HPG'ê li ser şehîdên nehatine ragihandin agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser şehîdên sala 2018'an ên nekarî nasnameya wan ragihînin, agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser şehîdên sala 2018'an ên nehatine ragihandin agahî da:

"Sala 2018'an ku ji bo gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedana li dijî zext û êrîşan derbas bû, bû salek ku di mijara azadiya gelê me û têkoşîna li dijî mêtingeriya li Kurdistanê de serketinên girîng bi dest ketin. Rejîma AKP'ê ya faşîst ku dixwaze destketiyên gelê me ji holê rake, xwest konsepta xwe ya tinekirinê kûrtir bike. Lewma li Kurdistanê şerekî giran diqewime.

Encamên vî şerî rojane û bi rengê herî rast û zelal ji aliyê me ve ji raya giştî re tên eşkerekirin. Lê belê ji ber dijwariya şer, şert û mercên giran ên li qada şer, hin bûyer û şer di cih de zelal nabin, ya jî piştî lêpirsînê detayên wan eşkere dibin. Di bîlançoya şer a salane de me ragihandibûn ku 523 şehîdên me çêbûne. Ji ber vê yekê hin ji şehîdan di nava sala 2018'an de nekarî bên ragihandin. Agahiyên li ser her hevalên me yên şehîd ên nehatine îlankirin, piştî ku zelal bûn wê ji raya giştî û gelê me re bên eşkerekirin."