HPG’ê şehîdên Serhedê bibîr anî

HPG’ê gerîlayên bi navê Armanç Cigerxwîn (Benazir Tebelî), Karker Serhat (Mehmet Emîn Delen), Hogor Serhat (Mûhammed Taşçi) û Hêvî Tolhildan (Dîlan Olgûn) ên 26’ê Tebaxê li Serhedê şehîd bûne bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyek nivîskî da gerîlayên di şerê 26’ê Tebaxê ya li herêma Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê şehîd bûne bibîr anî.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“26’ê Tebaxa 2020’ê li devera Çemçê ya girêdayî Qaxizman a Qersê ya herêma Serhedê di navbera atêşa TC’ê û hêzên me de şer qewimî bû, di vî  şerê gelek dagirker hatin cezakirin de hevrêyên me Armanc, Karker, Hogir û Dîlan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Armanç Cigerxwîn
Nav û Paşnav: Benazîr Tebelî
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Turkan – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Qaxizman/ 26’ê Tebaxa 2020

 

Nasnav: Karker Serhat
Nav û Paşnav: Mehmet Emîn Delen
Cihê Jidayikbûnê: Qelqelî
Navê Dayikê-Bav: Cahîde – Fetullah
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Qaxizman/ 26’ê Tebaxa 2020

 

Nasnav: Hogir Serhat
Nav û Paşnav: Muhammed Taşçi
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayikê-Bav: Hanîfe – Nesîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Qaxizman/ 26’ê Tebaxa 2020

 

Nasnav: Hevî Tolhildan
Nav û Paşnav: Dîlan Olgun
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Salîhe – Bayram
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Qaxizman/ 26’ê Tebaxa 2020

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker ji bo çoka gelê me dana erdê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku hêviya serfirazî û rizgariya wê ye tesfiye û teslîm bigire her tişta ji destê tê dike. Ji bo destkeftî û tevgera gelê Kurd tesfiye bike hemû derfetên xwe seferber kiriye û serî li her rêyê dide. Lê berxwedana bê eman a Rêbertiya me ya li Îmralî, sekna berxwedêr a gelê me yên serî natewînin û şerê gerîlayên me her cûre konsepta dijmin vala derxistiye.

Yek ji deverên ku dewleta Tirk a dagirker tesfiyekirina gerîlayan daniye pêşiya xwe û lê ser neketiye herêma Serhedê ye. Li dijî konsepta tesfiye ya dijmin hêzên me yên Pêngava Serketina Şoreşgerî pêş xistin û derbên bi bandor li dijmin dan, li Serhedê tirs xistiye dil û hinavê dijmin. Sekna hevrêyên me yên şehîd ku destanên lehengiyê nivîsandin, dîsa biryardarî û têkoşîna wan hêza me xurtir kiriye, têkoşîna me mezin kiriye.

Hevrêyên me Sorxwîn, Karker, Hogir û Dîlan ku 26'ê Tebaxê li herêma Serhedê li qada Çemçê di şer de bi wêrekî û biryardariya mezin bi ser dijmin de çûn, bi fedaî şer kirin û derbên giran li dijmin dan, helwesta birûmet û berxwedêr a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê heta dilopa dawî ya xwîna xwe nîşan dane. Hevrêyên me ku ji Wan, Mûş û Qersê ne, ku ev dever bi welatparêziya xwe têne zanîn, weke zaroyên herî hêja û yekane yên van deveran, li çiyayên Serhedan alaya doza azadiyê berz kirine û têkoşîna serxwebûnê dane.

