HPG’ê şehîdên Dep’ê bi bîr anî

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, nasnameya 5 gerîlayên ku Îlona bihurî li Dep’ê jiyana xwe ji dest dane ragihand.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir 22-23’yê Îlonê li navçeya (Dep’ê) Karakoçanê ya Xarpêtê di encama operasyona artêşa Tirk de 5 gerîla ‘bi lehengî li ber xwe dane û şehîd bûne.’’

HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser şer û şehîdan ev agahî dan:

22-23’yê Îlonê bi desteka SÎHA’yên artêşa TC’ê ya faşîst li Karakoçanê ya Xarpêtê operasyonek berfireh hatiye destpêkirin. Di dema operasyonê de di navbera yekîneyeke me ya gerîla û hêzên dijmin de şerekî giran rû daye. Hevalên me Haydar Aşîl Nolan, Şoreş Kato, Yilmaz Amed û Mahsun Yilmaz ên bi pêşengiya heval Dersim di şerê tevahiya rojê de bi lehengî li ber xwe dane û di encama teknîka pêşketî de ya ku dijmin bi kar dianî şehîd bûne. Di şexsê  berxwederên Karakoçanê de careke dî diyar bûye ku artêşa TC’ê ya faşîst li pêşberî gerîla nikare şer bike.

Navê kod: Dersim Ferhat
Nav û Paşnav: Burak Aydemir
Cihê ji dayikbuyinê: Dersim
Navê dê û bav: Şadiye - Mehmet
Dîrok û Cihê şehîdbuyinê: 22 – 23  Eylül 2017 / Elazığ

Navê kod: Haydar Aşil Nolan
Nav û paşnav: Ümit Polat
Cihê ji dayikbuyinê: Urfa
Navê dê û bav: İslim - Mehmet
Dîrok û cihê şehîtbuyinê: 22 – 23  Eylül 2017 / Elazığ

Navê kor: Mahsum Yılmaz
Nav û paşnav: Gürkan Dinç
Cihê ji dayikbuyinê: Erzurum
Navê dê û bav: Kamile - Hüseyin
Dîrok û cihê şehîtbuyinê: 22 – 23  Eylül 2017 / Elazığ

Navê kod: Şoreş Kato
Nav û paşnav: Dılgeş Durmuş
Cihê ji dayikbuyinê: Şırnak
Navê dê û bav: Begi - Abdulcelil
Dîrok û cihê şehîtbuyinê: 22 – 23  Eylül 2017 / Elazığ

Navê kor: Yılmaz Amed
Nav û paşnav: Bayram Yılmaz
Cihê ji dayikbuyinê: Amed
Navê dê û bav: Remziye - Ali
Dîrok û cihê şehîtbuyinê: 22 – 23  Eylül 2017 / Elazığ

Hevalê me Ferhat Dersim ji 1996’an ve bi rengekî fedekar di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe ditiye. Hevalê me Dersim bi xisletê xwe yê dilnizm hatiye nasîn, her demê li qadên herî dijwar peywir kiriye, armanc kiriye ku ya ne pêkan pêk bîne. Di serî de li Botanê, dilê gerîla, li Amanos, Dersim û Qadên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kriiye û li van hemû qadan bi astên cuda peywirdarî kiriye. Hevalê em Dersim ê ku bi tecrûbeya bi salan fermandariya gerîla kiriye, her demê ji bo hevalên xwe bûye kana moralê û di şer de bi wêrekiya xwe bûye mînak. Heval Dersim ku mîlîtanê fedaî yê Rêber Apo û heta dawî dilsoz, heta kêliya dawî ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê xebat kiriye, bûye xwedî berxwedaniyeke bi lehengî.

Hevalên Haydar Aşil Nolan, Şoreş Kato, Yılmaz Amed û Mahsun Yılmaz ku bi heval Dersim re şehîd ketin, li bajarên cuda yên Kurdistanê jidayik bûne, mezin bûne û di Têkoşîna Azadiya Kurd de, ku giyanê hevpar e, cihê xwe girtine.  Ciwanên bi giyanê leheng ê ku gelê me gihandî di şerê dijî faşîzma AKP-MHP’ê de cihê xwe girtine û ji bo azadiya gelê Kurd heta hilma xwe dawî li ber xwe dane.

Em gerîlayên azadiya Kurdistanê, di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd, em dibêjin serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em di şexsê şehîdên me yên Karakoçanê de careke dî sond dixwin ku Têkoşîna Azadiya Kurd bi serfiraziyê tacîdar bikin.