HPG’ê şehîdên Bedlîsê bibîr anî

HPG’ê gerîlayên bi navê Amara Serhat, Asmîn Cîlo û Kendal Baz ên 12’ê Tebaxê li Bedlîsê Şehîd bûbû bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyek da 3 gerîlayên ku 12’ê Tebaxê li devera Şehîd Mizgîn a Bedlîsê şehîd bûbûn bibîr anî.

HPG’ê li ser mijarê ev got:

“Me di daxuyaniya xwe ya 22’yê Tebaxa 2020’ê de ragihandibû ku di operasyona artêşa TC’ê ya li devera Şehîd Mizgîn a Bedlîsê de û şerê 2 rojan dom kir de hêzên me derbên xurt li dagirekran da. Di bomberdûman û şerê qewimî de hevêryên me yên bi navê Amara, Asmîn û Kendal bi lehengî şer kiribûn û tevlî karwanên şehîdan bûbûn, parvekiribû.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Amara Serhat
Nav û Paşnav: Şevîn Roşna Hocaoglû
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Fîlîz – Mesût
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Bedlîs/ 12’ê Tebaxa 2020

 

Nasnav: Asmîn Cîlo
Nav û Paşnav: Medya Sonmez
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Kîymet-Ahmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Bedlîs/ 12’ê Tebaxa 2020

 

Nasnav: Kendal Baz
Nav û Paşnav: Sefa Kizıikaya
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Nûrten – Nevzat
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Bedlîs/ 12’ê Tebaxa 2020

 

Dewleta Tirk a dagirker ti demê hebûna gelê Kurd qebûl nekiriye, her ku gelê Kurd daxwaza mafê xwe yê heq kiriye hatiye qetilkirin. Têkoşîna azadî û hebûna gelê Kurd cara yekê ye bi PKK’ê re evqasî nzêî serketinê dibe. Dewleta Tirk a dagirker ku bi salan e hemû serhildan û daxwazên rewa yê heq bi her cûre lîstikan têk dibe, bi ramana deha, têkoşîn û vîna Rêber Apo bê çare maye. Nirxandinên dîrokî û dahûrandinên sîstema dewlet, desthilat û kapitalîzmê ya Rêber Apo hemû rêgezên zihînyeta dewleta Tirk çareserkiriye û li dijî vê têkoşîn û şêwazekî jiyanê yê dîrokî, xweragir û bigihêje serketinê pêş xistiye.

Gelê Kurd li dora Rêber Apo asê bûye, bûye xwedî giyan û bîrewerî, bûye gelê serhildanê. Ya ku wê têkoşîna azadiyê û hebûna pîroz a gelê Kurd bi serfiraziyê tacîdar bike bêguman paradîmaya azadixwaziya jinê û civaka demokratîk a Rêber Apo ye. Li hemû cihanê bi rengekî pir zelal hatiye çespandain ku ev paradîgma ji bo hemû gelên çewisandî tekane rêya rizgariyê û azadiya teqez e. Gelê Kurd û zarên wê yên leheng li ser rêya azadiyê têdikoşin, bi pêş ve diçin û helwesta xwe ya biryardar ji her demê zêdetir nêzî serfiraziyê ne.

Gerîlayên azadiyê ku hêza pêşeng a vê têkoşîna pîroz û hêza fedayî ne, her gav û her çirk bi berxwedaniyeke dastanî li dijî dagirkeran têkoşîneke bêhempa didin. Bi berxwedana dastanî û helwesta fedayî Apoyî, hevrê Amara, Asmîn û Kendal ku li Eyaleta Xerzanê derbên giran li dijmin dane û di her şertî de xwedî têkoşîneke bêhempa ne, bi şehîdbûnê bûne sembola têkoşîna azadiyê. Hevrêyên me Amara, Asmîn û Kendal ku demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê têkoşiyan û xwedî kedeke mezin in, li Eyaleta Xerzanê di gelek çalakiyan de cih girtin û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dane. Weke fedayiyên Rêber Apo hder demê li eniya herî pêş cih girtine, têkoşîna şehîdên me yên leheng dane ser milan, bi vîneke bêhempa û helwesta fedayî têkoşîna xwe tacîdar kirine. Hevrêyên me bi berxwedan û vîna xwe ya qeyîm bûne lehengên doza me ya pîroz û bûne şevçiraxên ku rêya me ronî dikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd serê hemû gelê me yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku bîranîna şehîdên me yên leheng di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.''