HPG’ê nasnameya gerîlayê li Selmasê şehîd ketî eşeker kir

HPG’ê nasnameya gerîlayê xwe yê bi navê Dilşêr Mizgîn ê di êrîşeke hêzên Îraranê ya 19’ê Hezîranê li Selmasê de şehîd bibû eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayekî xwe yê di encama operasyona hêzên Îranê ya li devera Girê Berdiyê ya herêma Haseniyê ya Selmas a Rojhilatê Kurdistanê şehîd bibû eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

19’ê Hezîrana 2018’an di navbera hêzên Îranê ên li devera Girê Berdiyê yê li herêma Haseniyê ya girêdayî Selmasê derketibûn opersyonê û gerîlayên me de şerekî dem kut pewimî bû. Hêzên me li dijî hêzên Îranê şer nekiriye, hêzên Îranê êrîş kirin û di şerê qewimî de hevrêyê me Dilşêr Mizgîn şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Dilşêr Mizgîn

Nas û Paşnav Nayîm Ûgûrlî

Cihê Jidayibûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Aycan-Selîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Salmas/19’ê Hezîrana 2018
 

Hevrêyê me Dilşêr Mizgîn li Wanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Di pêvajoyeke ku gelek kes dema tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe de hevrêyê me dilşêr mezin dibe. Hê di temenê biçûk de têkoşîna azadiyê nas dike. Hevrêyê me Mizgîn di kesayeta desthilata AKP-MHP’ê de rastiya dijmin dibîne û polîtîkayên qirker ên li ser gelê Kurd napejirîne û bi vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Dilşêr ê bi hestê Kurdistan azad dijî, ji roja tevlî gerîla bibû bi daxwazeke mezin û bi hêz tevlî hemû karan bûye. Hevrêyê me Dilşêr ê bi sekna xwe ya ciwan û dînamîk li her cihê lê bûye hevrêyek mînak, bi ruhekî fedayî cihê xwe li gel her kesê ku naskiriye, hiştiye. Heta roja şehîdbûnê bi hestên xwe yên welatparêzî, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kiriye û bibiryardariyeke mezin tevgeriyaye.

Di kesayeta hevrêyê xwe Dilşêr de, sersaxiyê ji malbata xwe Ûgûlî û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Heta hesreta şehîdên xwe bînin cih soza em ê bê rawestan têkoşîna xwe bidomînin dubare dikin.”