HEVRÊ ARMANÇ HESKIRINA XWE VEGERAND ZANABÛNÊ

Hevrêya me Armanc li Gimgimê ya Mûşê li gundekî welatparêz bi nirxên baweriya Elewî mezin bûye. Hevrêyê me Sorxwîn ku hezkirina kûr a li Rêber Apo, gelê Kurd û hemû mirovahiyê di dilê xwe de geş kiriye û hezkirina xwe kiriye hişmendiyeke mezin li gel hevjînê xwe Şehîd Cegerxwîn 2011'an tevlî nav refên gerîla bûye. Li gel ku du zarokên wan hebûne jî, bi armanca avakirina cîhaneke azad û paqij bê dudilî tevlî nav têkoşîna azadiyê bûne. Bi gotina xwe, ''jiyana pergalê ya ku dîwarên wê weke girtîgehekê ne'' terikandiye, ji bo hesabê dîrokî ji dijmin bipirse tevlî nav refên gerîla bûye û ji bo tolê hatiye ser çiyayên Kurdistanê. Hê zû rastiya şer ku mirov digihîne, hîn idke, azad dike û mezin dike nas kiriye, di têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî de zîrek bûye. Dema ku cih hatiye bûye şervan, carinan bûye fermandar û bi hayjêhebûna hemû berpirsyariyên xwe peywirên xwe yên milîtanî li her deverê bi serkeftî bi cih aniye. Bi îdeolojiya Rêber Apo xwe ji nû ve afirandiye, li ser xeta azadiya jinê kûr bûye, bi biryardariyeke bêhempa a di şexsê xwe de, bi biryardariyeke îradî û di hevrêtiyê de bedewî afirandiye. Bi karakterê xwe yê deqerû, serhildêr, sernetewîn li her deverê parastina rastiyan kiriye. Hevrêya me Armanc ku di têkoşîna azadiyê de tim hewl daye ku zêdetir xwe tevlê bike, xeta fedayî ya gerîlayên azadiyê ji xwe re weke şêwaza jiyanê diyar kiriye, di fedaîtiyê de bûye profesyonel, bi berpirsyariyên mezin bûye xwedî meşeke fedayî. Bi tûjbûna di milîtaniyê de û tevlêbûna fedayî bi îdîaya ku bibe fermandarê serfiraziyê derbasî herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê bûye. Di pêngava serfiraziyê de ya ku li Serhedê hatî geşkirin bi roleke girîng rabûye, berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî bi cih aniye û heq ji hemû zor û zehmetiyan derketiye. Di artêşbûna jinê ya YJA Starê de gerîlayê profesyonel û fermandariya pêşeng hewl daye ku bi îdîayeke mezin pêk bîne. Bi vê bingehê li eyaleta Serhedê weke milîtaneke pêşeng a jin fermandariya fedaiyan jî kiriye, di rêveberiya eyaletê de cih girtiye. Di şexsê zarokên xwe de hezkirina wê ya kûr ya li zarokên wê û mirovahiyê, di şexsê şehîdan de dilsoziya wê ya bi şehîdan re, şêwaza wê ya jiyanê ya bi fedayî, hewlesta wê ya di fermandariya jina azad a Kurd de her demê ji bo me hevrêyên wê û hemû jinên Kurd tim bibe rêber.

HEVRÊ KARKER HÊ DI TEMENÊ BIÇÛK DE KETE FERQA RASTIYA MÊTINGERÎ Û ASÎMLASYONÊ

Hevrêyê me Karker ku li Qerqelî ya Wanê li nav malbateke welatparêz jidayik bûyî, hê bi zaroktî mêtingeriya Kurd a li ser Kurd û rastiya dijmin a asîmîleker dîtiye, dilsoziya wî ya li welêt, gel û nirxan bûye sedema hezkirina welatparêziyê û li dijî dijmin bûye kîn û hêrs. Bi vê bingehê hê pir ciwan biryardariyeke mezin nîşan dide, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nav gerîla dibe. Hevrêyê me Karker ku bi kelecanî û coşiyeke mezin tevlê bûyî, li herêma Serhedê li gelek deveran gerîlatiyê dike û bi pêş dikeve. Di gelek çalakiyan de yên li dijî dijminê qirker û faşîst cihê xwe digire û dibe xwedî pratîkeke serkeftî. Heta wê gava ku şehîd bûyî bi wêrekiyeke mezin şer dike û ti caran ji milîtaniya Apoyî bi paş ve gav neavêtiye.

