HPG'ê 6 gerîlayên sala 2017'an şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi tevlîbûna xwe ya cewherî û fedakar, bi rastiya PKK'ê re bûn yek û mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdan daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li hemberî êrîşên giran ên dewleta Tirk a qirker bi lehengî şer dikin, sala 2017'an jî kirin saleke girîng a berxwedanê û nîşan dan ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê di azadiyê de israr bikin. Hevrêyên me Kemal, Dilgeş, Tolhildan, Nûrhak, Tolhildan û Azad ku li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji Cîlo heta bi Zapê her der kirin qada berxwedanê, di demên cuda de şehîd bûn û pêşengî ji berxwedana me ya dîrokî re kirin. Van hevrêyên me yên hêja di nava şert û mercên giran ên Zagrosan de bi ked û fedakariyeke mezin heta nefesa xwe ya dawî têkoşiyan, ji bo azadiya gelê me xwe ji dayina berdêlan nedan alî û weke afirînerên rasteqîn ên siberoja azad, cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin. Em hevrêyên wan, serxistina têkoşîna wan ji bo xwe weke wezîfeya hevrêtî û şoreşê dibînin û soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana azad xwedî li bîranîna wan derkevin.

Agahiyên berfireh ên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Kemal Evîn
Nav paşnav: Gaffar Kaya
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asiye-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dilgeş Davûş
Nav paşnav: Cahît Zîrek
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sitî-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Tolhildan Artêş
Nav paşnav: Tekîn Guneş
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Medîne-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nûrhak Başkale
Nav paşnav: Talat Oktay
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Necîba-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Tolhildan Artêş
Nav paşnav: Mehmet Vûral
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Îdê-Abdûlhalîm
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Azad Azadî
Nav paşnav: Mehmet Kizilboga
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Fadîme-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

KEMAL EVÎN

Hevrêyê me Kemal li bajarê Colemêrgê yê welatparparêz ji dayik bû ku li gel êrîşên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên deleta Tirk a faşîst mêtinger ti carî dest ji çanda berxwedanê û dilxwaziya jiyana azad bernedaye û her tim di nava têkoşînê de ye. Hevrêyê me Kemal li vê xakê mezin bû ku têkilî û girêdana civakî ya bi nirxên Kurdistanî û kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî xurt e. Ev taybetmendî di kesayetiya xwe de jî bi cih kir. Hevrêyê me di temenekî biçûk de zext û zordariya dewleta Tirk a mêtinger dît û kete nava lêgerîna têkoşîna li dijî dagirkeran. Di dema xwendina zanîngehê de felsefeya Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya PKK'ê ji nêz ve nas kir û gihîşt wê baweriyê ku zemîna têkoşîna rasteqîn ji bo ciwanên Kurd, çiyayên qedîm ên Kurdistanê ye, lewma sala 2013'an ji bajarê serhildanan ji Colemêrgê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me li Avaşînê perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand, li heman qadê ji bo demekê xebitî û piştre derbasî herêma Qendîlê bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm li her qadê têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî û bi tevlîbûna xwe ya kedkar û bê şik, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi pratîka xwe ya serketî veguherî gerîlayekî xwedî tecrûbe û sala 2014'an li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar, ji bo parastina gelê me tevlî koma destpêkê bû ku berê xwe da qadên Mexmûr û Kerkûkê. Hevrêyê me Kemal ku di têkbirina çeteyên faşîst de xwedî roleke mezin bû û wezîfeya xwe ya parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê bi serketî bi cih anî, piştre tevî hevrêyên xwe vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me di taktîkên gerîlatiyê de di demeke kurt de şareza bû û xwe timî bi pêş ve bir. bi perwerdeya pisporiyê re xwe di gelek taktîkên cuda de profesyonel kir, weke şervanekî bi tecrûbe û fermandarekî pêşeng derbasî Zagrosan bû. Li qada Çarçelayê tevlî gelek çalakiyan bên ên li dijî dagirkeran hatin kirin û bû xwedî kedeke mezin di lêdana derbên giran a li dijmin. hevrêyê me Kemal taybetmendiyên welatparêziyê yên civaka ji nav hat bi perwerdeyên li nava partiya me kûrtir kir û pêwîstiyên wezîfeya demê bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me li dijî êrîşên tunekirin û qirkirinê yên li ser gelê me bi rengekî fedaî şer kir, ji bo parastina hebûna gelê me ya bi îradeya azad, bêrawestan kar kir. Li qadên herî zehmet ma, têkoşîn meşand û ji hevrêyên xwe re hem bû piştevan hem jî bû pêşeng. Hevrêyê me Kemal ruhê fedaî yê Apoyî li her qada ku lê ma bi pratîka xwe nîşan da.

