HPG'ê 3 şehîd bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û got, "Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja wê teqez bi serketinê bêne tacîdarkirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser gerîlayên şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Hevrêyên me Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo ku salên dûr û dirêj di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cih girtin û bi dilsoziya xwe ya bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û sekna li xeta jinê ya azad bûne fermandarên mînak, 12'ê Mijdara 2019'an di êrîşên dewleta Tirk a qirker de şehîd bûn. Ev hevrêyên me bi kedkarî û fedakariyeke bêhempa tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn û bûn nûnerên rasteqîn ên dilsoziya bi nrixên azadiyê û durustiyê. Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja wê teqez bi serketinê bê tacîdarkirin. Di salvegera şehadeta hevrêyên xwe de em wan bi hurmet û minet bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan re dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Peyman Bagok
Nav paşnav: Hulya Mercan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sureyya-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Agirî Gabar
Nav paşnav: Xezal Temel
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Çavrê Cîlo
Nav paşnav: Hêlîn Karadenîz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rahîme-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

PEYMAN BAGOK

Kurdistan ku dilê cografya Mezopotamyayê ye ku Şoreşa Neolîtîkê lê pêk hat, pêşengî ji avabûna nirxên civakî yên bingehîn re kir ku bû dergûş ji dîroka mirovahiyê re. Li vê xaka pîroz ku mîrateyeke bi heybet a bi pêşengiya jinê hate afirandin û ti carî jê naçe, bi hezaran sal in êrîşên bêrehm li gelê me hatine kirin, nasnameya jin a azad a pêşenga civaka me hate tunekirin û ew kirin kole. Civaka me ku yek ji gelên herî qedîm ên cîhanê ye; bû hedefa êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê û mîna ku Rêber Apo dibêje, 'Di bin zexta qirkirinê' de hate hiştin. Rêber Apo bi partiya me PKK ev rêveçûna berevajî ya dîrokê sekinand û civaka kurd a li ber tunebûnê bû ji xweliyên xwe ji nû ve afirand. Ciwanên Kurd ên ku paşeroja gelê me û gelên bindest e, jinên Kurd ên afirînerên Çanda Xwedawendiyê, bi tevlîbûna li nava refên têkoşînê bersiv dan keda bêdawî ya Rêberê me. Gelê me bi serhildanan silav da partiya me PKK'ê û her bihosta xaka Kurdistanê veguherand qada têkoşînê. Jinên Kurd ên ku nasname, ziman, çand û pêşengî jê hate standin, dîwarên di mejiyan de hatin lêkirin hilweşandin û cihê xwe di nava refên herî pêş ên têkoşîna me de girtin, pêşengî ji meşa azadiyê ya gelê me re kirin. Ev çanda şoreşgerî ya PKK'ê afirand, li bajarên Kurdistanê hemû belav bû.

Têkoşîna me nifşekî nû afirand ku bi berxwedanê mezin bû û li ser bingeha îradeya Apoyî li ser xeta serketinê dimeşe. Bajarê me Mêrdîn jî ji destpêkê ve bi coşeke mezin xwedî li têkoşîna me derket. Hevrêya me Peyman a ku li gundê Fitnê yê Dêrikê li nava malbata Mercan ji dayik bû, li cografya bihuştê ya Kurdistanê bi dilsoziya bi nirxên bexwedanê yên Kurdistanê û kedê mezin bû. Li nava malbateke welatparêz, bi lehengiya dîrokî û berxwedana gerîla, her wiha bi dîtina rûyê komkujî û qirker ê dewleta Tirk a faşîst mêtinger mezin bû. Bi hişmendiya xurt a welaparêziyê ya ji warê xwe wergirtî, zû mezin bû û di temenê xwe yê ciwantiyê de ji bo azadiya gelê me berpirsyariyên mezin da ser milê xwe. Di bihara 1991'ê de xatir ji cihê lê ji dayik bû xwest û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêya me Peyman weke gerîlayeke pêşeng gav bi gav li cografya Kurdistanê geriya, qadek nehişt ku lê tênekoşiya, ked neda, xwêdan nerijand. Li ser rêya Rêber Apo meşiya, xwe bi kedê afirand û di nava 28 salên gerîlatiyê de serketin û kêliyên bêhempa ava kir. Li herêmên Zap, Avaşîn, Xakurkê, Botan, Qendîl, Dersim, Heftanîn û Metînayê bi gerîlatiyê timî li pêş bû. Di salên destpêkê yên gerîlatiya xwe de li herêma Xakurkê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nas kir, pê re ma û di bin fermandariya wê de şer kir. Hevrêya me Peyman dilsoziya xwe ya bi felsefeya Rêbertî, serweriya xwe ya li Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê bi pratîka xwe bi xurtî nîşan da. Li ser xeta Rêbertî meşiya û bû mînaka şênber a nasnameya jin a azad a xwedawendiyê. Ji artêşa azadiyê ya gelê me ji ARGK'ê heta bi HPG'ê, ji destpêka artêşbûna jinê ji YAJK'ê heta bi YJA Starê şahidî ji her kêliya têkoşîna me re kir, cih di nav de girt, ked da, şer kir, bû fermandar, şer bi rê ve bir û di her kêliya têkoşîna me ya azadiyê de li refên herî pêş bû. Hevrêya me di demên herî zehmet de bal hilgirt, bû fermandara şer û parêzvana bêteredût a xeta partiyê. Li gel danheviya xwe ya mezin û tecrûbeya xwe ya bêdawî, bi kesayetiya xwe ya dilnizm dihate naskirin û cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt. Her tim da ser şopa têkoşînê ya şehîdên me yên nemir. Di têkoşînê de gelek fermandarên pêşeng û şervan gihand, ruhê Bêrîtan û xeta Zîlan gihand hevrêyên xwe yên ciwan. Li qadên ku ked da, hevrêyên xwe xurt kir û li gorî pêwîstiyên demê amade kir. Bi tecrûbeya xwe û meşa li ser xeta Rêbertî, ji hevrêyên xwe hemûyan re bû hesteke xurt a baweriyê, di demên herî krîtîk de wezîfeyên herî girîng bi cih anî. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an û derbasî herêma Dersimê bû, ji bo serxistina pêngavê gelekî hewl da. Sala 2013'an tevî ku derbasî qdaa Başûr bû, hevrêya me Peyman timî dil û rûyê wê li Bakurê Kurdistanê bû, ku timî dixwest li vê qadê têbikoşe.

