HPG'ê li ser çalakiyên li Çelê agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Çelê di çalakiyan de gelek leşker mirin e û birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên 23-24'ê Sibatê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"24'ê Sibatê saet 12'an, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordînê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bû, çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin ê li ser gir hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Heman rojê saet 12:30'î, hêzên me li dijî hêzên dijmin ên li ser girê Mêrganişê yê li navçeya Çelê çalakiyek kirin. Hejmara leşkerên di encama derbên giran de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

23'ê Sibatê saet 15'an, hêzên me li çeperên artêşa TC a dagirker ên li ser Tepê Sor ê li Çelê dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn zelal nebû."