HPG’ê şehîdên Xakurkê bi bîr anî

HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Hevrêyên me weke mîlîtanên ku ji hemû ciwanên Kurdistanê re bibin mînak, di dîroka me ya azadiyê de cihê xwe girtin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Dijmin 24’ê Tebaxa 2023’an êrîşî herêma Xakurkê kir, di vê êrîşê de hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar şehîd bûn.

Hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya gelê me di nava refên PKK’ê de hatin ba hev û bi zanebûneke zêde ya neteweyî, têkoşîn meşandin. Hevrêyên me nûneriya gelê me kirin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, hevrêyên me Rizgar ku bi Dimilkî diaxivî, Gernas ku bi Kurmancî diaxivî û Hêjar ku bi soranî diaxivî li ser bingehê ruh û fikrekî hevpar ji bo azadiya gelê me bi hev re têkoşiyan. Hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar her kêliya xwe ji bo mezinkirina têkoşînê bêyî rawestan, bi ked dayînê û bi afirandinê derbas kirin. Weke mîlîtanên ku ji hemû ciwanên Kurdistanê re bibin mînak, di dîroka me ya azadiyê de cihê xwe girtin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bi geşkirina têkoşînê bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Rizgar Siwar
Nav û Paşnav: Yadîn Bûlût
Cihê Jidayikbûnê: Xarpêt
Navê Dayik – Bav: Hatîce – Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê

Nasnav: Gernas Qendîl
Nav û Paşnav: Kawa Mamo
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê Dayik – Bav: Sacîde – Ahmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê

Nasnav: Hêjar Bêkes
Nav û Paşnav: Sîrûs Rasteqîz
Cihê Jidayikbûnê: Tîkab
Navê Dayik – Bav: Amîne – Tofîq
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê

 

RIZGAR SIWAR

Xarpêt ku welatparêziya bi kok lê serwer e, bû yek ji qadên ku Tevgera Apoyî ewilî lê pêş ketî û bûyî girseyî. Tevgera me nasnameya xwe ya bîrdozî di salên 70’î de ava kir. Di wan salan de ji Xarpêtê gelek şoreşger beşdarî Tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo hatî pêşxistin, bûn. Bi vî rengî bûn mîmarê pêvajoyeke dîrokî. Her çendî ku dewleta Tirk a qirker, bi polîtîkayên taybet hewl dabe, gelê me yê Xarpêtê asîmîle bike û ji cewherê wê qut bike, gelê me li hemberî van polîtîkayên dijmin serî netewand û refên berxwedanê hilbijart. Gelek şoreşgerên hêja yên ji Xarpêtê, hîna di salên destpêkê yên Tevgera me de bi baweriyeke mezin têkoşiyan û li dijî êrîşên dijmin bêyî teredut şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. Di demên piştre de, jin û mêr ji gelê me yê Xarpêtê beşdarî nava refên têkoşînê bûn û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtin.

Hevrêyê me Rizgar jî di nava malbateke ji eşîra Xeylan a welatparêz de, hat dinê û bi guhdarkirna kevneşopiya şoreşgeriyê ya li Xarpêtê mezin bû. Hevrêyê me di nava civata gund a xwezayî de mezin bû û hîna di temenê biçûkahiyê de derfet dît ku gerîlayên Kurdistanê nas bike. Tevlîbûna birayî wî yê mezin hevrêyê me Şehîd Rizgar (Emîn Bûlût) ku li heman herêmê gerîlatî kir, bû sedem ku hevrêyê me hîna di temenê biçûkahiyê de bibe heyranê gerîla. Birayî wî sala 1992’an şehîd bû, ev yek dibe sedem ku hevrêyê me Rizgar bibe xwedî hêrseke mezin. Ji wê rojê û şûn de hevrêyê me dibe xwedî hêrs ku tola birayê xwe, hilîne û biryar da ku rojekê beşdarî nava refên gerîla bibe. Lewma ev armanc û xeyalê xwe kir hemû bingehê jiyana xwe. Ji ber vê yekê hevrêyê me Rizgar qebûl nekir ku li dibistanên dewleta Tirk bixwîne û bi çanda xwe ya cewherî mezin bû. Tevî hemû êrîşên dijmin ên li ser Dimilkî ku lehçeyekî orjînal û herî kevin ê Kurdî ye, zimanê xwe parast û bi vî rengî bersiva herî baş da dijmin. Hevrêyê me tevahî jiyana xwe li gundê ku lê ji dayik bû, derbas kir û ji bo debara malbata xwe tevlêkarî kir. Hem karê çandiniyê kir û hem jî şivanî kir. Bi vî rengî ji bo malbata xwe kedên mezin da. Ji ber fedakarî û kesayeta xwe ya dirûst, ji aliyê malbat û derdora xwe ve hat hezkirin û nirx jê re hat dayîn. Hevrêyê me dema ku şivanî dikir, timî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê didît û her tim diyar dikir ku ew dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe. Lê ji ber ku li ser navê gerîla gelek xebatên girîng meşand, di her carê de ev xwesteka wî hate taloqkirin. Di sala 2015’an de ku dewleta Tirk a qirker ji bo qirkirina gelê me dest bi êrîşan kir, hevrêyê me Rizgar armanca xwe ya zarokatiyê vê carê pêk anî, berê xwe çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.

