HPG'ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Bi kedkarî û fedakariya xwe bû milîtanek ku li nava hevrêyên xwe dihate hezkirin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Eşkere bû ku di Hezîrana 2020'î de li Botanê di êrîşeke dijmin de hevrêyê me Delîl Yekbûn şehîd bûye.

Ewladê leheng ê Botanê, milîtanê pêşeng ê têkoşîna me hevrêyê me Delîl Yekbûn bi sekna xwe ya bi biryar a têkoşînê û hêrsa xwe ya bêdawî ya li dijî dijmin bû milîtanekî Apoyî ku ciwanên Kurdistanê her tim wî ji xwe re bikin mînak û li ser şopa wî bimeşin. Hevrêyê me Delîl ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi jiyan, sekn, daxwaz û biryardariya xwe ya li ser têkoşînê pêşengî kir, di heman demê de bû navê dilsoziya bi nirxên azadiyê re. Hevrêyê me di her kêliyê de hewl da têkoşînê mezin bike, nirxan zêde bike û bi kedkarî û fedakariya xwe li nava hevrêyên xwe bû milîtanekî hezkirî.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Delîl Yekbûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin, soz didin ku bîranîna wî bikin hinceta têkoşîna xwe.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Yekbûn bi vî rengî ne:

Nasnav: Delîl Yekbûn
Nav paşnav: Enver Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Heves-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2020 / Botan

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, gelê me yê qedîm ê di nava zordariya qirkirinê de bû û gav bi gav ber bi tunebûnê ve dihate birin, ji nû ve rakir ser xwe, kir xwedî wê îradeyê ku bibe ya xwe, azad bibe û mîna hemû mirovahiyê bi rûmeta xwe bijî. Xelkê me yê Botanê yê welatparêz jî ku li Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de xwedî li çand û nasnameya xwe derket û sekneke bi mînak nîşan da, bi têkoşîna me re zincîra koletiyê şikand û ber bi azadiyê ve gav avêt. Xelkê me yê Botanê ku ewladên xwe yên herî hêja di oxira azadiyê de feda kir, rastiya gel ê şerker bi hemû aliyan xist pratîkê û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de her tim bi erka pêşengiyê rabû.

Hevrêyê me Delîl jî li navçeya Misric a Sêrtê li nava malbateke welatparêz û hêja ya xelkê me yê Botanê yê qedîm ji dayik bû. Ji ber ku ji malbateke bi hişmendiya Kurdîtî û welatparêziyê bû, bi rengekî dilsozê nirxên xwe, mezin bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe, her wiha tevlîbûna li nava refên gerîla hevrêyê me Delîl hîn di biçûkaniya xwe de gerîla û têkoşîna me nas kir. Ji ber liv û tevgera xurt a gerîla ya li Botanê, çend caran firsend bi dest xist ku gerîla bibîne, nêzîkatiya gerîla ya li mirovan gelekî bandor lê kir. Lewma hevrêyê me Delîl gerîla kir lehengê zarokatiya xwe, her tim xwest bibe gerîla û bêsebir li benda wê rojê sekinî ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hîn dema ku biçûk bû, pismamê wî sala 1992'an li nava refên gerîla şehîd bû, ku vê yekê bandor li hevrêyê me Delîl kir. Hevrêyê me Delîl bi çîrokên lehengiyê yên pismamê xwe mezin bû, li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin û di temenê xwe yê ciwantiyê de beşdarî nava karên ciwanên welatparêz û şoreşger bû, bi vî rengî dest bi têkoşîna şoreşgerî kir. Hevrêyê me ji aliyekî ve bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanan bû, li aliyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Di vê demê de rastiya kedê bi xurtî nas kir û fêhm kir ku hemû nirxên hêja bi kedê têne afirandin. Hevrêyê me, ked ji xwe re kir hêmana esasî ya jiyanê, têgihişt ku gelekî xwedî cewher û welatekî azad tenê bi ked û hewldaneke bêhempa dikare bê afirandin. Lewma têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê bi berdêleke giran tê meşandin, hîn baştir fêhm kir. Hevrêyê me Delîl ku polîtîkayên qirkirinê û êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me her roj didît, gihîşt wê baweriyê ku tenê bi têkoşîneke çalak dikare bersivê bide vî dijminê qirker. Bi taybetî piştî ku xwişka wî ya mezin di sala 2006'an de tevlî nava refên têkoşînê bû, vê yekê di jiyana hevrêyê me Delîl de rûpelek nû afirand. Şerê gerîlayên azadiyê yê bi rengê fedaî ji bo paşeroja azad a gelê me, şehadeta gerîlayan a di vê oxirê de bandoreke mezin li hevrêyê me Delîl kir. Her wiha tevlîbûna ciwanên Kurd ên bi rûmet li nava refên têkoşînê, kir ku hevrêyê me Delîl jî bi biryardarî tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Delîl weke ciwanekî fedakar ê gelê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji bo tevlî nava refên gerîla bibe û di sala 2012'an de beşdarî nava gerîla bû.

