Li Çelê herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê li du qereqolên artêşa Tirk xistin û di encamê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên 7'ê Kanûnê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê ev agahî da:

"7'ê Kanûnê saet di 15:10'an de li dijî qereqola Çeperê Şêxa ya artêşa TC a dagirker ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ye, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz, ji sê aliyan ve li qereqola dijmin hate reşandin û çepereke çeka giran a A4 û kûleyek hatin rûxandin û derb li kûleyekê hate xistin. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê.

Hêzên me heman rojê saet di 16:00 de li qereqola Tepê Sor ê li Çelê xistin. Ji sê aliyan ve derb li qereqolê hate xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, kûleyekê jî derb xwar. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker li derdorê reşandin."