Bi vî rengî hevrêyê me Rizgar hem navê xwe birayê xwe girt û hem jî çeka wî rakir û ji dilsoziya bi rastiya şehadetê re bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Xakurkê dît û bi perwerdeyên ku standî hîn zêdetir xwe nas kir. Hevrêyê me Rizgar bi taybetî bi eleqeyek mezin nêzî dîroka Partiyê û Kurdistanê dibû. Bi van perwerdeyan bi boneya rastiya gel û rastiya xwe derxist zanebûnê. Her çendî ku civata xwezayî ya gund de mezin bibe jî, ji bo ku xwe ji bandora sîstemê biparêze bi hêrseke mezin têkoşiya. Hingî ku di têkoşîna xwe de serkeftî bû, hevrêyê me hîn zêdetir hîs kir ku azad dibe. Têkoşîna xwe her tim domand û bû mîlîtanekî Apoyî yê pispor. Hevrêyê me carekê jî ji hişê xwe dernexist ku têkoşîna gerîla ji bo gelê me ewlehiya herî bingehîn e. Ji bo ku xwe di taktîkên gerîla de pêş bixe, bû xwedî hewldanekî mezin. Tecrubeyên bi salan ji hevrêyên xwe girt. Di asta akademîk de jî xwe pêşxist û bû gerîlayekî pispor û profesyonel. Hevrêyê me Rizgar tevî ku hîna saleke wî di nava gerîla de temam nebûbû, beşdarî nava xebatên ku îrade, dilsozî û disîplîn dixwest, bû; hem bi sekna xwe ya jiyanî û hem jî tevlîbûna xwe ya bêyî teredut baweriya hevalên xwe vale dernexist. Hevrêyê me di xebatên ku di nav de cih girtî de, her roja ku derbasbûyî xwe pêş xist; bi taybetmendiyên xwe yên bi înîsiyatîf û xebatkar derket pêş. Hevrêyê me hîna di biçûkahiyê de têgeha kedê fêm kiribû, ev taybetmendiya xwe di nava refên gerîla de derxist asteke hîn bi zanetir û kir ku nirxên girîng ava bibin. Hevrêyê me Rizgar xwest li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek qadên li welatê me bibe bersiv û bi vê armancê xwest di çeperên berxwedanê de cih bigire, ji bo vê yekê xwe di qada leşkerî, bîrdozî de timî amade kir. Hevrêyê me xwest kêlî bi kêlî bi têkoşîn û lêhêrbûnê ji wezîfeyên demê re bibe bersiv û bi vê sekna xwe ji hevrêyên xwe yên li derdor re bû mînak.

Hevrêyê me Rizgar hemû jiyana xwe ya gerîlatiyê li herêma Xakurkê meşand. Her patîka, teht û zinarên li vir di dilê xwe de xêz kir. Hevrêyê me Rizgar her lûtkeya çiya, gelî û avên diherikin ji xwe re kir hevrê. Hîs kir ku li van deran bîranînên bi dehan şehîdên me veşartî ne. Lewma li herêma Xakurkê ku bi eşqekî mezin girêdayî wir e, heta roja şehîd bûyî bû xwedî têkoşîneke fedekarî û watebarkirî. Hevrêyê me Rizgar bi dilnizmî, kedkar û girêdana xwe ya bi çanda Kurd re dihat naskirin. Bi van taybetmendiyên xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Weke hevalên wî yên têkoşînê, em car din soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Rizgar di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

