HPG'ê şehîdên Xerzanê bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat, Erdelan, Mordem, Warşîn û Tolhildan bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye.

"15'ê Îlona 2020'î li Qada Qelanisê ya Xerzanê di êrîş û şerê bi artêşa Tirk a dagirker re fermandarê me yê pêşeng hevrê Demhat Cîlo û hevalên me yên hêja yên pê re bi fedaîtî şer kirin Erdelan Şaho, Mordem Norşîn, Warşîn Sekvan û Tolhildan Tekman heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Hevrê Demhat ku mîlîtanê pêşeng ê serdemên pêngavî bû, 10 sal li Bakurê Kurdistanê têkoşiya, şer kir û derbên giran li dewleta Tirk a mêtinger xistin. Em soz didin em ê li ser rêya fermandarê xwe yê hêja bimeşin û bibin layiqê têkoşîna wî. 

Ewladê Egîd ê xelkê me yê Kirmanşan û Yaresan, nûnera hişmendiya neteweyî ya Kurdistanê hevrêyê me Erdelan jî ji bo azadkirina gelê xwe tevlî meşa şoreşê bû û rengê xwe da, cih di nava mîlîtanên pêşeng ên dîroka me ya azadiyê de ku ji bîr nabin, girt. 

Sê ewladên egîd ên Bakurê Kurdistanê, hevrê Mordem, Warşîn û Tolhildan jî hişmendiya rabûna bi erk û berpirsyariya xwe nirxên nû tevlî têkoşîna me kirin. 

Hevrêyên me Mordem, Warşîn û Tolhildan ku karîn bi wêrekiya xwe ya di qada şer de nûnertiya xeta PKK û PAJK’ê bikin mîrateyeke têkoşînê ya bibe mînak li pey xwe bihêlin, şehîd bûn. 

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat, Erdelan, Mordem, Warşîn û Tolhildan, bila serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê azadîxwaz û welatparêz sax be.

Nasnameyên hevrêyên me ku şehîd bûne, ev in:

Nasnav: Demhat Cîlo 
Nav û Paşnav: Eyup Çelîk 
Cihê ji dayikbûnê: Amed 
Dayik – Bav: Salîha – Mehmet 
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

Nasnav: Erdelan Şaho 
Nav û Paşnav: Mensur Nasrî 
Cihê ji dayikbûnê: Kirmanşan 
Dayik – Bav: Ekrem – Ehmed Murad 
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an /Xerzan

Nasnav: Mordem Norşîn
Nav û Paşnav: Zafer Koç
Cihê ji dayikbûnê: Mêrsîn 
Dayik – Bav: Nûrten –Rahmetûllah
Cih û dîroka şehadetê 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

Nasnav: Warşîn Sekvan
Nav û Paşnav: Dilvîn Can 
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Dayik – Bav: Kiymet – Bayram 
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

 

Nasnav: Tolhildan Tekman
Nav û Paşnav: Yilmaz Ûzûn 
Cihê ji dayikbûnê: Erzirom  
Dayik – Bav: Sona – Îbrahîm 
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

DEMHAT CÎLO

Amed ku ji berê ve cihekê giring ê têkoşîna Kurdan e, navenda berxwedana nûjen a Kurdan a bi pêşengtiya PKK’ê ye jî. Partiya me lê ava bûye, bûye vîn û gelê me xwedî lê derketiye. Ji vî bajarê qedîm ê berxwedêr bi hezaran şoreşgerên azadîxwaz, ji bo daxwaz û xeyala azadiyê ya gelê me bi cih bînin bêyî dudilî tevlî nava refên têkoşînê bûne, bi fedakarî şer kirine û heta hilma xwe ya dawîn jî girêdayê xeyalên azadiyê bûne. Hevrê Demhat ku şoreşgerekê fedakar e li Amedê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata hêja ya hevrêyê me Demhat guherîna siyasî, civakî û çandî ya têkoşîna me ku ji salên 1990’î ve li Kurdistanê pêş ketiye, bi bandor bûye û bi awayên cur bi cur tevlî nava refên têkoşînê bûye û bi layiqî bi erka xwe ya welatparêziyê rabûye.

