HPG’ê derbarê çalakiyên Sîdekan, Colemêrg, Agirî û Wanê agahî da

Hate ragihandin gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê, Colemêrg, Agirî û Wanê çalakî kirin û 7 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyan daxuyanî da. Hate gotin hêzên gerîla ‘’Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a ŞehHîd Pîroz û Şehîd Agirî’’ 21’ê Tîrmehê li dijî ‘artêşa TC’ê ya dagirker’ çalakî kirine.

Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên hêzên gerîla wiha ne:

‘’Hêzên me saet 08:50'î li dijî yekîneyeke dijmin a li ser girê Şehîd Zerdeşt ê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Hêzên me saet 13.00'an li dijî leşkerên dijmin ên li herêma navbera gundên Şewata û Şêrvanê yên Geverê çalakiyek kirin. Gule li yekîneya dijmin hate reşandin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Saet 15.00'an hêzên me li leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê xistin. Çalakî ji du baskan ve hate kirin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Roja 21'ê Tîrmehê saet 17.00'an, hêzên me li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de li dijî yekîneyeke dijmin a li nêzî qereqola gundê Nezokê yê navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Di çaçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 21'ê Tîrmehê saet 19:15'an li dijî qereqola Guzeldere ya li navçeya Elbak a Wanê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

20'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker li qadên Çemê Karê, Berê Ker, Xoşmexela û Kanî Zerkê yên navçeya Berwarî ya Sêrtê dest bi operasyonê kir. Operasyon 21'ê Tîrmehê danê nîvro bê encam ma û qediya.

21’ê Tîrmehê saet 15.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker gundê Sîda yê qada Çemço ya herêma Zapê ya  Qadên Parastina Medyayê bombe kir. Di encama bombekirinê de li herêmê şewat derket.’’