DILGEŞ DAVÛŞ

Hevrêyê me Dilgeş li gundê Davûş ê navenda Colemêrgê ji dayik bû. Malbata wî ku ji eşîra Jîrkî ye, hevrêyê me Dilgeş jî bi çand û civakîbûna Kurd mezin bû. Hevrêyê me Dilgeş karakterê serhildêr ê mirovên cografya lê mezin bû di kesayetiya xwe de bi cih kir. Hem zilma dijmin, hem jî têkoşîna bi lehengî ya Apoyiyan a li Zagrosan ji nêz ve nas kir. Li gundê ku lê dima hinekan ji ber zexta dijmin cerdevanî qebûl kiribin jî ti carî xizmet ji dijminê qirker û mêtinger re nekirin. Hevrêyê me Cahît li hemberî vê siyaseta dijmin a li ser gelê me tê ferzkirin, bû xwedî hêrs û nerazîbûneke mezin. Li dibistanên dewleta Tirk ji neçarî xwendibe jî piştî demekê dest jê berda û ruhê xwe yê azad li nava sîstema dewleta Tirk parast. Weke ciwanekî Kurd zanîbû ku divê di doza azadiyê ya gel de berpirsyariyên xwe bi cih bîne û bibe beşek ji têkoşînê. Li ser vê bingehê demekê karên milîstiyê kir. Ji bo hevrêyên xwe yên Apoyî yên li çiyê têdikoşin hewl da ya ji dest tê bike û di navbera gelê Kurd û fedaiyên wê de bibe pirek.

Hevrêyê me Dilgêş ku bi naskirina têkoşîna Apoyî re mejiyê wî ronî bû, hestên di dilê wî de mezin bûn, karê ku ji bo doza azadiyê ya gelê xwe dikir têrker nedît û xwest ku asta xwe ya têkoşînê û tevlîbûnê mezintir bike. Li ser vê bingehê di pêvajoya 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê de sala 2014'an vê carê ji bo bibe gerîla xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê û qebûl nekir ku careke din vegere. Hevrêyê me Dilgêş li herêma Zapê tevlî perwerdeya şervanên nû bû, bi kesayetiya xwe ya çiyayî zû hînî jiyana gerîla bû. Kesayetiya xwe ya çiyayî, esîl û wêrek bi pîvanên milîtaniya Apoyî xurtir û hîn bi rêxistin kir. Li ser vê bingehê gihîşt asteke girîng a pêşketinê. Sê salan bênavber li Zapê kar kir. Bi jêhatîbûn, karkerî û kedkariya xwe, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, bi rengekî çalak tevlî karên li jiyanê bû. Bi vî rengî ji bo her hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê.

Hevrêyê me Dilgêş ji bo tecrûbeya li herêma Zapê wergirtiye derbasî Bakurê Kurdistanê bike, ji bo bi gaveke din nêzî dijmin bibe û derbên hîn girantir lê bixe, amadekarî kir ku derbasî herêma Cîlo bibe. Di bihara 2017'an de li bendê ma ku şert û mercên demsalê ji bo derbasbûnê guncav bibe. Lê belê di Nîsana 2017'an de di êrîşên dijmin de şehîd bû. Şehadeta zû û bêdem a hevrêyê me Dilgêş li nava hevrêyên wî bû sedema hêrs û hesta tolhildanê. Ji ber ku ew zarokê serhildêr ê çiyayên Zagrosê bû û milîtanekî bi hêvî yê tevgera Apoyî bû.