Hevrêya me Peyman weke şoreşgereke ku îdeolojiya azadiyê pejirandî, xwedî hişmendiyeke xurt a zayendî bû. Di têkoşîna zayendî de timî xwedî sekneke bi bandor bû, ti carî rê neda nêzîkatiyên kevneşop û paşverû. Di hezkirina hevrêyan û PKK'ê de sînor nas nedikir, bi hevrêtiya xwe ya ji dil tevlîbûneke mînak kir. Di parastina nirxên partiya me de bi hesasiyeteke mezin tevgeriya. Ti carî ji rastiya şehîdan qut nebû, li ser hevrêyên xwe hemûyan ên nas dikir û şehîd bûn di rojnivîska xwe de bi hesasiyeteke mezin nivîsî û ew bi hevrêyên nû re da naskirin.

Hevrêya me Peyman Bagok ku endama Meclîsa PAJK'ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê bû, di 28 salên şoreşgeriya xwe de bêteredût li ser xeta Rêber Apo meşiya, alên PKK û PAJK'ê bi serbilindî hilda. Ji fermandariya eniyê heta bi hemû wezîfeyên li qadê meşandî, her kar bi rengekî hêjayî wê be bi ser xist. Dema ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya, di encama êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Hevrêya me Peyman mîrateyeke têkoşînê ya dîrokî li pey xwe hişt. Têkoşîna fermandara me ya nemir hevrêya me Peyman wê ji aliyê hevrêyên wê ve teqez bê biserxistin.

AGIRÎ GABAR

Hevrêya me Agirî ku ji eşîra Botî ya welatparêz e, li gundê Gordila yê Şirnexê ji dayik bû û bi çanda berxwedanê ya Botanê ya qedîm mezin bû. Li cihê ku fîşeka destpêkê hate teqandin, li rêyên ku Egîdan lê meşiyan, li xaka ku Adilan, Gulbaharan lê têkoşîn meşandin, bi rastiya têkoşînê ya xelkê Botanê yê esîl mezin bû. Ji ber welatparêziya malbata wê û hezkirina ji çiyê û hevrêyan, berê wê da jiyana gerîla ya pîroz. Bi dilê xwe yê ku nekarî xwe li zilma dijmin a li ser gelê me rabigire, sala 1998'an tevlî nava refên gerîla bû, di meşa xwe ya azadiyê de timî xwe bi îdeolojiya Rêbertî gihand û bi biryardarî têkoşiya. Hevrêya me Agirî di têkoşîna gerîla de li gelek qadan ked da, bi eşqa xwe ya li çiyê bi taybetî jî Zagrosan, berê xwe da çiyayên bi heybet ên Zagrosan. Hêrsa xwe ya li hemberî xiyanetê, dilsoziya bi hevrêyên xwe re, ji bo hilanîna tola şehîdan û zilma li gel tê kirin, veguheran têkoşînê û bi coşeke mezin dest bi bicihanîna vê wezîfeya pîroz kir. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil û xwezayî, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, Partiyê û gel re ji bo xwedî li keda rêxistinê derkeve kete nava hewldaneke mezin.

