HPG'ê 5 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Têkoşîna li ser xeta serketinê ji hevrêyên xwe re weke mîrate hiştin. Têkoşîna bi rûmet a hevrêyên me yên şehîd wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî mêtingerên ku dixwazin hebûna gelê me ji holê rakin her timî bi fedaîtî şer kirin. Ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad, gerîlayên me yên azad canê xwe feda kirine û di her şert û mercên giran de rûmeta gelê me parastine. Di sala 2017'an de jî ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger zêde bûn, ewladên leheng ên gelê me canê xwe kirin çeper û xaka Kurdistanê ya pîroz parastin û derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyên me Bêrîtan, Argeş, Bakur, Sîdar û Berxwedan jî li refên herî pêş cih girtin, bi fedaîtî şer kirin û tevlî şehîdên me yên nemir bûn. Bi jiyana xwe, tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê û rêbaza fedaî ya şer, bûn milîtanên mînak ên Apoyî û ji hevrêyên xwe re têkoşîna li ser xeta serketinê kirin mîrate. Têkoşîna bi rûmet a hevrêyên me yên şehîd wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bêrîtan Çiya
Nav paşnav: Aycan Baytar
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Songul-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Argeş Tolhildan
Nav paşnav: Ramadan Bedrî
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Hamîde-Bedrî
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Bakur Kûrtay
Nav paşnav: Yûsûf Ertaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Perîhan-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sîdar Adar
Nav paşnav: Adem Ozkan
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Mûazzez - Amhet
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Berxwedan Gelhat
Nav paşnav: Yakûp Donmuş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Koçê-Mûhyettîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

BÊRÎTAN ÇIYA

Hevrêya me Bêrîtan li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, di nava kevnşeopiyeke berxwedanê de mezin bû ku ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hate afirandin. Weke jineke ciwan nêzîkatiya mejiyê serwer ê mêr dît ku jinê çawa tune dihesibîne, jiyana koletiyê ya ku sîstem li ser jinê ferz dike ti carî qebûl nekir û di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerîna têkoşînê. Mîsyona pêşengiya ji civakê û şoreşê re ya ku Rêber Apo ji bo jinê destnîşan kir, bala hevrêya me Bêrîtan kişand û xwest hîn bêhtir PKK'ê nas bike, fêhm bike. Jin a ku di nava sîstemê de destûr jê re nedihate dayin ku bi tena serê xwe ji malê derkeve, li nava refên PKK'ê xwe ji nû ve afirand, di şer û jiyanê de li pêş cih girt. Vê yekê kir ku hevrêya me Bêrîtan hîn bi kûrahî bi têkoşîna me û felsefeya Rêber Apo ve bê girêdan. Hevrêya me di vê demê de hîn bêhtir lêkolîn kir, felsefeya Rêbertî bêhtir hîn bû û bêteredût tevlî nava refên têkoşînê bû. demekê li nava gel û ciwanan kar kir, rastiya jinê û civaka me ya li nava sîstemê ku tê binpêkirin, êrîşên asîmîlasyon, înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ji nêz ve nas kir. Di dema kar de gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate destgîrkirin, lê ti carî ji biryardarî û daxwaza xwe ya têkoşînê tawîz neda, bi zêdekirina têkoşîna xwe bersiv da dagirkeran. Di sala 2014'an de li hemberî êrîşên giran ên li ser gelê me, hevrêya me Bêrîtan gihîşt wê baweriyê ku divê sekneke şênber û tevlîbûneke xurt çêbike, bi vî rengî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û bersiva herî mezin û herî bi wate da êrîşên înkar û tunekirinê.

Hevrêya me li herêma Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû, piştî perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê bû xwedî baweriyeke hîn mezintir a bi xwe, ji bo tiştên hîn bûye bixe pratîkê tevlî nava karên şoreşê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên germ, ji dil û kedkar, zû hînî jiyana gerîla ya pîroz bû, li her qada ku lê ma bû hêz ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Bêrîtan bi hesasiyeteke mezin nêzî her wezîfeyê bû, ji bo karibe di taktîkên gerîlatiyê de bibe pispor hewl da, ji bo bibe milîtaneke mîna a xeta PKK û PAJK'ê bêrawestan kar kir. Hevrêya me gelekî hewl da ku di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de kû bibe ku bi kedeke bêhempa ya Rêberê me hate afirandin. her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê fedayî armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê me û paşeroja azad a gelê me kir. Hevrêya me Bêrîtan ku afirandina duhê fedaîtiyê ya di kesayetiya xwe de ji xwe re kir esas, navê hevrêya me Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe kir ku rê neda xiyanet û dagirkeriyê û di şexsê wê de xwedîdekretina li nirxên şehîdên me ji xwe re kir armanca bingehîn, ev yek di jiyan, tevlîbûn û şerê xwe de xiste pratîkê. Weke şopdarên Bêrîtan, Zîlan û Viyanan ku weke fermandarên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê xeta me ya têkoşînê gihandin serketinê, tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, bi têkoşîna xwe bû milîtaneke Apoyî ya hêjayî gelê me û şehîdên me yên pîroz, em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêya xwe Bêrîtan bi serketinê tacîdar bikin.