Ji wê boneyê dijmin pir zext li malbatê kiriye, lewma malbatê koçî Stenbolê kiriye. Hevrêyê me Demhat jî lewma dûrê Kurdistanê, li Stenbolê mezin bûye. Lê ev veqetîn bi tenê fîzîkî bûye. Ji ber ku hevrê Demhat xwe tu car ji çanda xwe û rastiya şer û têkoşînê ya li Kurdistanê qut nekiriye. Ji ciwaniya xwe ve li Stenbolê tevlî xebatên çand û hunerê bûye û hem kariye çanda Kurd a qedîm biparêze jî hem jî kiriye ku ciwanên Kurd ên wek wî koçî bajarên mezin ên Tirkiyeyê bûne bikarin nasnameya xwe biparêzin. Heman serdemê di nav xebatên ciwanên şoreşger de cih girtiye û bi awayekê aktîf têkoşiyaye. Li dijî meyla tasfiyeker hevrêyê me Demhat her tim çiyayên Kurdistanê ji xwe re wek cihê têkoşînê dîtiye û xwe li ser wê bingehê amade kiriye. Ji bo tevlî Pêngava 1’ê Hezîranê bibe, sala 2004’an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûye. 

Hevrê Demhat perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de li qada Xakurkê dîtiye. Di vê pêvajoya perwerdeyê de zû hînê jiyana serê çiyayan û ya gerîla bûye û zû bûye gerîlayek şareza. Hevrêyê me mîlîtanek e ku canê xwe di ber gel de daye. Piştî vê perwerdehiyê tevlî xebatên Hêzên Taybet dibe û ji bo erka dîrokî ku xwe daye ber gelek ked û hewl daye. Salek bi şûn de perwerdehiya xwe bi awayekê serkeftî temam dike û sala 2006’an li Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo erkeke taybet diçe bi komployekê birîndar dibe û dibe dîl di destên hêzên Îranê de. Hevrêyê me Demhat ku sal û nîv di zindanên Îranê de dimîne, kevneşopiya berxwedana zindanan a Partiya me bi layiqî temsîl dike. Dewleta Îranê ku hevrêyê me teslîmê dewleta Tirk dike, nêzîkê şeş mehan di zindanên dewleta Tirk de dimîne. Hevrêyê me heman sekna xwe di zindanên dewleta Tirk de jî dewam dike. Hevrê Demhat dema girtî dimînê derfeta li ser xwe bisekine çêdibe. Dizane ku girtîbûna xwe bike boneya têkoşînê. Piştî şeş mehan cardin berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û derbasî herêma Zapê dibe. Hevrêyê me li vir li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan perwerde dibîne û sala 2010’an dixwaze ku bikeve Şerê Gel ê Şoreşgerî. Pêşniyaz dike ku biçe Amedê. Bi vî awayî hem dixwaze xeyalên xwe hem jî xeyalê gelek hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne. Hevrêyê me Demhat lêhûrbûna xwe bi Partiya me re parve dike û bi gelek coş û kelecan wek gerîlayekê fermandar berê xwe dide Amedê.

Li herêma Amedê ji bo geşbûna Şerê Gel ê Şoreşgerî ji sala pêşîn ve ku diçe gelek ked dide, tevlî gelek xebatan dibe û birêxistinkirina Berxwedana Rêveberiya Xweser li Amedê de bi rolê xwe radibe. Li vir nêzîkê du salan tevlî xebatan dibe û di heman demê de tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin dibe û wek mîlîtanekê fedayî erka xwe ya serdemê bi layiqî bi cih tîne. 

