HPG'ê fermandar Pîroz Mawa bi bîr anî

HPG'ê Menîce Ogreç a ku di sala 2017'an de li Zapê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir, "Em soz didin ku em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hemûyan hilînin û Kurdistanê azad bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 27'ê Cotmeha 2017'an de ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevala me Pîroz (Menîce Ogreç) ku di Fermandariay YJA Starê ya Eyaleta Zapê de bû şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevala me Pîroz a şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Di şexsê hevala Pîroz de em hevrêyên xwe yên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi nirxên wan ve girêdayî bin.

 

Agahiyên der barê hevala Pîroz a şehîd bû:

Nasnav: Pîroz Mawa

Nav paşnav: Menîce Ogreç

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Hatîce-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2017'an / Zap

 

Hevrê Pîroz mîna zarok û jinên Kurd hemûyan ên di nava malbateke welatparêz de mezin bûn zû polîtîkaya qirkirinê û asîmîlasyonê ya dijmin dît. Hevrê Pîroz a ji xaka xw sirgûn bû û ti carî neheqî qebûl nekir, li dijî van neheqiyên dijmin û polîtîkayên qirkirinê serî hilda. Ji bo welat û jiyaneke azad ji rastiya Rêbertî ya li çiyayên Kurdistanê berz bû û berxwedana têkoşîna azadiyê ya PKK'ê bi bandor bû û di sala 1992'an de bi îdîa û coşa serketinê ya mezin tevlî Tevgera Azadiyê bû.

Ji roja tevlî bû heta roja şehîd bû li gelek qadên têkoşînê bi daxwaz, moral, fedakarî û durustî bû mînak. Fikir û îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêberê me bandoreke mezin li hevrê Pîroz kir. Hevrê Pîroz ji têkoşîna di xeta azadiya jinê de xwe xurt kir û bû şoreşeke jin. Nirxên Sara, Zîlan, Bêrîtanan di kesayetiya xwe de, di pîvanên xwe yên jiyanê de xurt kir û kete nava hewldaneke welê ku hêjayî wan be. Li her qada ku lê bû bi sekna xwe hewl da hevrêyên xwe perwerde bike û xeta partiyê hînî wan bike.

Herî dawî li Eyaleta Zapê ji bo têkbirina êrişên dijmin her tim li refên pêş bû û ji bo gerîlatiya demê ya nû kete nava hewldaneke berfireh.

Di şexsê hevrê Pîroz de em careke din şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin û Kurdistanê azad bikin."