HPG’ê têkildarî çalakiyên li Çelê daxuyanî da

Gerîlayên HPG/YJA-Star li Çelê li dijî leşkerên Tirk bi çekên giran çalakî lidar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla yên li Çelê lidar xistine daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

"12’ê Adarê saet di navbera 10:00 heta 15:00- 15:30’an de gerîlayên me bi hewanan bi awayekî xurt li konteynir û çeperên leşkerên TC'ê xistin, ku li Girê Koordîne yê li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bûn. Di vê çalakiyê de têkildarî jimara kuştî û birîndarê TC agahiyê zelal nehate bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk devera Cîloyê Biçûk bi obus û hewanan ketober bomberdûman kir.

11’ê Adarê saet di 10:00’an de gerîlayên me bi çekên giran li wesayîtên ku li Girê Şehîd Colemêrg ê li ser sînorê navçeya Çelê yê Colemêrgê ku xebatên çêkirina rê dikirin, xistin. Piştî çalakiyê leşkeran wesayîtên kar be cih hêlan û reviyan."