HPG'ê gerîlayên li Şemzînanê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 4 gerîla û milîsekî roja 22'ê Cotmehê li Geliyê Xumarokê yê navçeya Şemzînanê ji ber bomberdûmana balafirên şer şehîd bûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 22'ê Cotmehê, artêşa TC a dagirker bi balafirên şer êrîşeke giran bir ser Geliyê Xumarokê yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê. Ji ber vê bomberdûmanê 4 hevrêyên me û hevreyê me Seyît ê milîstî dikir şehîd bûn.

Hevrêyê me Seyît Sadik, ku sala 1977'an li gundê Deman ê Şemzînanê ji dayik bû, milîsekî welatparêz ê hêja bû ku bi dilpakî, durustî û fedakarî xizmet ji tevgera azadiyê ya Kurd re kir. Li Şemzînanê, şerê azadiyê yê Kurd ji nêz ve nas kir, bi hestên herî hêja yên welatparêziyê weke milîsekî cihê xwe di nava têkoşînê de girt û zêdeyî deh salan bi fedakariyeke mezin ked da. Di her kêliya xebatê de, ti carî li ber tirs, şerê psîkolojîk û zexta dijmin serî netewand û her tim bi daxwazeke mezin têkoşiya. Ligel hemû zextên dewleta faşîst a TC jî hevrêyê me Seyît Sadik xwe ji tevgera azadiyê venegirt û bi ked û fedakariya xwe cihekî mezin di dilê her hevalên wî nas dikir de girt. Di her serdema milîstiya wî de, k milîstî yek ji wezîfeyên herî pîroz ên li Kurdistanê ye, tevkariyeke xurt li têkoşîna me kir. Ti carî xwe ji şert û mercên zehmet venegirt û li her devera ku pêwîstî pê hebû, cihê xwe li gel tevgera me girt. Teslîmiyeta ku dewleta Tirk a faşîst li ser gelê Kurd ferz dikir qebûl nekir û karê xwe yê milîstiyê dewam kir. Hevalê me Seyît Sadik li herêmê dihate naskirin û di sala dawî de dijmin fermana kuştina wî dabû. Tevî vê zextê jî, kêliyeke tenê jî dest ji têkoşîna xwe berneda.

Hevalê me Seyît Sadik, ku bû hevrêyekî nayê jibîrkirin ê gerîlayên Kurdistanê, heta nefesa xwe ya dawî xwe ji fikarên şexsî vegirt, ji bo azadiya gelê Kurd têkoiya û tevlî karwanê lehengan ê têkoşîna azadiyê ya Kurd bû.

Hevalê me Gîvera Belatê (Mehmet Erdemîr) li gundê Belatê yê Çelê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Li gundê Belatê ku bi tevlîbûna xwe ya li nava tevgera azadiyê ya Kurd tê naskirin, bi hestên welatparêziyê mezin bû û di her kêliya jiyana xwe de şerê azadiyê yê li Kurdistanê hîs kir. Hevrêyê me Gîvera bi van hestên Kurdistanî di emrê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Piştî ku xwe gihand nava refên gerîla, li ser bingeha berpirsyariya têkoşînê tevlî bû û her wezîfeya ku pê rabû bi ser xist. Heta kêliya dawî ya têkoşîna xwe, hewl da bibe milîtanekî baş ê Rêbertî. Hevalê Gîvera her kêliya xwe ya li çiyayên Kurdistanê bi şerekî çalak ê li dijî dijmin derbas kir û bi rengekî bê eman têkoşiya.

Hevala me Şîlan Qamişlo (Nejbîr Heso) li Qamişloyê ji dayik bû û di dema şoreşa Rojava de tevlî nava refên tevgera azadiyê bû. Bi bîr û baweriya ku wê azadiya gelê Kurd li çar parçeyan pêk were, hevala me Şîlan cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt û li her qadê bi awayekî aktîf têkoşiya. Weke gerîlayeke YJA Starê, li çiyayên Kurdistanê li ser bingeha xet azadiyê ya jinê, weke milîtaneke Rêber Apo têkoşiya û di vê serdema ku gelê Kurd destketiyê dîrokî bi dest ve aniye bi awayekî bê eman têkoşiya. Heta kêliya dawî jî di oxira Kurdistana azad de li dijî dijmin şer kir.

Hevalê me Agît Zagros (Hamît Tekîn) di demekê de ku dewleta faşîst a Tirk bi dijwarî êrîşî gelê Kurd dikir, tevlî nava refên gerîla bû û cihê xwe di şerê çalak ên li dijî dijmin girt. Bi hestên welatparêzî yên Geverê mezin bû, bi heman hestan cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Hevalê me Agît ku bi dilpakî, dilnizmî û fedakariya xwe dihate naskirin, heta kêliya dawî ya têkoşînê bi awayekî çalak li dijî dijmin şer kir.

Hevalê me Şiyar Amanos (Fehmî Oba) li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû, li ber zextên faşîzma TC a li vê erdnîgariyê serî netewand û tevlî nava refên tevgera azadiyê ya Kurd bû. Weke mirovekî ku rastiya dijmin nas kirî, di nava têkoşînê de li her qadê ji dil tevlî kar bû. Hevrêyê me Şiyar li dijî operasyonên dewleta Tirk a faşîst ên ji nû ve dagirkirina Kurdistanê, di nava şerekî dijwar de cih girt. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo Kurdistana azad şer kir.

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên her pênc şehîdên xwe û tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Heta ku Kurdistana azad ava bikin, ku armanca her şehîdên me ye, em ê têkoşîna xwe bidomînin û soza ku me di vî warî de dane şehîdan, careke din dubare dikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Agît Zagros
Nav paşnav: Hamît Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Feyrûz-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Cotmeha 2017 / Colemêrg

 

Nasnav: Gîvera Belatê
Nav paşnav: Mehmet Erdemîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Delîla-Molla
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Cotmeha 2017 / Colemêrg

 

Nasnav: Şîlan Qamişlo
Nav paşnav: Nejbîr Heso
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Ayşe-Hisen
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Cotmeha 2017 / Colemêrg

 

Nasnav: Şiyar Amanos
Nav paşnav: Fehmî Oba
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Samiye-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Cotmeha 2017 / Colemêrg