HPG'ê nasnameya 8 şehîdên Colemêrgê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 şehîdên ku 21'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 şehîdên ku 21'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şehîdên ku 21'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bûbûn, eşkere kir.
HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
"Li Kurdistanê şerê li dijî dagirkeriya TC’ê her ku diçe girantir dibe û hema hema her roj şer û operasyon çêdibin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li dijî hêzên me yên gerîla hemû derfetên dewletê dixebitîne, li gel hemû êrîşên xwe jî nagihin encamên ku dane ber xwe. Şerê bi hêzên dagirker ku bi her cure derfetên dewletê êrîşên xwe zêde kirine bûye xwedî karaterekî ast bilind. Hêzên me yên gerîla di çalakiyan de û di şerê dema operasyonan de derbên giran li dijmin dixe. Di pêvajoya şerê zêde de, ji hêzên me yên gerîla jî ku bi lehengî û fedaî şer dikin şehîd çêdibin. 21’ê Tîrmeha 2018’an li Colemêrgê, li qada Geliyê Marînosê artêşa TC’ê ya dagirker êrîşeke hewayî aniye û di encamê de 8 hevalên me yên leheng şehîd bûne.
Hevalên me yên ku şehîd bûne ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine, li çiyayên Kurdistanê di nav şerê giran de ji bo azadiya gelê me heta bi hilma xwe ya dawî bi fedaî şer kirine. Ji ber şehîdbûna hevalên me yên şehîd di serÊ malbatên şehîdan, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em dîsa sond dixwin heta ku em KurdistanA azad, ku îdeala şehîdên me yên pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye;
|
Nasnav: Bahtiyar Azîz |
Bahtiyar – Demhat Bozkûrt
|
Nasnav: Erdal Dîren Amanos |
Dîren – Şehmûs Eşîn
|
Nasnav: Rûbar Andok |
Rûbar – Hasan Yîgît
|
Nasnav: Sema Marînos |
Sema – Vahîde Kûrt
|
Nasnav: Serhat Berwar |
Serhat – Dundar Kaya
|
Nasnav: Solîn Roj |
Solîn – Sabriye Temel
|
Nasnav: Şervan Amed |
Şervan – Emrûllah Atilgan
|
Nasnav: Cigerxwîn Zagros |
Cigerxwin Zagros