Bû şopdara pêşengên me yên partiyê ku xwe deyndarê gelê xwe didîtin û her tim hewl da ku wezîfeya jê re hatiye dayin bi rengekî hêja bi cih bîne û têkoşîn û biryardariyeke bi vî rengî ji xwe re kir esas. Bi armanca xwegihandina Rêbertî, rojekê hembêzkirina Rêbertî têkoşiya û ji bo şikandina tecrîdê gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîneke hîn xurtir bê meşandin, lewma timî dixwest biçe qada pratîkê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li herêmên Gabar, Besta û Qendîlê weke fermandareke pêşeng a YJA Starê li her qadê têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî û bû hevrêya hevrêyên xwe. Di mijarên leşkerî de timî xwe kûr kir û her tim hewl da ku xwe perwerde bike. Ji bo vê kûrbûna xwe mezintir bike, ji bo bibe xwedî pratîkeke encamgir û di xeta Rêbertî de bêhtir kûr bibe, sala 2000'î tevlî nava Hêzên Taybet bû. Di xeta Zîlan de li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me, weke milîtaneke PKK-PAJK'ê çanda Apoyî li cewhera xwe neqişand û bi kûrbûna xwe ya fedîtiyê li her qada jiyana xwe sekneke fedaî nîşan da, bû fermandareke pêşeng. Hevrêya me Agirî ku şervaneke xurt a Xeta Azadiyê ya Jinê bû, hişmendiya azadiya jinê kir rêgeha bingehîn a jiyana xwe, kesayetî û sekna xwe li ser vê bingehê da rûniştandin. Di pêvajoyê zehmet de ku hewl dihate dayin hêviya azadiyê ya gelê me PKK bi tasfiyekariya navxweyî teslîm bê girtin û tunekirin, hevrêya me Agirî di xeta milîtaniya Apoyî de israr kir, bi sekn û têkoşîna xwe ji bo têkbirina van hewldanên tasfiyekar kedeke mezin da.

Piştî banga Rêberê me ku li hemberî van êrîşên tasfiyekar digot, 'Yên ji min hez dikin bila berê xwe bidin Botanê', hevrêya me Agirî jî careke din weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng berê xwe da xaka Botanê. Di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de gelek çalakî bi rêxistin kir ku derbên giran li Botanê li dijmin hate xistin û tevlî van çalakiyan bû. Hevrêya me Agirî bi kesayetyia xwe ya şervanî tirs berda dilê dijmin, bi van taybetmendiyên xwe hêz da hevrêyên xwe. Piştî ku demeke dirêj li qada Botanê gerîlatî kir, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li vir tevlî perwerdeya Ocaxa PKK'ê bû, derfet dît ku pratîka xwe ya Botanê binirxîne û dersan jê werbigire. Ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî rast fêhm bike û bi cih bîne, hevrêya me Agirî kedeke mezin da û sala 2015'an ku kiryarên qirker ên dijmin ên li ser gelê me gihîşt asta herî bilind, careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bû. li hemberî êrîşên dijmin di xeta milîtaniya fedaî de şer kir û taybetmendiyên fermandariya serdema nû temsîl kir. Hevrêya me Agirî bi têkoşîna xwe sekna jinên Kurd a li dijî dijmin bi şênberî raxist pêş çavan.

Taybetmendiya herî li pêş a hevrêya me Agirî ew bû ku dijmin fêhm kiribû. Ev têgihiştina wê kir ku li gel hevrêyên xwe, mil bi mil têbikoşe û xwe ji nû ve biafirîne. Li xaka Botanê ku dergûşa berxwedêriya Kurdistanê ye, pêşengî ji têkoşîna leşkerî re kir, her bihosta xaka wê şahidî ji dîroka lehengan re kiriye, li warê Çîçek, Gulbahar û Adilan bû şopdara wan. Hevrêya me Agirî tevî ku di têkoşînê de 2 caran birîndar bû, bi îradeya xurt a Apoyî zû rehet bû, vegeriya têkoşînê û careke din cihê xwe li nava refên hreî pêş girt. Ruhê serketinê di kesayetiya xwe de afirand, ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe li qadên şer ên herî giran wezîfeya fermandariyê bi rengekî hêja bi cih anî.

Bi pênaseya 'Fedaîtî cehwera jiyanê ya PKK'ê ye' ya Rêbertî, ji tevlîbûnê heta şehadetê bû xwedî sekneke fedaîtiyê, têkoşîna xwe timî bilind kir û bû xwedî tevlîbûneke mînak.