Hevrêyê me li herêma Qendîlê beşdarî perwerrdeya xwe ya destpêkê bû, li vê derê jiyana gerîla û çiyê hîn bû û beşdarî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Delîl aliyê jiyana gerîla ya ku mirovan azad dike di demeke kurt de nas kir, bi kelecan, daxwaz û moraleke mezin beşdarî nava jiyanê û gerîla bû. Hevrêyê me diyar kir ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nêrîneke nû pêşkêşî jiyanê dike, destnîşan kir ku ev yek di heman demê de jiyaneke nû ye. Hevrêyê me baweriya xwe pê anî ku ev jiyana xwe dispêre azadî, edalet û wekheviyê, ji bo mirovên ku ji aliyê sîstema koletiyê ya desthilatdarî û dewletê ve bêqîmet hatine hiştin, rêya rizgariyê ye û bi vê armancê bêrawestan têkoşiya. Li herêma Qendîlê nêzî sê salan têkoşiya, bi danhevî û tecrûbeyên ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve wergirtî bû gerîlayekî şareza û di sala 2015'an de ku dewleta Tirk a mêtinger li hemberî gelê me dest bi êrîşa topyekûn kir, ji bo karibe di hunera şer de bibe pispor, di pîvanên milîtaniya Apoyî de têkoşîneke hîn xurt bimeşîne û bi vî rengî tevlî pêvajoyê bibe, beşdarî perwedeya li Dibistana Navendî ya Partiyê bû. Di vê pêvajoya perwedeyê de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe yên bi hev re perwede dît, dersên girîng wergirt û firsend bi dest xist ku danheviya bi dehan salan a partiya me fêhm bike. Ji bo karibe hîn bi çalak tevlî karên pratîkî bibe, motîvasyon û hêzeke mezin wergirt. Weke milîtanekî Apoyî ji bo bersivê bide êrîşên dijmin ên li hemû qadan ên li dijî gelê me bi taybetî jî yên li qada Berxwedana Xwerêveberiyê, her wiha ji bo tola şheîdên me hilîne, di sala 2016'an de beşdarî nava karên pratîkî bû. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku li Bakurê Kurdistanê dikare hîn bêhtir têkoşîneke bi bandor bimeşîne, li ser vê bingehê jî pêşniyar kir ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe.

Hevrêyê me yê ku xwest weke gerîla li Amedê ku yek ji qadên navendî yên têkoşîna me ye têbikoşe, ji ber pêdiviyê berê xwe da qada Gabarê, xaka Egîd, Adil, Nûda û Gelhat ku gelek gerîlayên azadiyê xeyala çûna wê dikin. Hevrêyê me Delîl ku dizanibû ku gerîlatiya li herêma Gabarê bi tevahî li ser ked û fedakariyê hatiye meşandin, bi têkoşîn û tevlîbûna xwe ya di şêwaza fedaî de bûye milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak bê girtin. Hevrêyê me Delîl ku bi rengekî derwêş dijiya, bi hişmendiya dîroka ku bi ser xistî û berpirsyariya giran a ku dayî ser milê xwe tim bi xurtî li dijmin xist. Hevrêyê me bi hevrêyên xwe re jî van lêhûrbûnan parve kir, bi vî rengî bi tevlîbûna hevrêyên xwe re astek a pêşengiyê bi dest xist. Hevrêyê me Delîl ku li herêma Gabarê di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girtibû û bi tevlîbûna xwe ya bi lehengî di van çalakiyan de bû çavkaniya hêz û moralê ji hevalên xwe re, bi derbên ku li dijmin dayî tola gelê me û şehîdên me hilanî. Di berxwedana xwerêveberiyê de gelê me li Cizîrê bi saxî hat şewitandin û dijmin bi pêkanîna komkujiyan re hewl da li gelek bajaran gelê me ji têkoşîna azadiyê veqetîne û ev yek jî bû sedem ku hêrseke mezin bi hevrêyê me Delîl re çêbibe. Ji bo vê jî her kêliyê bi lêhûrbûna derbeke mezin li dijmin xistin jiya.

Hevrêyê me Delîl ku bi jiyana xwe ya mutewazî, hevrêtiya xwe ya xurt û sekna zelal a di xeta têkoşînê de milîtanekî mînak ê Apoyî ye, bi têkoşîna xwe pêşengî ji me re kir û bi şehadeta xwe re bû talîmata serketinê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê têkoşîna hemû şehîdên xwe di şexsê hevrê Delîl Yekbûn de bi serketinê tacîdar bikin û em soz didin ku em ê bîranînên wan li Kurdistana azad zindî bihêlin."