HPG'ê fermandar Cûma Mêrdîn bi bîr anî

HPG'ê fermandarê eyaleta Mêrdînê Cûma Mêrdîn ku Îlona 2018'an li çiyayê Bagokê şehîd bû bi bîr anî û got, "Bi azadiya Rêbertî û azadiya welatê me Kurdistanê em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û fermandarê HPG'ê yê eyaleta Mêrdînê Cûma Mêrdîn (Mehmet Saît Surer) ku 6'ê Îlona 2018'an li Çiyayê Bagokê di şer de şehîd bû, bi bîr anî.

HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Berxwedana gel û tevgera me ya li dijî şerê qirkirinê ya sîstema TC a mêtinger ku bi berdêlên mezin tê dayin, nêzî serketinê ye. Gelê me ku hebûna wê dihate înkarkirin û ji koledariyê rizgar bû, îro li Rojhilata Navîn bûye aktorekî girîng ê Rojhilata Navîn. Îro jî bênasnametî li ser gelê me tê ferzkirin. Di vê pêvajoyê de ku şerê qirkirinê li dijî gelê me bi tundî dewam dike, gelê me û mirovahiya pêşverû di nava her şert û mercî de xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derdikevin û wê weke çavkaniyeke mezin a hêvî û rizgariyê dibînin.

Têkoşîna me roj bi roj bêhtir nêzî serketinê dibe. Bêguman ev yek bi saya şehîdên me yên leheng pêk hatiye ku bê dudilî canê xwe feda kirin û li refên herî pêş tevlî têkoşînê bûn. Bi saya bi hezaran şehîdên me yên leheng, têkoşîna me îspat kiriye ku têk naçe. Eger gel û têkoşînek xwedî fedayiyan bin ku canê xwe di oxira wê de feda dikin, kes nikare li ber azadiya wan bisekine. PKK'ê ev yek îspat kiriye û weke partiyeke şehîdan bi biryar e ku di çarçoveya dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi ser bixîne. Armancên mezin xwedî berdêlên mezin in. Hevrêyên me ku di oxira doza azadiyê de bi berdêlên mezin gihîştin asta şehadetê, temamiya nirxên me ne, çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ne û baweriya me ya bi serketinê qewîn dike.

Heval Cûma ku di emrekî ciwan de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, demeke dirêj li gelek qadên şer bi fedakariyeke mezin bi erk û berpirsyariyên rabû. Ji roja ku tevlî nava refên têkoşînê bû û heta bi dema şehadetê, bû ewladekî hêja yê gel û partiya xwe, bû şervanekî zîrek, fermanderekî leheng, milîtanekî bê tirs û hevrêyekî giranbuha. Ji Serhedê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji çiyayên Botanê heta bi eyaleta Mêrdînê li gelek herêman têkoşiya, bi îradeyeke mezin heq ji karên zehmet û dijwar derket, kedeke mezin da têkoşînê û hevrêyên xwe û bû milîtan û fermandarekî hêja ku cihê xwe di dilê hevalên xwe de girt. Bi durustî, kedkarî, fedakarî û wêrekiya xwe, ji şervaniyê heta fermandariya eyaletê bi erkên şoreşê rabû û ji bo wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne bi coşeke mezin tevgeriya.

Hevrê Cûma sala 1992'an li eyaleta Serhedê dest bi têkoşîna xwe ya gerîlatiyê kir û di demeke kin de bû yekî şareza. Di 28 salên gerîlatiyê de li gelek astan bi erk û wezîfeyê rabû. Hevalê Cûma wesiyeta şehîdan ji bo xwe weke fermanê dît û sala 2016'an ji bo têkoşînê geş bike careke din berê xwe da herêma Bakur. Li Eyaleta Mêrdînê bi erka fermandariya eyaletê rabû. Bi kesayetiya xwe ya partiyê, bi sekna xwe ya dilnizm û bi kedkariya xwe cihekî mezin di dilê gelê me yê welatparêz de girt. Hevrê Cûma ji bo hevrêyên xwe jî bû fermandarekî mînak. Herî dawî dema bi erka Fermandariya Eyaleta Mêrdînê radibû, 6'ê Îlona 2018'an li herêma Bagokê ya navçeya Nisêbînê di şerê dijî artêşa TC a faşîst-dagirker de bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Nasanemeya hevalê me yê şehîd:

Nasnav: Cûma Mêrdîn
Nav paşnav: Mehmet Saît Surer
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sûltan-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2018'an / Bagok

Bi navê hevrêyên wî yên têkoşînê, em soz didin ku di şexsê hevrê Cûma de em ê bîranîn û lehengiya şehîdên xwe bi ser bixînin û bi azadiya Rêbertî û azadiya welatê me Kurdistanê re xwedî li bîranîna wan derkevin. Em dibêjin; xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Di serî de malbata hêja ya şehîdê me, bila serê gelê Mêrdînê yê welatparêz û gelê Kurdistanê sax be. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku bidin ser şopa Cûmayan."