Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Gelê Kurd û fedaiyên wê bi coş, kelecan û biryardariyeke mezin a têkoşînê dest bi sala 47'an a têkoşînê kirin. Bi hêza îdeolojî û ruhê fedaî yê Apoyî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser şopa şehîdên me dimeşin, bi îdîaya serketinê û baweriyeke mezin dest bi sala 47'an a têkoşînê kirin. Li ser vê bingehê li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava meha Mijdarê de têkoşîneke bênavber meşandin, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker mêtinger li ber xwe dan.
Dewleta Tirk a dagirker di nava meha Mijdarê de 6 caran bi droneyên bombebarkirî û 40 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di heman demê de qadên berxwedanê 270 caran bi balafirên şer û 140 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombe kir. Hêzên me bi wêrekî û performanseke mezin li hemberî van êrîşan li ber xwe dan, di nava şert û mercên zivistanê de 47 çalakiyên cuda yên gerîla lidar xistin. Di van çalakiyan de yek jê fermandarekî payebilind, 12 jê leşkerên ji bo pereyan şer dikin bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kepçeyek, wesayiteke zirxî, sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse, drone û gelek malzemeyên dagirkeran hatin îmhakirin.
Bîlançoya şer a meha Mijdarê bi vî rengî ye:
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER
Êrîşên bi balafirên şer: 270
Êrîşên bi helîkopteran: 140
Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 6
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 40
ÇALAKIYÊN GERÎLA
Çalakiyên giştî yên gerîla: 47
KUŞTIYÊN DIJMIN
Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 12
Hejmara payebilindên hatin cezakirin: 1
Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 7
YÊN HATIN ÎMHAKIRIN
Kepçe: 2
Wesayita leşkerî ya zirxî: 1
Sîstema radarê: 1
Kameraya mobesse: 4
Drone: 6
Çeper: 1
60 kg teqemenî
YÊN DERB LI WAN HATE XISTIN
Helîkopterên êrîşê: 1
Kepçe: 2
Kameraya mobesse: 1
Projektor: 1
Çeper: 1"