HPG’ê 4 gerîla bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîla bi bîr anî yên ku li qada Çermê ya Çewligê de di operasyonê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên ku li qada Çermê ya Çewligê şehîd bûne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di daxuyaniya me ya di 27’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 22’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li Qada Çermê ya Çewlikê operasyonek daye destpêkirin û di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Me ragihandibû ku di vî şerî de 4 rêhevalên me şehîd bûne. Rêhevala me Şevîn Bîngol a ku di Fermandariya Eyaleta Erziromê de ye û rêhevalên me Amargî, Bahoz û Dijwar di vê serdema berxwedanê ya dîrokî de destaneke qehremaniyê nivîsandine û şehîd bûne. Ev rêhevalên me yên ku li Kurdistanê li hemberî her cure dagirkeriyê bedena xwe kirine sîper, careke din nîşanî dost û dijminan dane ku wê her bihust axa Kurdistanê biparêzin. Rêhevalên me yên şehîd ên ku derbên giran li dijmin dane, nasnameya wan wisa ye:

Nasnav: Şevîn Bîngol

Nav û paşnav: Hulya Kul

Cihê jidayîkbûnê: Çewlig

Navê dê û bav: Makbûle - Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Tîrmeha 2019’an/Çewlig

 

Nasnav: Amargî Zîlda

Nav û paşnav: Bahar Ûçak

Cihê jidayîkbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Melkînas - Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Tîrmeha 2019’an/Çewlig

 

Nasnav: Bahoz Welat

Nav û paşnav: Cîhan Akalin

Cihê jidayîkbûnê: Mûş

Navê dê û bav: -

Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Tîrmeha 2019’an/Çewlig

 

Nasnav: Dijwar Zagros

Nav û paşnav: Şerzat Hasanî Azer

Cihê jidayîkbûnê: Ûrmiye

Navê dê û bav: Şerîfe - Mîraz

Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Tîrmeha 2019’an/Çewlig

HULYA KUL (ŞEVÎN BÎNGOL)

Rêheval Şevîn di sala 1978’an de li Çewligê ji dayîk bûye. Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd tu carî hestên xwe yên welatparêziyê winda nekiriye û van hestên xwe roj bi roj xurt kiriye. Rêheval Şevîn di sala 1996’an de tevlî nav tevgera PKK’ê bûye û bersiveke xurt daye pergala faşîst. Li qadên gerîlayan 23 salan têkoşiyaye û bûye fermandareke gerîlayan a li ser xeta azadiyê jine ya Rêbertî. Rêheval Şevîn li gelek qadên Kurdistanê têkoşiyaye û bi tevlêbûna xwe ya kedkar û fedakar diyar kiriye ku PKK tevgereke kedê ye. Rêheval Şevîn ji bo azadiya gelê Kurd kedeke mezin daye û li qada ku herî dawîn lê bû, li hemberî êrîşên dijmin bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

BAHAR ÛÇAK (AMARGÎ ZÎLDA), CÎHAN AKALIN (BAHOZ WELAT), ŞERZAT HASANÎ AZER (DIJWAR ZAGROS)

Rêhevalên me Amargî, Bahoz û Dijwar jî di demên herî dijwar ê şer de tevlî nav refên gerîlayan bûne û li hemberî êrîşên dijmin peywira xwe ya milîtaniyê di asta herî jor de pêk anîne. Rêhevalên me li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê bûne şervanên berxwedêr. Her sê rêhevalên me bûne neferên şoreşa Kurdistanê.

Malbatên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bidomînin.”