HPG'ê şehîdên li Amedê bi rêzdarî bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser sê gerîlayên 27'ê Cotmehê li Amedê şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê, di şer de 3 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di daxuyaniya xwe ya 1'ê Mijdarê de me ragihandibûn ku yekîneyên veşartî yên artêşa TC a li qada Dorşîn a navçeya Pasûr a Amedê roja 26'ê Cotmehê dest bi operasyonê kiriye û di vî şerî de 3 hevalên me bi lehengî şer kirine, şehîd bûne.

Roja 26'ê Cotmehê, li gel yekîneyên veşartî yên dijmin balafirên keşfê jî li herêma operasyonê geriyan û 27'ê Mijdarê saet di 14:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li mintiqeya Mezra Sor a gundê Eskarê barandin. Piştî vê bomberdûmanê, dijmin bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe li herêmê danî. Piştre di navbera hêzên dijmin û tîma me ya ji 3 hevalan şerekî dijwar qewimî. Şer çar saetan dewam kir û dijmin gelek kuştî da. Di vî şerê giran de hevalên me Dîcle Ela, Sarîna Amed û Hebûn Amed heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin. Piştî ku dijmin dor li tîma me girt, her sê hevalên me ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û şehîd bûn. Piştî şerê ku heta saet 18:00 dewam kir, operasyon qediya. Hejmara kuştiyên dijmin ê di vî şerî de nehat zelalkirin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd ev in:

Nasnav: Dîcle Ela
Nav paşnav: Velîde Arvas
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Muzeyyen-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2017 / Amed

Nasnav: Hebûn Amed
Nav paşnav: Mûstafa Guneş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2017 / Amed

Nasnav: Sarîna Amed
Nav paşnav: Berfîn Taşli
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Museddet-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2017 / Amed

Her sê hevrêyên me Dîcle Ela, Sarîna Amed û Hebûn Amed ku piştî vî şerê şehîd bûn, bûn nûnerê kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê û nîşan dan ku berdêla wê çi dibe bila bibe wê li ber faşîzma TC a dijminê mirovahiyê ye serî neyê tewandin. Sekna lehengî ya her sê hevrêyên me yên şehîd nîşanî dost û dijminan da ku têkoşîna me ya azadiyê ya Kurd mîna duh wê îro û sibe jî wê sekneke çawa nîşanî dijmin bide. Berxwedana her sê hevrêyên me ku di xeta berxwedanê ya Bêrîtan de veguherîn sembolekê, bi tîpên zêrîn li dîroka berxwedanê ya Kurdan hatiye nivîsandin.

Di serî de malbatên hevrêyên me Dîcle Ela, Sarîna Amed û Hebûn Amed em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yên welatparêz dixwazin û destnîşan dikin ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ruhê berxwedanê yê her sê hevrêyên xwe em ê heta serketinê li dijî dijminê faşîst têbikoşin. Di şexsê her sê hevrêyên xwe de em soza jiyana azad a bi Rêbertî re li Kurdistana azad, ku me daye hemû şehîdên xwe, careke din dubare dikin."