GERNAS QENDÎL

Hevrêyê me Gernas li bajarê Dirbesiyê yê Rojava ku bi şoreşa xwe li hemû cîhanê deng veda, hat dinê. Rêber Apo ku sala 1979’an derbasî Rojava bû û pêvajoya ku bi Şoreşa Azadiya Rojava re şênber bûyî da destpêkirinî, bi gelê me yê Rojava re têkîliyên xurt ava kir. Gelê me yê ku tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, tevî hemû zextan ji têkoşînê gav paşde neavêt û her tim di nava berxwedanê de cih girt. Hevrêyê me Gernas di nava malbatek welatparêz de mezin bû ku di demên destpêkê yên berxwedanê de partiya me PKK nas kir, pê re mezin bû û bi çanda wê ya berxwedanê re şikil girt. Derdora wî tevî hemû êrîşên sîstema kapîtalîst, bi saya têkîliyên xwe yên civakî yên xurt karî nasnameya xwe ya cewherî biparêze. Hevrêyê me di derdoreke bi vî rengî de mezin bû û vê yekê bandorên mezin li ser kesayeta wî kir. Hevrêyê me Gernas di temenekî zû de şahidî kir ku her parçeyekî xaka Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ye û gelê me di bin êrîşên mêtingeriyê de êşên mezin dikişîne. Hevrêyê me bû xwedî kesayeteke têkoşer. Ji ber ku malbata wî ya welatparêz û derdora wî ji demên destpêkê û vir ve di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de cih digire, hevrêyê me xeta Rêber Apo û partiya me PKK’ê ji nêz ve nas dike û bi hemû dilê xwe bawer kir ku azadiya gelê me wê bi têkoşîna PKK’ê pêk were.

Gelê me bi Şoreşa Azadiya Rojava re ku 19’ê Tîrmeha 2012’an pêk hat, bi îradeya xwe ya azad li ser xeta Rêber Apo dest bi avakirina jiyaneke nû kir. Hevrêyê me Gernas ji destpêkê ve tevlî têkoşîna gelê me dibe û di nava refên şoreşê de cihê xwe li herî pêş digire. Li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê tevlî nava refên berxwedanê dibe û bû yek ji hevrêyên me yê ku di serkeftinê de bûye xwedî ked. Hevrêyê me di nava têkoşînê de dipije û rastiya Kurdistanê û dijmin hîn nêztir nas dike. Hevrêyê me bawer kir ku azadiya gelê me, wê bi berxwedana li çiyayên Kurdistanê pêk were û piştî Şoreşa Azadiya Rojava sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ku ji zarokatiyê ve bi çîrokên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezin bû, bi daxwazeke mezin tevlî nava refên gerîla bû û di yekbûna bi jiyana gerîla ya pîroz re zehmetî nekişand. Hevrêyê me Gernas bi bandora sadebûna gerîla û jiyana di nava xwezayê de bi dilxwaziyeke mezin bi jiyana gerîla ve hate girêdan. Ji aliyekî ve tecrûbeya şer ji hevrêyên xwe wergirt, li aliyê din jî taktîkên gerîla yên serdema nû hîn bû û ji xwe re kir esas ku di van taktîkan de bibe pispor. Hevrêyê me perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand, di serî de taktîka sûîqestê di gelek taktîkên gerîla de bû pispor, derbasî herêma Xakurkê bû û dest bi pratîka destpêkê ya gerîla kir. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk û bi coş di demeke kurt de bi hevrêyên xwe re bû yek, bi taybetmendiyên xwe yên pratîkî û kedkarî li pêş bû. Ti carî xwe têrker nedît, her tim xwe bêhtir kûr kir ku ev yek bû çavkaniya bingehîn a pêşketina wî. Hevrêyê me Gernas li her dever û cihê ku pêwîstî pê hebû amade bû, ji bo wezîfeyên partiya me bi serketî bi cih bîne, her tim kete nava hewldanên berfireh. Li her qadê pratîkeke serketî nîşan da, tecrûbeyên xwe xurt kir û ji bo paşerojê bû hêviyeke mezin. Kûrbûna li ser Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo ku bû hêvî ji tevahiya mirovahiyê re, armanca bingehîn a hevrêyê me Gernas bû. Her tim di nava kûrbûnê de bû, li gel pêşketina xwe her wiha hevrêyên xwe jî bi pêş ve dibir û bi vî rengî bû xwedî tevlîbûneke milîtanî.

