HPG’ê têkildarî çalakiyên li Agirî û Amedê daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona li Amedê û çalakiyên hêzên gerîlayan daxuyanî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona li Amedê û çalakiyên hêzên gerîlayan daxuyanî da.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku li Agiriyê 10 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de nasnameya 5 gerîlayên ku li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane jî hate eşkerekirin.
Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wisa ye:
LI AMEDÊ OPERASYON Û ÇALAKÎ
Di 27’ê Tîrmehê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li gundê Şageldî yê Hezroya Amedê û geliyê Berbûş, li derdora gundên Reşanê û Zilek ên Farqînê ya bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de leşkerên dijmin hin gundiyên Reşanê xistine binçavan. Operasyon di 28’ê Tîrmehê saet di 19.00’an de bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.
Artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di 29’ê Tîrmehê de li qadên Navsera Kûrîs û Mêrgelo ya herêma Şehîd Cûma ya Bîtlîsê bi piştgiriya yekîneyên veşartî operasyonek daye despêkirin. Di heman rojê de hêzên dagirker di saet 12.00’an de û di 30’ê Tîrmehê di destê sibehê de bi obus û hawanan li qada operasyonê dane. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ketiye.
Di 31’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
LI AGIRIYÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me wesayîteke ku tê de tîmên taybet û îstîhbaratvan tê de bûne, xistine bin kontrola xwe. Hêzên me di 30’ê Tîrmehê de di saet 18.00’an de di navbera gundên Kulê û Demîrkapiyê yên bi ser Bazîdê Agiriyê ev wesayît kirine hedef. Gerîlayên me wesayît dane sekinandin û bang li dijmin kirine ku “teslîm bibin.” Dema ku wesayîtê xwestiye bireve hêzên me li wesayîtê dane. Di dema çalakiyê de yekîneyeke taybet jî xwestiye li hêzên me bide lê hêzên me li vê yekîneyê jî dane û vê yekîneyê dev ji kozikên xwe berdane û reviyane. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi piştgiriya balefirên şer, leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi şev ji qadê derxistine.
Kesekî bi navê Seyît Aydemîr ê ku bi artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker re dixebite û di şehadeta gerîlayên me de tiliya wî heye di 27’ê Tîrmehê saet di 19.00’an de li qada Tendûrekê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Di 31’ê Tîrmehê de saet di 13.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qadên Gundê Filleha û Cîloya Biçûk a Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.
NASNAMEYA 5 GERÎLAYÊN KU LI ŞIRNEXÊ JIYANA XWE JI DEST DANE
Di daxuyaniya xwe ya di 15’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku, di 2’ê Tîrmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi piştgiriya balefirên şer û balefirên keşfê li gundê Hedilê û mezraya Simo ya Hezexê ya bi ser Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de hêzên me derbên giran li dijmin dane û 5 hevrêyên me piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne;
Nasnav: Cemal Serhat |
Nasnav: Hogir Botan |
Nasnav: Rojhat |
Nasnav: Sînan Tolhildan |
Nasnav: Ziya Çiyager |