HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Amedê eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan êşkere kir yên ku 1’ê Mijdarê li Amedê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir yên ku 1’ê Mijdarê li Amedê şehîd bûbûn.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“29'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker li ser 76 gundên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketine derve ragihand û li van qadan operasyoneke berfireh da destpêkirin. 1'ê Mijdarê saet 10.30'an li nêzî gundê Zirê yê Licê hêzên me û artêşa TC'ê ya dagirker li rasta hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndar bûne, hevrêyên me  Baran, Çekdar, Întîkam û Mustafa ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin şehîd bûne.

Agahiyên nasnaemeyê yên hevalên me wiha ne:

Nasnav:  Baran Amed
Nav û Paşnav: Îlyas Karakoç
Cihê Jidayikbûnê:  Amed
Navê Dayik - Bav: Emîne – Mehmet Saît
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

Baran – Îlyas Karakoç

Nasnav:  Çekdar Amed
Nav û Paşnav: Serhat Coşkûn
Cihê Jidayikbûnê:  Amed
Navê Dayik - Bav: Sadriye – Mehmet Şukru
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

Çekdar – Serhat Coşkûn

Nasnav:  Întikam Amed
Nav û Paşnav: Omer Çeleng
Cihê Jidayikbûnê:  Amed
Navê Dayik - Bav: Dîlaz - Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

Întikam – Omer Çeleng

Nasnav:  Mûstafa Malçok
Nav û Paşnav: Beraat Bozkûrt
Cihê Jidayikbûnê:  Amed
Navê Dayik - Bav: Aynûr - Abdûlmenaf
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

Mûstafa – Beraat Bozkûrt

Em çar hevrêyên ku ji hembêza Amedê derketine û dîsan li xaka Amedê bi dirûşma ''Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad'' şer kirin û şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînin. Di serî de malbatên wan ên hêja, serê gelê me yê Amedê û Kurdistanê sax be, em sond dixwin ku alaya azadiyê ya ku şehîdên me yên qehreman dewrî me kirine heta serfiraziyê hilgirin."

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, "Di 31'ê Cotmehê derengiya şevê û 1'ê Mijdarê saet 17.002an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker qada Gundê Fileha ya herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medayayê bombe kirine."