ARGEŞ TOLHILDAN

Hevrêyê me Argeş li Helebê ji dayik bû, li nava malbateke me ya hêja mezin bû ku bi nirxên welatparêziyê dilsoz bû û tevlîbûn li nava têkoşîna me çêkir. Ji ber welatparêziya malbatê, hevrêyê me Argeş hîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re Rêber Apo û PKK hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Tevlî nava karên ciwanan bû û bi vî rengî pêşengî ji zanebûna ciwanên Kurd re kir. Hevrêyê me Argeş fêhm kir ku gelê Kurd bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dikare bi rastî azad bibe û sala 2014'an biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe.

Hevrêyê me Argeş zû hînî şert û mercên giran ên gerîlayê yên li çiyayên Kurdistanê bû, hişmendiya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî bi exlaq û çanda PKK'ê xurt kir û bû nîşaneyek ji sadebûn û durustbûnê ku ji nirxên bingehîn ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û xebatkar, biçûk mezin hemû karên şoreşê bi daxwazeke mezin bi cih anî, bi van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi dînamîzma xwe ya ciwantiyê zû bi pêş ket, di nava pratîkê de hîn bû û bû gerîlayekî şareza û profesyonel. Ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, di wezîfeyên milîtaniya Apoyî de bû xwedî sekneke xurtj, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bû fermandarekî ciwan. Li hemberî pirsgirêkan ti carî lawaz nebû, di jiyana xwe ya şoreşgeriyê de ya bi îrade û daxwazeke mezin, bû xwedî meşeke serketî. Hevrêyê me Argeş bû yek ji hevrêyên me ku li refên pêş bersiv da êrîşên artêşa Tirk a mêtinger ên li ser herêma Zapê û derba destpêkê lê da. Di bin fermandariya fermandarê me yê nemir hevrêy Alî Piling de şer kir û li refên herî pêş tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin.

BAKUR KÛRTAY

Hevrêyê me Bakur li Wanê ji dayik bû û li nava malbateke kedkar mezin bû. Hevrêyê me ku di encama siyaseta dewleta Tirk a mêtinger de ya ku gelê me xizan dikir bi pirsgirêkên madî re rû bi rû ma, kete nava lêpirsîna sîstemê û di demeke kurt de rûyê rast ê dewleta dagirker dît. Hevrêyê me dît ku gelê me muhtacî pariyekî nan tê kirin, destûr nayê dayin ku bi nasnameya xwe ya azad bijî û gelek êrîş lê tê kirin. Lewma kete nava lêgerîna têkoşînê. Dema ku li metropolên Tirkiyeyê diçû zanîngehê, li hemberî êrîşên faşîst ên bi rêk û pêk ên li ser gelê Kurd, kete bin bandora têkoşîna rêxistinbûyî ya ciwanên Kurd, beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku têkoşîn ji bo parastina mafên rewa yên ciwanên Kurd dimeşand, hate girtin, lê belê hevrêyê me Bakur ev yek ti carî qebûl nekir û li hemberî mejiyê dagirker timî kete nava têkoşînê. Hevrêyê me ku li zanîngehê di beşa sosyolojiyê de dixwend, bala xwe çû ser fikrên Rêbertî, kete bin bandora felsefeya jiyanê ya xeta jiyaneke nû û bi rûmet. Hevrêyê me Bakur anî ziman ku dema pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêber Apo xwend, bersiv ji hemû pirsgirêkan re dît, rol û mîsyona dîrokî ya gerîlayên azadiyê dît û di sala 2014'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Piştî perwerdeya şervanên nû derbasî herêma Zapê bû, di demeke kurt de li çiyayên azad ên Kurdistanê bi jiyana azad re bû yek. Bi hezkirina hevrêtiyê û tevlîbûna xwe ya ji dil, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bû milîtanekî mînak ê PKK'ê. Di nava her şert û mercî de xwedî li mîrateya bi heybet a bi hezaran şehîdên me derket, bi fedaîbûnê ji xwe re kir armanca bingehîn ku derbên herî giran li dagirkeran bixe. Hevrêyê me Bakur li ser vê bingehê tevlî nava Hêzên taybet bû, kûrbûna xwe derbasî pratîkê kir û enerjiyeke mezin afirand. Hevrêyê me di felsefeya Rêbertî de gelekî kûr bû, agahî û danheviya xwe her tim bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi rêbaza xwe ya tevlîbûnê ya xurt û bi îdîa, zû bû pêşeng û her wezîfe jî bi serketî bi cih anî.

