HPG’ê nasnameya gerîlayeke li Amedê şehîd bû eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayeke ku 18’ê Gulanê li Amedê şehîd bûbû, eşkere kir û got: “Di serî de sersaxî ji malbata hevêryê xwe Armanç û hemû welatparêzên Êlihê û gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî nasnameya gerîlayê şehîd daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Me di daxuyaniya xwe ya 18’ê Hezîrana 2021’ê de diyarkiribû ku 18’ê Gulana 2021’ê artêşa Tirk a dagirker li derdora Banê Dêran a girêdayî navçeeya Lice ya Amedê dest bi operasyonekê kiriye. Di vê operasyonê de şerekî dijwar rû daye û bi dijwarî qad hatiye bombekirin. Hevrêyê me Armanç Cûdî di encama şer û bomberdûmanê de şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasname: Armanç Cûdî
Nav û Paşnav: Abdullah Bulat
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayikê-Bav: Fatma – Mustafa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 18’ê Gulana 2021

 

Hevrêyê me Armanc li Êlihê ku welatparêziya Kurd pir lê bi xurt e, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên giran dane û ji hembêza xwe lehengên mîna fermandarê me yê nemir Mahsûm Korkmaz derxistî, jidayik bûye. Ji ber ku derdora malabata ku lê jiyayî welatparêz bû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nÊz ve nas dike. Hevrêyê me ku her wiha ji nêz ve bûyî şahidê polîtîkayên komkuj ên dijmin ên li ser gelê me, rastiya dijmin nas kiriye. Bîreweriya wî û rastiya civakî ya lê dijî bûye sedema ku hin tiştan bide ber pirsan, ji ber ku bersivê ji pirsên xwe re bibîne hewl daye. Bi vê çarçoweyê li qaddên cuda yên tevgera me xebata kiriye, bûye xwedî tecrûbeyekê. Lê ti caran bi asta têkoşîna ku dayî xwe sînordar nekiriye, bawerî pê aniye ku zêdetir têbikoşe. Bi vê armancê ji bo ku têkoşîneke encamgir biryar li ser daye ku tevlî nav refên gerîla bibe û wiha tevlî nav gerîla bûye ku ji zaroktî ve xeyala wê dikir.

Hevrêyê me Armanc roja ku tevlî nav gerîla bûyî weke roja xwe ya herî şad a jiyana xwe bi nav kiriye û heyraniya xwe ya li gerîla aniye ser zimên. Her wiha koma pêşîya gerîla ku dîtî, jiyana bi vê koma gerîla re ya çend rojan bi asta pîrozbûnê dîtiye û maneya gerîla ya ji bo gelê me bi rengekî herî xweş vegotiye. Hevrêyê me Armanc di demeke kurt de hînî gerîlatiyê ya ku pir bi ser ve bû û çiyayên serhildêr a Kurdistanê bûye, weke ku bi salan gerîla be bûye xwedî helwesteke wiha jixwe bawer. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me, weke her milîtanê Apoyî bawerî pê aniye ku divê bersiv were dayin û di şer de ji bo ku bi roleke çalak be giranî daye xebatên leşkerî, bi asta pisporiyê xwe pêş xistiye. Bi vê çarçoweyê tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bûye, li gel ku gelek caran birîndar bûye jî ji daxwaza wî ya têkoşînê tiştek kêm nebûye. Ji bo ku li dijî mêtingeriya Tirk li Bakurê Kurdistanê têbikoşe pir lê rawestiyaye. Ji ber ku bawerî pê aniye ku tenê li Bakurê Kurdistanê û metroplên Tirkiyê derb li dijminê qirker were xistin wê were têkbirin û ji bo vê baweriya xwe jî bûye xwedî têkoşîneke bêhempa.

Hevrêyê me Armanc di jiyana xwe ya têkoşînê de biryardar û bêtawîz bû her wiha di têkiliyên hevrêtiyê de sade û dilnizm bû, ji van aliyan ve jî ji bo me hevrêyan bûye mînak. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Armanc em sersaxiyê didin tevahiya gelê me yê welatparêz ê Êlihê û Kurdistanê.”