TOLHILDAN ARTÊŞ

Hevrêyê me Tolhildan li xaka pîroz a Rihayê hat dinê ku Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yekemîn berxwedaniya mezin pêş xist. Hevrêyê me yê ku bi çîrokên efsanewî yên berxwedaniya têkoşîna me ya gerîla û kevneşopiya serhildanê ya gelê me ya li dijî dagirkeran mezin bû, têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me ji nêz ve şopand. Hevrêyê me yê ku weke her ciwanê Kurd ê ku dixwaze bi ziman, çand, dîrok û rûmeta xwe bijî, rastî êrîşên dijmirovahî yên dewleta Tirk a dagirker hatiye û bûye şahidê van bûyeran û biryar da ku bi awayekî çalaktir tevlî nava refên berxwedanê bibe. Hevrêyê me yê ku eleqeyek mezin nîşanî felsefeya Rêber Apo dide, her tim dixwend û xwe pêş dixist. Hevrêyê me yê ku di salên zanîngehê de beşdarî xebatên ciwanan bû, ji bo parastina ciwanên Kurd li hemberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst kedeke mezin da. Hevrêyê me ku gelek caran bi terora dagirkeran re rû bi rû ma, ti carî ji xeta berxwedanê paşve gav neavêt, li hemberî zext û êrîşan bêhtir têkoşînê hembêz kir. Hevrêyê me Tolhildan ku li hemberî êrîşên qirkirina gelê me yê ji Rojava heta Şengalê bêdeng nema, di sala 2014’an de dema ku êrîşên dijwar rû dan, tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Tolhildan ku xeyala xwe ya jiyana azad li çiyayên Kurdistanê dît, zû bi şert û mercên giran ên gerîlatiyê re xwe adepte kir û perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand û berê xwe da Zagrosê. Hevrêyê me Tolhildan ku li qada Çerçêla ya Zagrosê ku yek ji navendên herî zehmet ên erdnîgarî û berxwedanê yên Kurdistanê ye tevlî pratîka yekemîn a gerîlatiyê bû, bi biryardarî û vîna xwe karî hemû zor û zehmetiyan ji holê rakin. Bi cewherê xwe yê dilpak, durust û kedkar, bi lez û bez bi hevrêyên xwe re têkiliyeke xurt datîne û li ser esasê serkeftinê bê cudahî nêzî hemû erkên xwe yên şoreşgerî dibe. Hevrêyê me yê ku her tim bi helwesta xwe ya xurt di jiyanê de balê dikişîne, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de her tim ji bo pêşdebirina xwe esas girtiye. Hevrêyê me Tolhildan yê ku bi parvekirina bi hevrêyên xwe re fêrbûna xwe dewlemend dike, her tim hewl daye nirxên ku şehîdên me afirandine hembêz bike û bilind bike. Bi meyla xwe ya leşkerî, di demeke kurt de veguherî gerîlayekî jêhatî û di gelek taktîkên gerîla de pispor bû. Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de li hemberî êrîşên tinekirinê yên artêşa Tirk a faşîst li qada Çarçêla li eniya herî pêş şer kir, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li artêşa dagirker xist. Hevrêyê me yê ku bê rawestan di berxwedanê de bû, ji bo hêviyên azadiya gelê me bi cih bîne û ji dagirkeran hesab bipirse, her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî diyarî têkoşînê kir.

NÛRHAK BAŞKALE

Hevrêyê me Nûrhak li yek ji navendên berxwedanê ku têkoşîna me ji roja pêşî ve li herêma Serhatê ku agirê berxwedanê yê Kurdistanê tim li ser quntarên çiyê geş dibe, li Wanê ji dayik bûye. Hevrêyê me Nûrhak di malbat û derdoreke ku çanda welatparêzî û berxwedanê tê de esas, tê dinê û bi kevneşopiya têkoşînê mezin bû. Bi heyraniyeke mezin a ji bo Rêber Apo û gerîla, bi xeyalên roja ku tevlî nava refên gerîla bibe mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji pêkanînên dijmirovahî yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê me yê bindest gelekî hêrs bû, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû û hêrs û kîna xwe veguherand qada têkoşînê ya rêxistinkirî.