SÎDAR ADAR

Hevrêyê me Sîdar li Bazîda Agirî ya ku bi çanda xwe ya berxwedanê tê naskirin ji dayik bû û di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Hevrêyê me Sîdar jî mîna her Kurdekî ji temenê biçûk ve, aliyê qirêj û tarî yê dewleta mêtinger a Tirk nas kiriye û bi hêrseke mezin li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê mezin bû. Hevrê Sîdar ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve dişopand, ji bo hêza xwe li berxwedana gelê me zêde bike, her tim ked daye. Hevrêyê me Sîdar ku li zanîngehê li gel zor û zehmetiyên madî beşa tibî bi ser xist, di salên xwe yên zanîngehê de derfet dît ku têkoşîna me û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ku cewhera têkoşîna me ye, ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku fikrên Rêber Apo nas kir bêhtir bi têkoşînê ve hat girêdan, xizmet ji gelê me re kir û di xebatên tenduristiyê yên li Kurdistanê de demeke dirêj cih girt. Hevrêyê me ku di wê baweriyê de ye, divê bersiveke xurttir bide êrîşên li dijî hebûna gelê me tên pêşxistin, tercîha xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi rûmet danî û sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Sîdar ku perwerdehiya xwe ya şervaniya nû li qadên herî zehmet û dijwar Cîlo diqedîne, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk ya li ser gerîlayên azadiyê cihê xwe di çeperên herî pêş de girtiye û di dîroka me yê berxwedanê de bûye milîtanek bi mînak. Hevrêyê me yê ku xwe zû hînê jiyana çiya û erdnîgariya pîroz a Kurdistanê kir, bû şopdarê felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan. Hevrêyê me yê ku bi jêhatîbûna xwe ya di demek kin de bi dest xistiye bû gerîlayek pispor, beşdarî gelek çalakiyan bû û di lêdana derbên giran li dagirkeran de xwedî kedeke mezin bû. Hevrêyê me Sîdar ê ku roj bi roj xwe pêş dixe û bi hevrêyên xwe re girêdanên xurt ava dike, ji ruhê xwe yê kedkariya komunal tawîz nade. Ji ber vê di her hawîrdorê de hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Sîdar ku dibîne şert û mercên herî dijwar bingeha têkiliyên herî xurt ên hevrêtiyê ava dike, di pratîka xwe ya di jiyana xwe ya gerîla de ti carî ji xeta hevrêtiya PKK'ê ya pîroz tawîz nedaye û her tim ji bo xurtkirina wê hewl daye. Hevrêyê me yê ku bûye şopdarê xeta fedaî û kiriye navenda jiyana xwe, bi pratîk û tevlîbûna xwe ya jiyanê û şer nîşan daye. Hevrêyê me Sîdar ku bi tevlîbûna li pratîka zehmet a Zagrosan re di demeke kurt de bû milîtanekî pêşeng û gerîlayekî jêhatî, her kêliya xwe ji têkoşîna şoreşê re veqetand û mîrateya şehîdên me yên nemir parast û ev yek ji bo mezinkirinê esas girt.

BERXWEDAN GELHAT

Hevrêyê me Berxwedan li Sîlopîya navenda berxwedanê ya welatparêzên Botanê ji dayik bû û di malbateke welatparêz de mezin bû. Herêma Botan ku di hedefa pêkanînên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de ye, di heman demê de bûye navenda ku xeta welatparêziyê ya li dijî faşîzmê derket pêş û çanda serhildanê afirand. Hevrêyê me Berxwedan di temenê xwe yê biçûk de şahidê pêkanînên nîjadperest û pêkanînên qirkirinê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bûye. Hevrêyê me Berxwedan ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi hêrs bû, hêrsa xwe birêxistin kir û veguherand qada têkoşînê ya xurt. Hevrêyê me yê ku ketiye ferqa, azadiya gelê Kurd û axa Kurdistanê bi berxwedana gerîla yê dîrokî dikare bê rizgarkirin, di sala 2014’an de dema ku êrîşên dijwar li dijî gelê me hatin kirin, tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me ku li Botanê mezin bûye ku bi rabirdûya xwe ya berxwedêr tê naskirin, heman ruhê berxwedêr û şoreşger bi felsefeya Rêber Apo re kiriye yek û di demeke kurt de veguheriye gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku bi tecrubeyên ku bi dest xistibû, her tim bi biryar bû ku li qadên herî dijwar di têkoşîna gerîla de bimîne, berê xwe da Zagrosê, li dijî dagirkeran beşdarî berxwedanê bû û têkoşîneke bi bandor meşand. Hevrêyê me Berxwedan ku bi kesayeta xwe ya dilpak û kedkar di jiyanê de derketiye pêş, li ser esasê pêkanîna tiştên ku hîn bûye, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re dewlemend kiriye û di tevahî jiyana xwe ya têkoşînê de bûye xwedî tevlîbûnek xurt a xeta Apoyî. Hevrêyê me ku li qada Çarçella ya Cîloyê li dijî dagirkeran bi rengekî fedaî cihê xwe di çeperên herî pêş ên berxwedanê de girt, çawa ku di şer de fedaîbûnê esas girt, di jiyanê de jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me yê ji bo di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike her tim dixwîne û lêkolîn dike, her tim têkoşîna xwe bi girêdana rastiya şehîdên PKK'ê meşand."