Piştî sala 2013’an bi erka xwe ya fermandariya herêmê derbasî qada Şehîd Êrîş a Amedê dibe û bi salan li vê qadê dixebite. Li vê qadê ji xebata binesaziyê ta bi tevlîkirina şervanên nû li nava refên gerîla gelek xebatan bi rê ve dibe. Ji bo serwerkirina xeta Partiyê û hêj bêhtir xwe bigihîne gel bi awayekê pratîk gelek xebîtiye. Haya hevrêyê me ji zû ve çêbûye ku pêvajoya dijmin di bin navê pêvajoya çareseriyê de bi rê ve biriye bi armanca rakirina ji holê ye, lewma li qada ku lê ye tidarekan dike û fikirên xwe hem bi rêxistinê re hem jî bi hevrêyên xwe yên li qadê re parve dike. Tîne ziman ku divê li ser vê bingehê gerîla ji nû ve bê sazkirin û xwe li cihekê berbelavtir bi mewzî bike. Hevrê Demhat li dijî êrîşên dewleta Tirk ku sala 2015’an ve di serî de Bakurê Kurdistanê li her dera Kurd bûne xwedî destkeftî, wek mîlîtanek fedaî yê Apoyî kariye bibe bersiv. Li cihê ku lê bû gelek çalakî lidar xistin û kir ku derbên giran li dewleta Tirk bikevin û bû pêşengek ji pêşengên pêvajoya berxwedanê. Hevrêyê me ku haya wî zû ji planê têkbirinê yê dijmin çêbû û tidarekên pêwist kirin, bi derbên ku li dijmin xistin, karî ku pêvajoya şer bi înîsiyatîfa xwe bi rê ve bibe. Berxwedana li qada hevrê Demhat lê bû derket holê, li Amedê û derên din ên Kurdistanê jî belav bû û veguherî berxwedaneke bi tevahî. Hevrêyê me Demhat ku ji sala 2020’î li herêm Amedê fermandarek pêşeng bû karî xeta berxwedanê ya Partiya bi layiqî temsîl bike, di vê pêvajoyê de bandora şehadetan pir li ser çêbû. 

Bi şehîdbûna hevrêyên wî ku bi hev re xebitîbûn, xwe da ber berpirsyariyên giran. Hevrê Demhat bi jiyana xwe ya di xeta fedaîtiyê de mîlîtanekê mînak e, hay jê hebû ku wê bi mezinkirina têkoşînê bikare erk û berpirsyariya xwe daye ber pêk bîne. Ji wê boneyê li xwe vedigere û ji bo xelasbûna ji taybetiyên xwe ku di kesayeta wî de li ber astengî ne têdikoşe. Hevrêyê me bi felsefeya Rêber Apo pak dike, di warê leşkerî û îdeolojîkî de jî bi pêş ve diçe û dikare bibe bersiv ji bo êrîşên dijmin.

Hevrêyê me Demhat ku sala 2020’î derbasî herêma Xerzan dibe, li vê derê digihîje lûtkeya gerîlatiya Bakur, di encama êrîşên dijmin de ew û çar hevrêyên xwe bi hev re şehîd dibin. Di şexsê hevrêyê me Demhat de ku mîrateyeke têkoşînê ya mezin û erkên divê eseh bên pêkanîn hiştin, em cardin soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xeyalên hemû şehîdên şoreşê têbikoşin. 

