HPG'ê çar gerîlayên li Agirî û Hatayê şehîd bûn bi bîr anî -NÛ BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê çar gerîlayên li Agirî û Hatayê şehîd bûn bi bîr anî. HPG'ê her wiha ragihand ku li Heftanînê jî leşkerek hatiye kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya der barê mijarê wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike di 27'ê Mijdarê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li komek ji leşkerên li ser gir hate xistin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên me heman rojê li kamerayên mobese yên li ser gir xistin û yek ji wan kamerayên mobese îmha kirin.

Di daxuyaniya 27'ê Mijdarê de me ragihandibûn ku artêşa Tirk a dagirker di 25'ê Mijdarê de li geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonekê kir. Hêzên dagirker heman rojê ji êvarê heta şevê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li herêmê barandin. Liv û tevgera hêzên dagirker heta sibeha 26'ê Mijdarê dewam kir. Ji ber bombardûmana di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehat.

Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Mijdarê de me ragihandibûn ku artêşa Tirk a dagirker di 7-9'ê Mijdarê de li qada Kirê Hallac a navçeya Bazîdê ya Agiriyê dest bi operasyonê kir û me ragihandibûn ku di operasyonê de 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne:

 

Nasnav: Delîl Serhat

Nav paşnav: Halîs Ersayan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Zahîde-Îsa

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2019'an / Wan

 

Nasnav: Erîş Mordem

Nav paşnav: Emren Şems

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Dîlber-Lezgîn

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2019'an / Wan

 

Nasnav: Harûn Newroz

Nav paşnav: Azîz Pûlmahmût

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Pîrîze-Osman

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2019'an / Wan

Her wiha di daxuyaniya xwe ya 14'ê Mijdarê de me ragihandibûn ku di 26'ê Cotmehê de li bejahiya navçeya Skenderûn a Hatayê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û hevalekî me yê ku li dijî dijmin bi lehengî şer kir şehîd bû. Agahiyê der barê hevalê me yê şehîd bû:

Nasnav: Hawar Haware

Nav paşnav: Reşît Mûsa

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Zekiye-Hesen

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Cotmeha 2019'an / Amanos

Kurdistan di herikîna dîrokê de timî bû hedefa êrişên dagirkeriyê û gelê Kurdistanê jî li dijî van êrişan her tim nirxên xwe û xaka xwe parast. Gelê Kurdistanê li dijî van êrişan ti carî serî netewand û bi hêza xwe berxwedana xwe dewam kir û xwe gihand vê serdemê. Kesayetên leheng ên ji nava Kurdistanê afirîn, bûn parêzvanên gelê xwe û di vê oxirê de berdêlên mezin dan. Ji van lehengan Delîl, Erîş, Harûn û Hawar hêviyên azadiyê yên gelê xwe hildan ser milan û bi rengekî çalak tevlî têkoşîna li çiyayên Kurdistanê bûn. Li her devera ku lê kar kirin bi fedakariya xwe bûn hevrêyên bi mînak û ji bo jiyaneke azad di nava her şert û mercî de têkoşiyan û bûn nûnerê jiyana azad.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Delîl, Erîş, Harûn û Hawar em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."