Zeynela, Tûjîpazar û Girêdêm ên Gihadînê ya Agiriyê di serî de, gundên cerdevanan ên li herêmê me ji xwe re nekirine armanc û me her dem hewl da em wan hişyar bikin.

Em dixwazin careke din dubare bikin ku divê cerdevan û kontrayên gundên li jor li hemberî gel û hêzên me dev ji kirinên xwe yên kontrayî berdin.

Heke pêkutiya sîstematîk, ambargo û lîstikên qirêj bidome em didin diyarkirin ku em ê bersivê bidin van êrîşan."