Hevrê Nûrhak ku li Xakûrkê perwerdeya xwe ya şervaniya nû qedand, bi coşeke mezin li heman qadê dest bi pratîkê kir. Hevrêyê me ku demeke dirêj di nava pratîkên giran ên kedê de cih girt, di nava hevrêyên xwe de bi kesayetiya xwe ya kedkar , fedekar û bi helwesta xwe ya bê tawîz a li ser jiyan û xebata rêxistinî tê naskirin. Her tim xwedî moralek bilind bû û moralê derdora xwe bilind dikir. Hevrêyê me yê ku bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şehîdên wê yên nemir re xwedî girêdanek bênavber û azweriyeke mezin e, ti carî şehîdên me ji bîr nekiriye û jiyana wan bi hevrêyên xwe re parve kiriye. Ji bo ku têkoşîna me ya di bin pêşengiya felsefeya Rêber Apo de pêşketiye, baştir were fêmkirin, her tim di nava hewldanek de bû. Hevrêyê me Nûrhak ku li ser esasê bilindkirina nirxan bi xebata di nava Partiyê de cih girtiye, di avabûna gelek nirxan de bûye alîkar û coş û kelecana wî ya di nêzîkatiya li peywirên Partiyê de şopên nayê jibîrkirin li ser hemû hevrêyên xwe hiştiye. Hevrêyê me ku taybetmendiyên kesayetiya milîtanî ya ku di xeta Rêber Apo de dikare bersivê bide pêwîstiyên serdemê bi pêş xist û di demeke kurt de di xeta fermandariya pêşeng de pêşketineke mezin nîşan da, karî bi şêwazê milîtanî nêzî wezîfeyan bibe û bi serketineke bilind bi encam bike.

TOLHILDAN ARTÊŞ

Hevrêyê me Tolhildan li navçeya Dêrikê ya Merdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Lê ji ber tevî malbata xwe koçî navçeya Wêranşar a Rihayê bûn, li wir mezin bû. Ji malbata welatparêz ê hevrêyê me Tolhildan jî yên ku tevlî tevgera azadiyê bûn û têkoşiyan hebûn. Bi taybetî ji ber şehîdên wan jî hebû, bêhtir bû sedema xurtbûna têkoşînê. Hevrêyê me Tolhildan jî bi dilsoziya şehîdan û gerîla mezin bû. Dema ku bi van hestan mezin bû hem rastiya gelê me ya îroyîn û hem jî rastiya dijminê qirker ê mêtînger nas kir. Tevî ku çend salan xwendiye jî, dev jê berdaye û ji bo debara xwe kar kiriye.

Dema ku zarokên bêguneh ên gelê Kurd li Roboskiyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin û bûyera duyemîn a 33 guleyan pêk hat, hevrêyê me Tolhildan biryara têkoşîna li dijî vê dewleta faşîst da. Dikeve ferqa ku heta li çiya, deşt û her derê li dijî dewleta Tirk têkoşîneke bi şêwaza gerîla neyê meşandin, azadî pêk nayê û li ser vê bingehê lêgerîna xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla xurt dike. Hevrêyê me Tolhildan ku êş û azarên mezin ên gelê Kurd derxist zanabûnê, di salvegera Komkujiya Helebçeyê ya 16’ê Adarê de tevlî nava refên gerîla dibe. Ji bo tola hemû êşên ku li gelê me hatine kirin hilîne navê xwe jî dike Tolhildan.

Hevrêyê me Tolhildan ku di rojeke pir watedar de û li ser hîmekî xurt dest bi tevlêbûna xwe ya nav gerîla kir, pir zû hînî jiyana PKK'ê dibe, di rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê de xwe perwerde dike û dibe gerîlayekî bi coş. PKK’ê mîna jiyanek birûmet û xweş pênase dike û xwe bextewar dibîne ku beşdarî vê jiyana azad bûye. Ji ber ku diyar dike ku haya wî jê heye bê çima di nava PKK'ê de dijî. Diyar dike ku sîstema kapîtalîst a modernîteyê mirov robot kiriye, ew ji wateya wî dûr xistiye û nekiriye tiştekî. Ji ber vê yekê bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dike ku ji jiyana sîstemê dûr bikevin û tevlî jiyana azad a PKK'ê bibin.

