HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Êlihê şehîd bûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li navçeya Qabilcewz a Êlihê di şer de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê de ev agahî hatin dayin:

"16'ê Nîsanê saet 14:45'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li newala Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 leşker hatin kuştin.

22'ê Adarê artêşa TC a dagirker li herêma Qabilcewz a Êlihê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Di daxuyaniya 16'ê Nîsanê de me ragihandibû ku 3 hevalên me di vê operasyonê de şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Agît Baran
Nav paşnav: Arman Ehmedî
Cihê jidayikbûnê: Riwanser- Kirmanşan
Dayik-Bav: Şevket-Alî
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2018'an / Êlih

Nasnav: Cûdî Dêrik
Nav paşnav: Kahraman Ahmet Dervîş
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Rûkiye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2018 / Êlih

Nasnav: Serdar Zana
Nav paşnav: Aydin Bîlîr
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Halîse-Beşîr
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2018 / Êlih