ERDELAN ŞAHO

Hevrê Erdelan, li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê, ji malbateke welatparêz a Yaresan e. Yaresanî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê baweriyeke qedîm e. Hevrê Erdelan bi pîvana civakî ya Yaresaniyê û terbiyeya malbatê mezin bûye. Hêj ji piçûkahiya xwe ve hez jê hatiye kirin. Ji ber ku hem Kurd hem jî Yaresan bûye, rû bi rûyê zextên pergalê bûye. Bertek nîşanê dewleta Îranê daye ku çima dikeve hewila asîmîlekirina Yaresaniyê. Hevrêyê me Erdelan ku di nava pergalê de tu çareserî nedîtiye û dewleta Îranê zext roj bi roj zêde kirine, hêrsa wî rabûye. Navên hin partiyên gotine ku ji bo gelê Kurdistanê têdikoşin bihîstiye lê ku kêmasiyên wan ên di têkoşînê de dîtine bi pey lêgerînên cudatir ketiye.  Di vê pêvajoyê de bala hevrêyê me Erdelan çûye ser çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî dewleta Tirk a dagirker. Ji têkoşîna tevgereke Kurd ku bi awayekê fedaiyane li dijî dagirkeran têkoşiyaye bi bandor bûye dest bi lêkolîn û hînbûnê kiriye. Tevî ku zanîna hevrêya me Erdelan di der heqê Partiya me PKK’ê kêm bûye, bawer kiriye ku gerîla bi têkoşîna xwe gelê me azad bike û sala 2011’an tevlî nava refên gerîla dibe. 

Hevrêyê me Erdelan ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bûye, ji ber ku ji her baweriyê hevrê bi gerîla re hebûne serê pêşîn şaş maye lê paşê zaniye ku cihê hatiye cihekê rast e. Ji ber ku Kelhûr e serê pêşîn di lihevkirinê de hinek zehmetî kişandiye lê paşê hînê zaravayên din ên Kurdî bûye û ji heqê vê pirsgirêkê derketiye. Hevrêyê me Erdelan yekê pir jîr bû. Bi perwerdehiya ku dît zû hînê jiyana li serê çiyayan û ya gerîla bû. Ji bo baş hînê bîrdoza Rêbertî bibe, hem xwend hem jî bi nîqaşên ku bi hevrêyên xwe re kirin gelek hewl da. Ji ber ku di pêvajoya destpêbûna Şerê Gel ê Şoreşgerî de gihîşt gerîla, ji bo di vê merheleya têkoşînê de bibe mîlîtanekê bi bandor jê hay hebû ku divê xwe di awa û taktîkên gerîlatiyê de baş bi pêş ve bibe. Ji wê boneyê gelek giringî bi perwerdehiyên leşkerî da û xwe bi pêş ve bir. Perwerdehiya şervanên nû bi awayekê serkeftî bir serî û bi şûn de derbasê Zapê û Zagrosê bû. Li van herêman bi taybetî sala 2012’an di pêngavên li dijî dijmin de bi rolekê giring rabû. Hevrê Erdelan di pratîka şer de zû bi zû bi pêş ve çû û tecrûbeyeke giring a şer pê re çêbû. Di vê pêvajoyê de di warê jiyanî de derfeta wî ya naskirina Partiya me baş çêbû. Bi taybetî bandora têkiliya hevrêtiyê di şer de gelek li ser çêbû. Her hevrêyek ku bi fedakarî tevlî jiyanê dibe, di şer de jixwe bêhtir li hevrêyê xwe difikire dike ku hevrê Erdelan hêj bêhtir bi Partiya me PKK’ê vê bê girêdan.

Piştî pratîka xwe ya serketî ya li Zap û Zagrosan, hevrê Erdelan ku xwest têkoşîna xwe geştir bike û xeyalên hevrêyên şehîd pêk bîne, difikire ku wê vê daxwaza xwe bi derbasbûna li Bakurê Kurdistanê pêk bîne.