Ji bo têkoşîna paşeroja azad a gelê me bigihîne serketinê bi biryardarî û îradeyeke mezin bi hemû hêza xwe kar kir, bi pratîka xwe bû bersiv ji pêvajoyê re. Hevrêyê me Gernas hem ji aliyê leşkerî hem jî li qada îdeolojîk xwe kûr kir, bû xwedî pêşketineke hevgirtî û li ser şopa fedaiyên me yên nemir tevlîbûneke xurt pêk anî. Bi tempoya xwe ya tevlîbûnê ya xurt bilindkirina jiyan û hevrêtiya PKK'ê ya pîroz ji xwe re kir esas, ji bo bibe milîtanekî hêjayî Rêber Apo bê rawestan ked da. Bi rêbaza xwe ya gerîlatiya şareza tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dagirkeran xist û bala serketinê her bilind kir.

HÊJAR BÊKES

Hevrêyê me Hêjar li bajarê Tîkab ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû ku her tim li dijî dagirkeran li ber xwe da. Li Rojhilatê Kurdistanê ku berxwedana li dijî zilmê bûye kevneşopiyek û digihêje nifşên nû, hevrêyê me H êjar li nava têkoşîna gelê me mezin bû, têkiliyên civakî yên Kurdistanî yên xeranebûyî di kesayetiya xwe de şênber kir. Hevrêyê me ji ber ku ji malbateke bi keda xwe debara xwe dikir û zor û zehmetiyên madî dikişand mezin bû, bi rastiya kedê mezin bû. Hevrêyê me bi kedê tevkariya madî li malbata xwe kir, li hemberî polîtîkayên li derveyî mirovahiyê yên mêtingeran ên li dijî gelê me, her tim helwesteke xurt nîşan da û li gorî derfetên xwe têkoşiya, xwe perwerde kir. Hevrêyê me Hêjar berxwedana gerîla ya efsaneyî ji nêz ve şopand û bala xwe çû ser felsefeya Rêber Apo û berxwedana PKK'ê. Hevrêyê me di encama daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê û lêgerîna li têkoşînê tevlî nava refên partiyê bû. Hevrêyê me Hêjar xwest bersivê bide hêviya azadiyê ya gelê me û êşên ku gelê me dikişîne. Lewma di sala 2016'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me tevlî nava gerîla bû ku xeyalê wî yê zarokatiyê yê li çiyayên Kurdistanê bû, bi kesayetiya xwe ya ji dil û durust di demeke kurt de bi hevrêyên xwe re bû yek û tevlî nava jiyana pîroz a PKK'ê bû. Hevrêyê me Hêjar ku bi dilsoziya bi ziman, çand û kevneşopiya xwe mezin bû, cewhera xwe ya xeranebûyî li nava refên PKK'ê hîn bêhtir kûr kir, xwe bi çand û exlaqa PKK'ê xemiland. Hevrêyê me ku ruhê yekîtiya neteweyî pê re gelekî xurt bû, azadkirina xaka Kurdistanê ya pîroz a ku ji aliyê dagirkeran ve hate parçekirin, ji xwe re kir armanca bingehîn. Di demekê de ku êrîşên qirkirinê yên dewletên dagirker ên li ser gelê me gelekî giran bû, hevrêyê me tevlî nava refên têkoşînê bû û bi biryardariyeke mezin beşdarî nava refên berxwedanê bû. Hevrêyê me li herêma Qendîlê perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê wergirt, zû di taktîkên gerîlatiyê de bû pispor. Bi coşeke mezin tevlî nava jiyanê bû, ji bo bersivê bide pêvajoyê kete nava hewldanên berfireh û bi fedakarî têkoşiya. Hevrêyê me Hêjar bi perwerdeyê asta xwe ya têgihiştinê bi pêş ve bir, di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, li qada leşkerî jî xwe hîn bêhtir kûr kir û di vê mijarê de kete nava hewldanan. Piştî pratîka serketî ya gerîlatiyê ya li herêma Qendîlê derbasî herêma Xakurkê bû, di berxwedana dîrokî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de li refên herî pêş cihê xwe girt û bi rengekî fedaî şer kir. Ji roja ku tevlîbû û pê ve beşdariya xwe bi rengekî çalak dewam kir, her tim hewl da ku têkoşînê mezin bike. Hevrêyê me Hêjar ji bo taktîkên gerîla yên dema nû bixe pratîkê kûr dibû û ev kûrbûna xwe jî bi hevrêyên xwe re parve dikir, bû milîtanekî ji ruhê serketinê yê demê. Li herêma Xakurkê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû, derbên giran li dagirkeran xist. Bi kesayetiya xwe ya wêrek û fedaî bû milîtanekî mînak. Li her qada ku lê ma bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmet û hezkirinê.

