HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûn, eşkere kir û got: “Hevrêyên me Mahîr û Egîd bûn mîlîtanên pêşeng ên gerîlatiya demê nû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kir:

“1’ê Tebaxa 2023’an li Qada Berxwedanê Kurojahro ya girêdayî Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer hat kirin û piştre di bomberdûmana hatî kirin de hevrêyên me Mahîr û Egîd şehîd bûn.

Hevrêyên me Mahîr û Egîd bêyî ku ji xeta berxwedanê gavekê ber bi paş bavêjin bi fedayî şer kirin û bi layiqî pêdiviyên mîlîtaniya Apoyî bi cih anîn. Hevrêyên me bi vê sekna xwe cihê xwe yê bi rûmet di dîroka me de girtin. Ji bo ku hesabê sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî gelê me pêk anîn bipirsin, her kêliya xwe bi lêhêrbûnê derbas kirin ku derbeyan li dijmin bixin. Hevrêyên me Mahîr û Egîd bûn mîlîtanên pêşeng ên gerîlatiya demê nû.

Em di serî de ji malbatên xwe yên hêja ku lehengên mîna hevrê Mahîr û Egîd bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza tolhildana şehîdan dubare dikin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Mahîr Başkale

Nav û Paşnav: Denîz Ersû

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Safiye – Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 1’ê Tebaxa 2023’an / Zap

 

Nasnav: Egîd Serdar

Nav û Paşnav: Diyar Mardînî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Navê Dayik – Bav: Şirîn – Lokman

Cih û dîroka şehadetê: 1’ê Tebaxa 2023’an / Zap

MAHÎR BAŞKALE

Wan ku yek ji navendên girîng a têkoşîna me ya azadiyê ye, ji dîrokê heta roja me ya îro her tim bi taybetmendiya xwe ya berxwedêr derket pêş. Lewma her tim bersiva pêwîst daye êrîşên dijmin ên li dijî gelê me û bi vî rengî sekna xwe daniye holê. Dewleta Tirk a qirker bi taybetî hewl dide li Wanê siyaseta xwe ya bişaftin û qirkirinê bimeşîne. Lê Qada Wanê bi saya çanda xwe ya bi kok ev polîtîkayên dijmin pûç kir. Di heman demê de malûvanî ji hezaran mirovên me re kiriye ku salên 1990’an ji ber zext, êşkence û komkujiyên dewleta Tirk a qirker neçar man koç bikin. Bi vî rengî wezîfeya xwe ya welatparêziyê bi cih anî. Dîsa di demên ku êrîşên dijmin zêde de, ji 7 heta 70 salî tevlî serhildanan bûne, xwedî li Rêbertiya me û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derketine û bi layiqî wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Gelê me yê Wanê bawer kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker, encex bi têkoşîna gerîla dikarin bi ser bikevin û azad bibin. Ji bo mezinkirina têkoşîna gerîla, xwe ji ti fedakariyê neda paş. Ewadên xwe yên herî binirx şandiye refên berxwedanê û di dewamkirina xeta serkeftinê ya têkoşîna me de, bû xwedî rol û mîsyon. Gelê me yê Wanê ji bo azadiyê ti berdêl hebe daye. Di pêvajoya şerê dijwar de xwedî li deh hezaran ewladên xwe yên şehîd derket û spart dilê xwe. Her şehadedek kir sedemê hîn zêdetir têkoşînê û mezinkirina berxwedanê esas girt.

