HPG’ê şehîdên li Metînayê eşkere kirin
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku 24'ê Mijdarê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Metînê şehîd bûbûn, ragihand.
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku 24'ê Mijdarê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Metînê şehîd bûbûn, ragihand.
Li gorî daxuayniyê gerîlayên bi navê Yonca Şen (Jînda Ashaf) a ji Şirnexê, Hediye Mihemed a ji Hesekê û Kurewan Nasirî (Şoreş Rojhilat) ê ji Sinê 24'ê Mijdarê li Metîna bi êrîşeke hewayî şehîd bûn.
Nasnameyên gerîlayan wiha ne:
Nasnav: Jînda Ashaf |
Jinda – Yonca Şen
Nasnav: Seal Zagros |
Seal – Hediye Muhammed
Nasnav: Şoreş Rojhilat |
Şoreş – Kurdewan Nasirî
HPG'ê di daxuyaniyê de got, ''Em hevrêyên xwe yên qedirbilind ku ji bo li dijî tevgera dagirker a dijminê mêtinger rawestin û bi ve çarçoweyê ji bo dîroka azadiyê ya gelê me binivisin, yer yek ji parçeyekî Kurdistanê hatî û li ser xeta serfiraziyê ya Rêber Apo bûne yek, bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de malbatên me yên şehîdên qedirbilind, serê gelê Kurdistanê sax be, em son dixwin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdsitanê û ya azadiya Rêber Apo bibin serî û bîranîna şehîdên xwe bidin jiyîn.''