Hevrêyê me Hêjar ji bo xeyala Kurdistana azad a gelê me pêk bîne her kêliya jiyana xw eya şoreşgerî da têkoşînê, tevlîbûna xwe ti carî têrker nedît, her tim hewl da hîn bêhtir tevlî bibe. Hevrêyê me Hêjar tempoya xwe ya têkoşînê her tim bilind kir, wezîfeyên xwe yên şoreşgerî hemû bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî û encamwergirtin ji xwe re kir esas. Bi daxwaz û kelecana roja destpêkê ya tevlî nava refên têkoşînê bû, bi kesayetiya xwe ya biryardariya li ser serketinê meşiya. Bi mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir re dilsoz ma, nirx li nirxan zêde kir, ji bo vê jî nesekinî, xwe gihand cewhera PKK'ê û pê re bû yek.

Hevrêyê me Hêjar ku bi felsefeya Rêber Apo di demeke kurt de li nava refên partiya me PKK'ê bû milîtanekî şareza, li ser xeta fedaî meşiya, ala têkoşînê ya şehîdan bilind kir û wê bi mîrateya xwe ya berxwedanê her tim pêşiya me ronî bike.

SÎNCER DEHGULAN

Hevrêyê me Sîncer Dehgulan ku 23'ê Tebaxa 2023'an li herêma Xakurkê di êrîşa dijmin de bi giranî birîndar bû, li gel hemû hewldanan di 30'ê Tebaxê de şehîd bû.

Ewladê leheng ê Rojhilatê Kurdistanê û milîtanê hêja hevrêyê me Sîncer jiyana xwe fedayî gelê me û têkoşînê kir. Bi têgihiştina ku heta gelê me azad nebe mirov bi xwe ti carî azad nabe, li ser bingeha jiyana sosyalîs, azadî û civakî bûnê qîmeteke mezin da hevrêtiyê. Hevrêyê me zanîbû ku ji bo vê divê teqez têkoşîn bê meşandin û bi têgihiştina wezîfeya milîtaniya Apoyî li her qadê bi fedakarî û kedkariya xwe bû mînak.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Sîncer bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya ku hevrêyê me Sîncer radestî me kiriye bi têgihiştina hêjayîbûna li şehîdan hemûyan em ê her tim bilind bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Sîncer Dehgulan bi vî rengî ne:

Nasnav: Sîncer Dehgulan
Nav paşnav: Namet Rizayî
Cihê jidayikbûnê: Bîcar
Dayik-Bav: Meryem-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tebaxa 2023 / Xakurkê

Rojhilatê Kurdistanê ku hişmendiya neteweyî di asta herî bilind de ye û dilsoziya bi çand û zimanê Kurdî gelekî xurt e, bi vê taybetmendiya xwe garantiya hebûnê ya gelê me ye ku di bin metirsiya qirkirinê de ye. Ji ber vê taybetmendiya xwe xelkê me yê Rojhilat ji Başûr heta bi Rojava û Bakurê Kurdistanê xwedî li hemû têkoşînên azadiyê derket û tevlîbûneke çalak pêk anî. Ewladên herî hêja tevlî nava têkoşînên azadiyê kir, xwe ji dayina berdêlan neda alî û bi vê taybemetmendiya xwe bû yek ji mînakên bijarte yên welatparêziyê. Bi taybetî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê li çar aliyên Kurdistanê bi pêş ket, bandoreke mezin li xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê kir. Xelkê me teqez baweriya xwe pêk anî ku şerê li ser xeta fedaîtiyê ya partiya me PKK'ê ku li Kurdistanê pêşengiyê ji nûbûnê re dike, ewladên xwe yên herî hêja tevlî têkoşînê kir. Hişmendiya azadiyê ya ku têkoşîna me afirand, xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê li nava nifşên nû belav kir û bi vê sekna xwe bû garantiya berxwedana li Kurdistanê.