Hevrêyê me Mahîr li navçeya Elbak a Wanê ku çanda welatparêziyê lê serwer e, di nava malbateke xwedî çanda Kurdayetiyê ya herî sade û kûr de ji dayik bû. Hîna di temenê xwe yê biçûkahiyê de bi vê rastiyê şêwe da kesayeta xwe. Ji ber ku qada Elbakê qada bi bandor a têkoşîna gerîla bû, hîna di temenê xwe yê biçûkahiyê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas dike. Hevrêyê me Mahîr di ferqa têkoşîn û fedakariyên gerîla de bû; hîna di zarokatiya xwe de fêm kir ku ji bo bibe ewladekî hêja yê gelê me divê tevlî nava refên gerîla bibe. Lewma xeyal kir ku rojekê di destê wî de çek û li çiyayên serhildêr ên welatê me bibe gerîla. Hevrêyê me Mahîr bi van hestên pîroz mezin bû û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin jî nas kir. Fêm kir ku armanca esas a deleta Tirk a qirker ew e ku xwe li tunebûna gelê me ava bike û fikirî ku divê timî têbikoşe. Li ser vî bingehî hevrêyê me di pêvajoya diyalogê de ku dijmin hewl dida bi armanca tasfiyekirina Tevgera me bi kar bîne, dît ku dijmin ne samîmî ye. Di dawiya pêvajoyê de pêşbînî kir ku wê şerekî dijwar biqewime û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vî bingehî sala 2013’an bi du xizmên xwe re berê xwe da çiyayên Kurdistanê û xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk anî.

Hevrêyê me Mahîr demekê li qadên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê ma û piştre ji bo ku perwerdeyên gerîlatiyê ya bingehîn bibîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li Qada Zapê perwerdeya şervanê nû dît û agahiyên xwe yên destpêkê yên derbarê gerîlatiyê li vir bi dest xist. Hevrêyê me Mahîr bi perwerdeyên ku dîtî, fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi xwestek û kelecanek mezin berê xwe da xebatên pratîkî. Hevrêyê me ferq kir ku şert û mercên zehmet têkîliyên hevrêtiyê hîn saxlemtir dike û dilê xwe ji hemû hevrêyên xwe re vekir. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya samîmî û tevlîbûna xwe ya dirûst û bi cewher, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Têkoşîna xwe hîn mezintir kir û hewl da ku bibe layiqê hevrêyên xwe. Hevrêyê me Mahîr li gelek qadên Zapê gerîlatî kir û ti sîlsîleya çiyê nehişt ku neçûyî lûtkeya wê. Hevrêyê me Mahîr li Ertûş, Cîloya Biçûk, Şehîd Rustem, Geliyê Zap, Çiyayê Reş û gelek qadên din gerîlatî kir; di xebatên cuda de cih girt û bû gerîlayekî piralî. Hevrêyê me di her xebatê ku têde cih girtî, serkeftin ji xwe re esas girt. Bêyî ku bibêje biçûk û mezin bi tempoyek bilind û fedakariyên mezin xebatên xwe temam kir. Hevrêyê me ji xebatên binesaziyê heta çêkirina tunelên şer di gelek xebatên krîtîk de cih girt, bi cidiyet û dîsîplînek mezin xebitî û ji hevrêyên xwe re bû mînak. Bi hevrêyên xwe re di van xebatan de ked da. Hevrêyê me Mahîr bi rengekî xurt bû dilsozê têkîliyên hevrêtiyê ku yek ji bingehên jiyana pîroz a PKK’ê ye. Fikirî ku tenê dilsoziya hestiyarî ji bo mîlîtaniya Apoyî ne bes e. Lewma esas girt ku xwe di aliyê îdeolojîk de jî pêş bixe. Li ser vî bingehî hîn zêdetir giranî da ser perwerdeyên îdeolojîk. Hevrêyê me hingî ku felsefeya Rêbertî nas kir, di kesayeta xwe de bi cih kir û demildest derbasî pratîkê kir. Di demeke kurt de li qada ku lê ye, bû mîlîtanekî pispor. Hevrêyê me li dijî êrîşên dijmin li her qadê li herî pêş bersiv dida. Li Qada Zapê tevlî gelek çalakiyan bû û hesabê komkujiyên ku bi serê gelê me hatî, ji dijmin pirsî. Hevrêyê me Mahîr di nava pratîka şerekî dijwar de ma; sala 2016’an carekê, sala 2017’an du caran, sala 2018’an carekê û sala 2019’an jî carekê ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Lê hevrêyê me Mahîr guh neda van birîndariyên xwe û hewl da ku têkoşîna xwe mezintir bike.