Li ser vê bingehê hevrêyê me sala 2014’an derbasê herêma Xerzan dibe û bi gelek kelecan û coş tevlî xebatên pratîkî dibe. Hevrê Erdelan ji hişmendiya welatparêziyê ya xelkê Xerzan û derketina xwedî li Partiya me bi bandor dibe û dikeve wê hewilê ku hêj bêhtir têbikoşe. Wek hemû gerîlayên din ên li Bakurê Kurdistanê, hevrê Erdelan jî dizane ku dewleta Tirk a qirker di bin navê çareseriyê de tasfiyekirinê ferz dike û xwe amadeyê şerekê giran dike. Dijmin ku sala 2015’an ve dest bi êrîş û qetilkirina gelê me kir, gerîlayên Kurdistanê pir bi hêrs bûn. Ji ber vê yekê hevrê Erdelan jî bi hevrêyên xwe yên din re ji bo bibe bersiv li dijî êrîşên nemirovî, gelek hewil da. Rolê hevrêyê me di lidarxistina çalakiyên li herêma Xerzan ên li dijî dijmin de, gelek e. Bi taybetî gava Berxwedana Rêveberiya Xweser kir ku gelek derbên giran li dijmin bikevin. Hevrê Erdelan, di serî de li Bakurê Kurdistanê, dijmin ku li derên din jî li dijî gel û Tevgera me bi tevahî dest bi êrîşan kir û çav berdan destkeftiyên gelê me, wek mîlîtanekê Apoyî ket hewila rabûna bi erka xwe û layiqbûna gel û şehîdên me.   

Heta sala 2020’î ku wê şehîd bibe, hevrêyê me bi têkoşîna xwe ya li herêma Xerzan kir ku derbên giran li dijmin bikevin, bi têkoşerî xwe ya di warî rêxistinî jî bû parêzvanek. Bi ked û hewila xwe ya li ser vî asasî hêvrêyên wî rêz jê girt û ew teqdîr kir. Bi qedrê ku dida hevrêtiyê kir ku hemû hevrêyên wî hez jê bikin, mîrateyeke têkoşînê ya gelek mezin li pey xwe hişt û karî bibe hêvî ji bo siberoja me. 

MORDEM NORŞÎN

Hevrêyê me Mordem, ji malbateke welatparêz a Norşîna Bedlîsê ye. Li Mêrsînê ji dayik bûye. Ji ber Malbata wî ya welatparêz, ji biçûkahiya xwe ve tevgera me ya azadiyê nas kiriye. Ji ber ku cerdevantî li wan hatiye ferkizin û zêde zext û êşkence li wan hatiye kirin ji Kurdistanê koçê bajarên mezin ên Tirkiyeyê kiriye, ji dijmin gelek bi hêrs bûye. Piştî ku koçê Mêrsînê dike û dijmin zextên xwe li malbatê zêde dike û bavê wî bi êşkence digire, hevrêyê me Mordem rastiya dijmin baş nas bike. Hevrê Mordem di ciwaniya xwe de dest bi lêgerîna ji bo têkoşînê dike. Hevrê Mordem sala 2011’an tevlî xebatên ciwanên şoreşger bûye, bi tevlîbûna xebatên wiha bi awayekê çalak, di nava ciwanan de bûye yekê pêşeng. Di hişmendbûna bi dehan ciwanên Kurd û tevlîbûna nava refên têkoşînê de rolê hevrê Mordem diyarker e. Roj bi roj xwe di warê îdeolojîkî de perwerde kiriye û bi pêş ve biriye. Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi ser Şengalê û Rojava de, dewleta Tirk ku bi eşkereyî bûye piştgira çeteyan, bûye sedem ku hevrêyê me Mordem jî wek bi hezaran ciwanên Kurd û gelên din bi bandor bibe biryara xwe bide. Hevrêyê me Mordem sala 2014’an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûye. 

Hevrêyê me bi vîneke xurt ji heqê şertên dijwar ên jiyana li serê çiyayan hatiye der û zû bi zû bi pêş ve çûye. Zaniye ku azadbûna kes bi têkoşîna di xeta serkeftinê de pêkan e. Bi zêdebûna êrîşên dijmin li çar aliyên Kurdistanê û ranebûna xetereya qirkirinê ji ser gelê me bûne sedem ku hevrê Mordem xwe di warê leşkerî de jî bi pêş ve bibe. Hevrê Mordem li ser tarz û taktîkên gerîla jî sekiniye û ji bo bikaranîna van taktîkan di qada şer de gelek ked daye.

