HPG’ê derbarê çalakî û operasyonan daxuyanî da
HPG’ê ragihand ku li Bedlîsê 2 leşker hatine kuştin û li Mêrdînê jî derbek li tangekê xistine.
HPG’ê ragihand ku li Bedlîsê 2 leşker hatine kuştin û li Mêrdînê jî derbek li tangekê xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Bakurê Kurdistanê û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyek da.
Agahiyên daxuyaniya di malpera HPG’ê de wi wiha ye:
LI BEDLÎSÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Hêzên me di pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jîndan Ozgur de 18’ê Îlonê saet 17.030’an li Bedlîs Mûtkiyê, bi ser qereqola Xapînok de girtine. Di çalakiyê de kozikên dijmin derb xwarine û tespîtbûyî di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.
Hêzên dagirker saet 21.30’an bi helîkoptêrên kobra yên êrîşê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
LI MÊRDÎNÊ TANGEKÊ DERB XWAR
Hêzên me di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de 17’ê Îlonê saet 17.00’an li Mêrdîn Kerborê, li girê Xirbê Kiryan bi ser kozikên dijmin de gitine, di vê çalakiye de tangekê derb xwar. Di çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebûye.
LI GABAR Û CÎLO OPERASYON
Artêşa TC’ê ya dagirker li qada Simbil a Colemêrgê û li Geverê, li qada Cîlo operasyona ku dayî destpêkirin didomîne.
Hêzên me 18’ê Îlonê saet 17.30’an yekîneyeke operasyonê li qada Simbil a Girê Berxa ji xwe re kiriye heef. Derbeke derb li yekîneya dijmin hatiye xistin lê baş diyar nebûye bê ka di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne.
15’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li Şirnex Gabarê, li mintiqeya Çiyayê Eynê yê Mişarê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagriker mintiqeya Çiyayê Eynê bi helîkoptêrên êrîşê yên kobrayê dane ber bomeyan û bi helîkoptêrên skorskyê leşker daxistine.
Operasyon 16’ê Îlonê bê encam vekişiyaye.
OPERASYONA AMEDÊ BÊ ENCAM VEKIŞYAYE
12’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li Licê, Hênê ya Amedê li Dara Hênê ya Çewlikê bi tevlêbûna 4 hezar leşkerî operasyon daye destpêkirin.
Artêşa TC’ê ya dagirker rêyên Çewlik, Yolçati, gundê Serzê girtin, çûne gundên Mehmê, Şelê, Sepeynik, Xiraba, Çemê Êlik, Laboyn, Paşêçiya û Meleyan ên Licê û zext li gundiyan kirin.
14’ê Îlonê hêzên dagriker bi wesayitên zirxî operasyon berfirehkirin û 15’ê Îlonê bê encam vekişiyan.
ÊRÎŞA LI SER QADÊN PARASTINÊ YA MEDYAYÊ
18’ê Îlonê saet 11.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker mintiqeya Werxelê ya herêma Avaşîn a Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kirine.
Heman rojê di navbeyna set 20.00-22.00’an de balafirên şer gire Şehîd Canxurt ê herêma Qendîlê ya Qadên Parastinê ya Medyayê û mintiqeya Çiyayê Şekif a herêma Xakurkê bombe kirine.