HEVRÊ HOGIR DI TEMENÊ BIÇÛK DE TEVLÎ TÊKOŞÎN AZADIYÊ BÛ

Hevalê me Hogir ku li Kagizmanê ya Serhedê li nav malbateke welatparêz jidayik bûyî bi bîreweriya welatparêziyê ku ji malbata xwe girtî hê bi zaroktî tevlî nav têkoşîna azadiyê dibe, polîtîkaya îmha û înkarê ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dibîne, her roj têkoşîna xwe bi azwerî û biryardariyekê didomîne, ji hêla îdeolojîk û polîtîk ve xwe bi pêş ve dibe. Piştî ku di nav tevgera ciwanan de û xebatên cuda de cih digire, dibîne ku bi şerê gerîla mirov dikare mêtingriyê parçe bike û azad bike. 2014'an li dijî faşîzmê ji bo ku têkoşîneke meztir bike berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla dibe. Her demê daye ber xwe, ku xwe û hevrêyên li dora xwe li ser îdeolojiya Rêbertî bi pêş ve bibe. Bi helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî li eyaleta Serhedê dibe yek ji wan hevrêyên mînak. Ji roja ku tevlê bûyî, weke zarokê Serhedî li ser araziya xaka ku lê çêbûyî bûye xwedî serweriyeke xurt, li eyaletê bi rola pêşeng rabûye, hemû peywirên ku danê bi layiqî heq jê derketiye û tim lê geriyaye ku derbe li dijminê har bide. Herî dawî di şerê Çemçê de derbên giran li dijmin dide û bi lehengî şehîd dibe.

HEVRÊ HÊVÎ BI KESAYETA XWE YA DILNIZMÎ Û KELECANÎ TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BÛ

Hevrêya me Hêvî li nav malbateke welatparêz a bi sr nirxên civakî û çandî ve jidayik dibe, ji zaroktî bi daxwaza ku bibe gerîla û li çiyayên Kurdistanê bibe jineke Kurd a azad mezin dibe, bûye xwedî xisletekî dilnimz, kelecanî. Ji bo ku xeyala zaroktiyê pêk bîne, bibe yek ji endama Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, vê bike jiyanî, geş bike tevlî nav refên gerîla dibe. Bi kesayata xwe ya bicoş a bi dînamîzma ciwanî tije, zû bi pêş dikeve, ji hin perwerdeyan derbas dibe û dibe gerîlayeke profesyonel a zîrek. Ji hêla îdeolojîk ve xwe geş dike, dibe xwedî pîvan û xeta jina azad, hem jî di peywirên milîtaniya Apoyî de dibe xwedî helwesteke xurt. Bi zelalbûna îdeolojîk û tûjbûna di qada leşkerî de di ciwaniya xwe de dibe fermandar, li xakên ku lê jidayik bûyî Serhedê ji bo ku gerîlatiyê bike diçe Bakurê Kurdistanê. Bi azawerî, vînê heq ji hemû zor û zehmetiyan derkeve û bi rengekî serkeftî meşa xwe didomîne. Di gelek xebat û çalakiyan de bûye xwedî helwesteke fedakar. Hevrêya me Hêvî li gel 3 hevrêyên xwe yên din li Çemçê bi lehengî şer dike û tevlî nav karwanê şehîdan dibe.

Hevrêyên me Armanc, Karker, Hogir û Hêvî gerîlayên Kurdistanê yên ji hev hêjatir, fedekar, wêrek û lehengtir bûne. Gelê me yê Serhedê ku zarên wiha xwedî helwesta birûmet, fedatî, fermandarên pêşeng û bêtirs şer kirine, ji nav xwe derxistine, wê tim bi zarên xwe yên leheng şanaz û serfiraz bibin. Di serî de herêma Serhedê, hemû ciwanên Kurdistanê û jinên Kurdistanê wê li ser şopa şehîdan bimeşin, artêşa me ya gerîla geş bikin û xwedî li doza Kurdistanê derkevin.

Bi vê bingehe di serî de em sersaxiyê didine malbatên hêja yên welatparêz Ên hevrêyên me yên şehîd, gelê Serhedê û hemû gelê Kurdistanê, em sond dixwin ku li bîranîna şehîdan xwedî derkevin, bidin jiyîn, alaya serfiraziyê li hemû Kurdistanê li ba bikin.”