Piştî dîtina perwerdeya gerîlatiyê cardin tevlî xebatên parastina cewherî bûye. Ji ber ku di xebatên kiriye de deşîfre bûye, berê xwe cardin daye çiyayên Kurdistanê û li vir li têkoşîna xwe dewam kiriye. 

Hevrêyê me Mordem êrîşên ku dijmin sala 2015’an li dijî Tevgera me dayî destpêkirin, li qada Xakurkê pêşwazî kir. Piştre bi rengekî aktîf tevlî operasyona şoreşgerî ya Şemzînanê dibe. Di gelek çalakiyên pêvajoya operasyonên şoreşger de cih girtiye. Bi wêrekiya xwe di van çalakiyan de bûye hêz û moral ji bo hevrêyên xwe. Bi performansa xwe ya di şer de bûye yekê pêşeng û bi vî awayê xwe yê tevlîbûnê gelek serkeftinên mezin bi dest xistine. Di şer de ku gelek hevrêyên hevrê Mordem şehîd bûne û li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin hiştine, hevrê Mordem ji bo jiyandina bîranîna şehîdan dizaniye ku bi tacîdarkirina têkoşîna bi serkeftinê pêkan e. Ji bo bibe gerîla û fermandarekê serkeftî zaniye ku divê xwe hêj bêhtir perwerde bike. Pêvajoyên perwerdeyê yên di kampên zivistanê de ji xwe re wek avantaj dîtiye. Bi sekinîna li ser xwe di van pêvajoyên perwerdeyê de kêmasiyên xwe yên pratîkî dîtine û ji bo temamkirina kêmasiyan gelek ked daye. Ji her pêvajoyeke bi zor û zehmetî hêj bi xurtî derketiye. Ji bo bibe xwediyê têkoşîneke encamwergir pêşniyaz dike ku biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrê Mordem xwest ku tola hevrêyên me ku gava Berxwedana Xweseriyê li dijî hemû êrîşên nemirovî yên dijmin bi awayekê fedaî şer kir û şehîd bûn, hilîne. Xwe di warê leşkerî û bîrdozî hêj bêhtir perwerde kir. Di beşê sûîkastê de bû şareza û ji bo pêkanîna xeyala xwe ya Bakurê Kurdistanê, sala 2018’an derbasê herêma Xerzan bû.

Hevrê Mordem ku derbasê herêma Xerzan bû, li tevlîbûna xwe ya bi çalakî, wêrekî û bêyî dudilî li vir dewam kir. Ji ber van taybetiyên xwe hevrêyên wî yên li herêma Xerzan rêz ji bo wî girt. Hevrê Mordem bi tevlîbûna xwe ya bi bandor ket wê hewilê ku bibe liyaqê rêzdariya hevrêyên xwe.

Hevrêyê me tevlî gelek çalakiyên li herêma Xerzan bû. Di heman demê de ji bo birêxistinbûna ciwanan jî gelek ked da. Xwe di warê leşkerî, bîrdozî û rêxistinî de perwerde kir û bû gerîlayekê azadiyê. Bi hevrêtî û jidiliya xwe cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de çêkir. Hevrê Mordem hem bi jiyana xwe hem jî bi têkoşîna xwe yekê pêşeng e ku divê hemû ciwanên Kurd wî ji xwe re bikin mînak. Heta bi hilma xwe ya dawîn jî karî wek mîlîtanekê Apoyî girêdayî nirxên azadiyê bimîne.