Hevrêyê me Tolhildan ku di nava refên gerîla de xwe zû bi pêş xist û fêrî fezîletên leşkerî yên hunera gerîla bû, beşdarî perwerdeya pisporiya leşkerî dibe. Piştî ku xwe pêşxist û pispor bû, vê carê hevrêyên xwe perwerde dike û alîkariya wan dike. Hevrêyê me Tolhildan ku tiştên ji Partiyê hîn dibû û bi dilnizmî bi hevrêyên xwe re parve dikir, bû fermandarekî ku ji aliyê hemû hevrêyan ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Tolhildan weke pîvana bingehîn bi lêgerîn û hewldana ji bo bicihanîna her wezîfeya şoreşgerî ya jê re hatiye destnîşankirin, bi coşeke mezin serketinê esas digire.

Hevrêyê me Tolhildan di Gulana 2017’an de weke fermandarekî ciwan ê Apoyî yê xwedî siberojeke bi hêvî gihişt şehadetê. Têkoşîn û sekna hevrêyê me Tolhildan wê ji aliyê hevrêyên me ve mînak bê girtin û ji bo mezinkirina têkoşînê weke sedemek bê esas girtin. Hemû ciwanên Kurd, bi taybetî ciwanên Mêrdîn û Rihayê wê li ser şopa hevrê Tolhildanan bin têkoşîna wî esas bigirin û çeka wî li erdê nehêlin.

 AZAD AZADÎ

Hevrêyê me Azad, li xaka pîroz a Rihayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku li vê xakê hêviyên azadiyê yên gelê me yê welatparêz bi partiya me PKK'ê şîn bûn. Ji ber ku li Rihayê mezin bû ku li dijî nokoer û dagirkerên li Kurdistanê têkoşîneke mezin lê hate meşandin, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û bala wî çû ser têkoşînê. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger, mîna gelek malbatên Kurd li nava malbateke bi zor û zehmetiyên madî mezin bû. Ji ber vê yekê jî neçar ma ku di temenekî biçûk de bixebite. Hevrêyê me Azad ku piştgiriya madî da malbata xwe, mijara kedê zû nas kir û kesayetiya kedkar û berpirsyar bûn taybetmendiya sereke ya hevrêyê me. Hevrêyê me neçar ma ku sala 2010'an tevî malbata xwe koçî bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bike û di vê demê de cihêkarî û nêzîkatiyên faşîzan ên li hemberî gelê me ji nêz ve dît. Hevrêyê me ku têkoşîna me ji nêz ve nas kir, tevlî nava karên ciwanan bû û li dijî êrîşên asîmîlasyonê yên li ser ciwanên Kurd têkoşiya. hevrêyê me weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet qebûl nekir ku li hemberî êrîşên qirkirin û îmhayê yên li ser gelê me bêdeng bimîne û sala 2014'an li Mêrdînê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me ku perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketî qedand, bi kelecaneke mezin tevlî nava jiyana pîroz a PKK'ê bû û kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz ku bingeha jiyana gerîla ye. Bi enerjiya têkiliya hevrêtiyê ya xurt a PKK'ê, bi îrade û enerjiyeke mezin tevlî nava karên şoreşê bû û bi kesayetiya xwe ya kedkar di demeke kurt de bi jiyana PKK'ê re bû yek. Hevrêyê me Azad ku kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir esas, bi hesasiyeteke mezin Nêzî wezîfeyên şoreşê bû û tevlîbûneke bi mînak pêk anî. Ji bo hêviya paşeroja azad a gelê me şênber bike kete nava hewldanên mezin, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran jî di têkoşîna xwe de nîşan da. Hevrêyê me Azad bi perwerdeyê di taktîkên gerîla de pispor bû, derbasî qada Çarçella bû ku yek ji navendên têkoşîna gerîlatiyê ya li Kurdistanê ye û dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Di karên binesaziyê de ku pêwîstî bi ked û amadekariyên bingehîn ên şer hebû, demeke dirêj ma, kedeke mezin da û bi hewldan û pratîka xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Sala 2015'an di dema êrîşên îmha û dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger de di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû ku bersiva destpêkê da dijmin. Her tim ji xwe re kir esas ku tempoya tevlîbûnê bilind bike. Li cografya zehmet a Zagrosan bû xwedî tecrûbeyeke mezin û hem di nava jiyanê de hem jî di nava şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

Hevrêyên me Kemal, Dilgeş, Tolhildan, Nûrhak, Tolhildan û Azad bi tevlîbûna xwe ya cewherî û fedakar bi tevgera PKK'ê re bûn yek û mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."