Hevrêyê me Mahîr bawer kir ku bi mezinkirina têkoşîna li Bakurê Kurdistanê, em dikarin li dijî dewleta Tirk a dagirker bi ser bikevin. Lewma pêşniyar kir ku li Bakur têkoşînê bimeşîne. Bi vê armancê ji bo ku xwe di mijarên îdeolojî, tarzê leşkerî û taktîkan de perwerde bike û pêş bixe, tevlî perwerdeya Akademiya Şehîd Îbrahîm bû. Hevrêyê me Mahîr di pêvajoya perwerdeyê de derfet dît ku xwe bi tevahî fêm bike, aliyên xwe yên kêm û lewaz bilez xurt kir û xwe ji pêvajoyeke dijwar a têkoşînê re amade kir. Rexnedayîna xwe da ku difikirî berê wezîfeyên xwe bi temamî bi cih neanî û bû xwedî derketineke hîn bi îdîa û coştir. Hevrêyê me Mahîr bi vê taybetmendiya xwe, bingehê mîlîtaniya Apoyî jiya. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, derbasî xebateke girîng bû ku baweriyek mezin dixwest. Lê ji ber ku ji şehadeta xizmê xwe fermandarê me Dilgeş Agir (Tahir Kaya) bandor bû, car din derbasî qada Zapê bû ku kedên mezin lê daye. Li vir li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin, li ser xeta fedayîtiyê bû xwedî têkoşîn. Hevrêyê me Mahîr di nava tîmên bi tevger ên gerîla de cih girt û bi cesaret û pratîka xwe li her cihê ku lê ye bû mîlîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Mahîr çavê xwe da serkeftinê û ji bo vê yekê ji ti fedakariyê xwe neda paş. Lê hevrêyê me Mahîr bawer kir ku bi têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê em dikarin bi ser bikevin. Li qada Zapê di nava gelek çalakiyan de cih girt ku têde derbeyên giran li dijmin hatin xistin.

Hevrêyê me Mahîr ku mîlîtanekî Apoyî yê dilnizm, bi tecrube û sade bû, 1’ê Tebaxa 2023’an li qada Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû. Weke şopdarên hevrê Mahîr em soza xwe dubare dikin ku di şexsê wî de xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin û bîranîna wan di Kurdistaneke azad de bidin jiyîn.