WARŞÎN SEKVAN

Hevrêya me Warşîn, li Êlihê ji dayik bûye. Malbata wê malbateke welatparêz e. Ji zarokahiya xwe têkoşîn nas kiriye. Wek ciwan û jineke Kurd hay ji berpirsyariyên li hember gelê me hebûye û fikiriye ku divê ji bo azadiya gelê xwe eseh tiştekî bike. Ji wê boneyê dest bi lêgerîna li rêyên têkoşînê kiriye. Hevrê Warşîn di heman demê de jiyana bi koletî ku di nava civakê de wek rolekî ji bo jinan hatiye fesilandin qebûl nekiriye û ketiye hewila hînbûn û famkirina felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me ya têkildarê jinan. Hay jê hebûye ku dijmin bi taybetî bi xistin û bişaftina jinan dikeve wê hewila ku Kurd bikevin destê wê. Bûye xwedî refleks. Ji wê boneyê ji bo parastin û jiyandina ziman û çanda Kurdî tim ked daye. 

Dijmin ku ji sala 2015’an ve li dijî gel û Tevgera me planê têkbirinê xist dewreyê û ket hewila rakirin hêviya gelê me ji holê, hêrsa hevrêya me rabû û ev ji bo têkoşînê ji xwe re kir bone. Bi taybetî li hember qehremaniyên di Berxwedana Xweseriyê de li Sûr, Cizîr û Nisêbînê xwe deyndar dît û xwest ku bi erka pêşengtiyê ku Rêber Apo ji bo jinan fesilandiye, rabibe. Bi hêz û baweriya ku ji şehîdên me yên pîroz û Rêbertiya me girt, biryara xwe da û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Gava di nava refên gerîla de bû, bi tevlêbûna xwe ya ji dil, bi daxwaza xwe ya hînbûnê û rûbeşeriya xwe bû mîlîtaneke mînak. Di hînbûna Bîrdoza Rizgariya Jinan a Rêbertiya me de biryardar û bi israr bû. Bi sekina xwe gava di nava refên gerîla de bû bi erka xwe pêşengtiyê rabû û karî bibe mîlîtaneke YJA Starê.

TOLHILDAN TEKMAN

Hevrêyê me Tolhildan ji navçeya Tekmanê ya Erziromê ye. Malbata wî malbateke welatparêz e. Bi kevneşopî û çanda xurt a Serhedê mezin bûye. Her ku mezin bûye hişmendiya wî di warê rastiya dijmin de zêde bûye û derfeta wî ku hînbûna qirkirin û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li dijî gelê me çêbûye. Di serî de Serhed li hemû Kurdistanê ku gel ji mafên xwe yên bingehîn bêpar e û rû bi rûyê qetlîaman bûye û hêj jî êrîşên bi armanca qirkirinê berdewam in, hêrsa hevrê Tolhildan rabûye. Haya hevrê Tolhildan ji berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî van êrîşên bi armanca qirkirinê hebûye, her derbeke ku li dijmin hatiye xistin bûye moral jê re. Hevrê Tolhildan hay ji berpirsyariya xwe hebûye. Ji wê boneyê dest bi gera ji bo têkoşînê kiriye û di pêvajoyeke wiha de ku zexta dijmin gelek e, hevrê Tolhildan tevlî nava refên gerîla bûye. 

Ji ber ku di şertên şer de li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûye zû bi zû hînê tiştên bingehîn ên gerîlatiyê bûye û dest bi pratîkê kiriye. Xebata perwerdehiyê û pratîk bi hev re kirine; her ku hîn bûye pratîk kiriye. Tim ketiye hewila xwebipêşvebirinê. Kesekê durist bûye û hemû hevrêyên wî yên di nava tîma gerîla hez jê kiriye û rêz ji bo wî girtiye. Hevrêyê me Tolhildan bi zanebûna pîroziya kedê bi fedakarî tevlî hemû xebatan bûye û bi erka xwe serdemê rabûye. Hevrêyê me Tolhildan zaniye ku êrîşên bi ser gelê me de û tecrîda li ser Rêbertiya me bi geşkirina têkoşînê pêkan e, wek şervanekê fedaî yê Rêbertiya me erka wî ye. Ji wê boneyê her kêliya jiyana xwe di ber têkoşînê de daye û bûye xwedanê têkoşîneke şoreşê ya bêyî sekin."