Hevrêyê me Sîncer li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku li nava rastiya civakî ya xurt a li bajarê Bîcarê yê Rojhilatê Kurdistanê teşe girt û bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin bû. Bi taybetî bi saya hişmendiya welatparêziyê ya kûr a dayika xwe, hevrêyê me hîn di zarokatiyê de rastiya Kurd û Kurdistanê nas kir û bi vî rengî mezin bû. Tevî ku li Rojhilatê Kurdistanê gelek partî û rêxistin hene, bala hevrêyê me Sîncer li ser rastiya PKK'ê bû û baweriya xwe pê anî ku gelê me tenê bi têkoşîna partiya me PKK'ê dikare bi ser bikeve. Hevrêyê me di dema ciwantiyê de beşdarî gelek karî bû, di vê pêvajoyê de rastiya têkoşînê hîn baştir fêhm kir. Di her karî de bû xwedî tecrûbe, tecrûbeyên xwe jî ji bo bilindkirina têkoşînê kir zemînek. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê ji sala 2014'an û pê ve êrîşî Rojava û Şengalê kir, hêrseke mezin pê re peyda bû û bi taybetî di serhildanên dijî êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê de bi roleke girîng rabû. Hevrêyê me Sîncer ku yek ji wan hevrêyên me bû ku hewl didan hêza rêxistinî ya gelê me bixe nava liv û tevgerê, tevî ku sê caran hate binçavkirin tawîz ji têkoşînê neda. Piştre jî weke pêşengekî gel wezîfe kir û li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser gelê me ji şerê fedaî yê li gelek qadan bi bandor bû. Şerê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yê bi fedakariyeke mezin bandoreke mezin li hevrêyê me Sîncer kir, lewma biryar da ku hîn bêhtir têbikoşe. Hevrêyê me weke ciwanekî Kurd gihîşt wê baweriyê ku ji bo azadiya gelê me divê hîn bêhtir têbikoşe û sala 2016'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê li herêma Qendîlê wergirt, hişmendiya xw eya siyasî bi rêya van perwerdeyan hîn xurt kir. Di heman demê de kûrbûna li ser îdeolojiya Rêbertî ji xwe re kir esas û hewl da kesayetiyeke Apoyî di şexsê xwe de bide rûniştandin. Hevrêyê me ku bi vê armancê kete nava kûrbûneke mezin, xwe ji bandora sîstema dewletparêz û kapîtalîst a li ser kesayetiya xw erizgar kir û bû kesayetekî azad û milîtanek. Di nava şert û mercên şer de ji bo karibe di têkoşîna gerîla de hîn şareza bibe bi baldariyeke mezin tevlî perwerdeyên leşkerî bû. Li gel bikaranîna gelek cûreyên çekan di taktîkên gerîla de jî xwe bi pêş ve bir. Tevî ku xwest biçe qada şerê giran û li wir têbikoşe, ji ber pêwîstiyan li qadên cuda yên têkoşînê ma. Hevrêyê me di vî karî de pratîkeke serketî nîşan da û bi kesayetiya xwe ya durust û cewherî ji aliyê hevrêyên ve xwe ve hate hezkirin. Piştî pratîka xwe ya serketî ya sê salan bi daxwaz û israra xwe derbasî herêma Xakurkê bû ku derbên giran li dagirkeran bixe û şerekî giran lê diqewimî. Li vê derê bi hemû hebûna xwe tevlî nava kar bû, ji karên binesaziyê heta bi çêkirina tunelên şer û gelek karên cuda xebitî. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku şer bi amadekariyeke hevgirtî dikare bê qezençkirin, lewma cudahî nexist nava ti karî. Hevrêyê me ku bi hişmendiya wezîfeyê ya milîtaniya Apoyî tevgeriya, bi van taybetmendiyên xwe bû mînak. Di her karî de bi dîsîplîn, kedkarî û rêbaza xwe ya encamwergirtinê serketinên mezin bi dest xist. Tevî vê yekê jî xwe têrker nedît û kete nava wê lêgerînê ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me Sîncer ku armanca xwe ya herî mezin li tunelên berxwedanê şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û şerê li nava tîmên gerîla yê bi tevger bû. Ji bo vê armanca xwe bi ser bixîne di rêbaza şerê gerîla yê dema nû de xwe hîn bêhtir kûr kir.

Hevrêyê me Sîncer ji bo sûdê ji tecrûbeyên hevrêyên xwe werbigire kedeke mezin da, her roj tecrûbeyên xwe zêde kir. Hevrêyê me Sîncer bi jiyana xwe ya şoreşgerî, tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û hevrêtiya xwe ya kûr li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Di êrîşên dijmin ên 23'ê Tebaxê de bi giranî birîndar bû û tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin, di 30'ê Tebaxê de şehîd bû, bi vî rengî têkoşîna xwe di asta herî bilind de bi ser xist. Weke şopdarên wî em ê soza 'Rêbertiya azad, Kurdistana azad' a ku me dane şehîdên xwe teqez bi ser bixînin."