EGÎD SERDAR

Rojavayê Kurdistanê yek ji qadên destpêkê ye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku di pêşengiya partiya me PKK'ê de bi pêş ket, yekemcar lê mezin bû.  Bi derbasbûna Rêber Apo ya ji bo vê qadê gelê me yê Rojava derî û dilê xwe ji Tevgera me re vekir û bi baweriyeke mezin tevlî têkoşînê bû. Di serdemeke ku êrîşên herî giran ên dewleta Tirk a qirker geş dibûn de, xwedîderketina gelê me yê Rojava ji têkoşînê re hişt ku tevgera me bêhnê bigire. Di vê serdemê de ku ji bilî dilsozî û baweriya bi şehîdan ti derfeteke têkoşînê nebû, gelê me yê Rojava ku ji jiyana derwêşane ya milîtanên PKK’ê bandor bûbû, bi kom tevlî nava refên têkoşînê bû û Tevgera Apoyî mezin kir. Di vê pêvajoyê de gelê me yê ku fersenda naskirina Rêber Apo û partiya me PKK’ê dît û di perwerdehiya Rêbertiyê re de derbas bû, piştre pêşengiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir û têkoşîna me ya 50 salî gavek din nêzî serkeftinê kir. Hevrêyê me Egîd ku di malbateke welatparêz de li bajarê Hesekê yê Rojava ku rastiyeke wiha ya gelêrî lê serdest e, bi vê kevneşopiya berxwedanê mezin bû. Hevrêyê me yê ku di her qonaxa Şoreşa Azadiyê ya Rojava de şahidî kir; Qehremantiya di şer de pêşketine, fedekariyên mezin ên gelê me û israra wan a di parastina şoreşê de yek bi yek di mejiyê wî de hatin xêzkirin. Hevrêyê me Egîd ê ku ji bo bibe layîqê vê helwesta leheng a gelê me yê Rojava, dixwest zû tevlî nava refên şoreşê bibe û erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Lê ji ber temenê xwe yê biçûk nekarî vê xwesteka xwe wê demê pêk bîne. Lê hevrêyê me lêhûrbûna xwe ya li ser têkoşînê berdewam kir, piştî ku dewleta Tirk a dagirker herêmên Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kir, bi coşeke mezin ji bo tolhildanê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku ancax bi berfirehkirina têkoşîna gerîla ya li dijî dewleta Tirk a dagirker encam bi dest bixin, ji bo gihiştina vê armancê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Egîd ji bo hînê jiyana gerîla û çiya bibe yekem car beşdarî dewreya perwerdehiyê bû, zû adapteyî jiyana gerîlatiyê bû. Hevrêyê me yê ku xwedî biryardariyeke mezin a têkoşînê bû, ji ber ku ti şert û mercên fizîkî ji xwe re nekiribû asteng, tevlîbûneke bêhempa pêk anî. Hevrêyê me Egîd ê ku bi nirx dayîna têkliliyên hevrêtiya PKK’ê tê nasîn, bi kesayeta xwe ya jidil û cewherî ve hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêyê me Egîd ku bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dîtî derfeta naskirina rastiya gelê me bi dest xist, bi keşfkirina xwe di vê rastiyê de veguhertinên girîng di kesayeta xwe de çêkir. Taybetmendiyên ji cewher dûr ên modernîteya kapîtalîst ku di kesayeta wî de ava kiriye, derxist zanabûnê û ji bo xwe bigihîne kesayeta azad a Modernîteya Demokratîk kedek mezin daye. Di heman demê de ji bo bersivê bide rastiya şer a li hemû Kurdistanê bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe bi şêwazê gerîlatiya serdema nû perwerde kir. Hevrêyê me yê ku bi taybetî di şêwazên şerê tunel û tîmên gerok de pêş ket, ji bo tiştên ku hîn bûye derbasî pratîkê bike jî bûye xwedî israrek mezin. Hevrêyê me yê ku bi hemû hucreyên xwe lehengiya li herêma Zapê hîs kir, ji bo bi hevrêyên li vir re di heman çeperên berxwedanê de cih bigire, gelek israr kir. Hevrêyê me Egîd piştî ku di israra xwe de bi ser ket, berê xwe da herêma Zapê û li wir tevlî yekîneyên gerîla yên gerok bû. Hevrêyê me Egîd ê ku di wê baweriyê de bû ku dijmin bi taktîkên gerîla yên serdema nû dikare têk biçe, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral a di nava tîma gerok a ku di nav de cih digirt, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me yê ku di aliyê xebatê de li pêş bû, ji ber qîmeta ku dida hevrêyên xwe, xwe ji bo karên herî zehmet pêşniyar dikir. Hevrêyê me yê ku li dijî êrîşên dijmin her tim di refên herî pêş de cih girt, li gelek herêmên Zapê jî di çalakiyên li dijî dijmin de cih girt. Hevrêyê me Egîd ku her kêliya xwe li ser tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd lêhûrbû û li ser vê bingehê plansaziyên nû yên çalakiyan amade dikir, hemû berpirsyariyên ku weke namzetê fermandariya ciwan girtibû ser milê xwe bi cidiyet û disîplîneke mezin bi cih anî. Hevrêyê me yê ku bi saya van taybetiyan bawerî da hevrêyên xwe, bi bidestxistina hurmet û hezkirina hevrêyên xwe yên ku pê re xebitî, bû milîtanekî ku her tim bal dikêşa. Hevrêyê me Egîd ku ketibû ferqa layiqî hezkirina hevrêyan bi xurtkirina têkoşînê pêkan e û li ser vê bingehê bi tevlîbûneke bi zanabûn bersiv da.

Hevrêyê me Egîd ku di 1'ê Tebaxa 2023'yan de di êrîşên dijmin de tevî hevrêyê me Mahîr şehîd bû, di dema xwe de bi hevrêtiya xwe ya rast, tevlîbûna bêdudilî û kesayetiya xwe ya xurt bû çavkaniya hêz û moralê ji bo hemû hevrêyên xwe ya li herêma Zapê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku teqez em ê xeyalên azadiyê yên hevrê Egîd pêk bînin.”