HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di dema hevdîtina Iraqê de şehîd bûbû eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîla Agît Garzan ê di êrîşa Tirk a 11’ê Tebaxa li gel rayedarên hikûmeta Iraqê de şehîd bûbû, bibîr anî. Hate ragihandin ku Gerzan di nava Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digirt.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: “Me di daxuyaniya xwe ya di 12’ê Tebaxê de diyar kiribû ku di 11’ê Tebaxêd e rêhevalê me Agît Garzan ê ku di Fermandariya Eyaleta Xakurkê de cih digire û bi rayedarên hikumeta Iraqê hevdîtin dikir, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ku hêzên Iraqê kiribû hedef, şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav:Agît Garzan
Nav û paşnav: Mûrat Kalko
Cihê jidayikbûnê: Qers
Navê dê û bav: Xezal – Nûrettîn
Cih û dîroka şehadetê: 11’ê Tebaxa 2020’an / Xakurkê

Gotina Rêber Apo dibêje ‘Me wekî kolandina bîrê ya bi derziyê ev tevger ji tunebûnê ava kir’ dîroka kurt a têkoşîna azadiyê ye. PKK tevgera serfiraziyê ya gelekî di xew de bû û bi felsefeya jiyana nû ya Rêber Apo hişyar bûye. Qehremanên pêşeng ên vê têkoşîna pîroz di şertên herî dijwar de, xwe feda kirine û zemîna têkoşînê ava kirin. Şehadeta rêhevalê me Agît Garzan jî vê rastiyê derdixe holê.

Rêheval Agît Garzan li çiyayên Kurdistanê bi qasî temenekî têkoşiyaye û di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de bûye xwediyê kedeke mezin. Rêheval Agît di sala 1975’an de li Qersê ji dayik bûye û di sala 1993’an de li Xerzanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlê bûye heta şehadetê bûye xwediyê berxwedaneke bênavber. Rêheval Agît pratîka xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li Xerzanê kiriye û piştre jî 18 salan li Zagrosan gerîlatî kiriye. Piştî vê tecrubeyê berê xwe daye Botanê. Rêheval Agît li her qadê bi kesayetiya xwe ya kedkar, girêdayina bi rêhevalan hatiye naskirin. Di 27 salên gerîlatiyê de tevlî gelek çalakiyan bûye, gelek caran birîndar bûye lê rojekê jî çiyayên azadiyê dûr neketiye. Bi girêdayîbûna xwe ya şehîdan, Rêbertî û gelê Kurd ê berxwedêr her dem di eniyên pêş de cih girtiye.

Malbata hêja ya rêheval Egîd di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi ruhê berxwedanê yê ku rêheval Agît daye me, em ê têkoşîna xwe bigihînin serfiraziyê.”