ÇAVRÊ CÎLO

Gelê me yê Amedê ku bi tevlîbûna bi hezaran zarokên leheng di têkoşîna azadiya gelê me de erka xwe ya welatparêziyê bi cih anî û bi serhildanên li dijî dijmin helwesta xwe ya bê navber nîşan da. Îro jî weke berê bi awayekî mafdar vê erkê bi cih tîne. Hevrêya me Çavrê di malbateke welatparêz de ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêl daye, hatiye dinê. Hevrêya me Çavrê ji ber hawîrdora ku lê dijî û birayê wê gerîlayê azadiyê bû, partiya me PKK’ê û milîtanên pêşeng ji zarokatiya xwe ve nas dikir. Ji ber vê yekê hevrêya me Çavrê ji biçûktiya xwe xeyal dikir ku li ser şopa birayê xwe yê mezin Kurtay Amed (Osman Karadeniz) bimeşe û bibe gerîla. Dema ku gihişte ciwantiya xwe, rastiya gelê me û rastiya dijminê ku dixwaze rastiya me qetil bike, baştir fêm kir. Bi taybetî jî ji ber polîtîkayên bê kok kirinê û ji têkoşînê dûr xistinê ya dijmin a li dijî pêşengên civakê ciwan û jinan, gelekî hêrs bû. Ji bo vê jî tevlî xebatên ciwanan bû û li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin şer kir. Hevrêya me Çavrê di van xebatan de bi helwesta xwe ya milîtanî, bi gotinên zelal û bi ramanên xwe yên afirîner bûye pêşeng. Bi vê yekê re hişt ku bi sedan ciwan hişyar bibin û li hember dijmin şer bikin û bi dehan ji wan berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibin. Hevrêya me Çavrê ku di destpêka jiyana xwe ya têkoşînê de bi taybetmendiyên fermandariyê ve girêdayî bû, di heman demê de xwest têkoşîneke hîn çalak û bi encam bimeşîne û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, ku ji zarokatiya xwe ve xeyala wê dikir. Li ser vê bingehê di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Çavrê ku li herêma Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû, li vir perwerdeya şervanên nû dît. Hevrêya me Çavrê ji ber xwestek, îradeya xwe ya mezin û bi tercîheke nû ya jiyanê tevlî nava refên gerîla bû, di demeke kin de bi jiyana çiya û gerîlatiyê re entegre bû. Bi taybetî jî heyranê xwezaya bi heybet a Avaşînê bû û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşiya. Dizane ku ji bo ev meşa azadiyê li ser bingehên saxlem pêş bikeve, divê felsefeya Apoyî ku di esasê xwe de azadiya jinê ye, baştir fêm bike û di jiyana xwe de pêk bîne. Bi vê armancê parêznameyên Rêbertiya me û biryarên wî yên di mijara azadiya jinê de bi baldarî û bi giranî xwend û hewl da ku wan fêm bike û tiştên ku têgihîştiye bide jiyîn. Hevrêya me Çavrê ku heta astek xwe di felsefeya Apoyî de pêş xist, di heman demê de dest bi amadekariya rewşa şer a muhtemel kiriye. Hevrêya me Çavrê bi baweriya ku weke gerîlayek YJA Starê jin dikare gelek tiştan bike, bi taybetî bal kişandiye ser hunera şer. Di gerîlatiyê de ku taktîka sereke ya şerê me yê azadiyê ye, roj bi roj kûrtir bûye û bi desteka hevrêyên xwe ezmûnên bi salan bi dest xistiye. Li herêma Avaşînê ya ku nêzî 3 salan lê têkoşiya, weke gerîlayekî jêhatî derket; Ji bo xwe di şêwazê şerê gerîla de hîn kûrtir bike û li ser bingeheke zanistî pêş bixe, derbasî herêma Garê bû. Bi perwerdeya ku li vir girt, bi taybetî di beşa sûîqestê de pispor bû.

Hevrêya me Çavrê ku piştî perwerdehiya xwe bi serkeftinek mezin bi dawî kir, vegeriya herêma Avaşînê, vê carê êdî fermandara YJA Starê ye. Hevrêya me Çavrê ku erka fermandariya yekîneyê girtibû ser milê xwe, bi saya taybetmendiya kûr a fermandarekî jêhatî, li hemberî şer a muhtemel xwe û hevrêyên xwe ji bo şer amade dike û kedeke mezin da. Hemû ezmûnên xwe yên jiyan û leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir û roj bi roj wan perwerde kir ku bibin milîtanên Apoyî. Hevrê Çavrê ku bi xwe beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Avaşînê bû, rola xwe ya pêşengtiyê bi rêk û pêk bi cih anî. Şehadeta birayê wê yê mezin hevrê Kurtay di sala 2015’an de li herêma Mêrdîn’ê hêrsa li hember dijmin zêdetir kir. Ji ber hêrsa xwe veguherand qada têkoşînê, di her hawîrdorê de bû yek ji parêzvanên herî dilpak û radîkal ên prensîb û jiyana Partiyê. Di xeta Rêber Apo û şehîdan de roj bi roj xwe kûrtir kiriye, zelaliya bîrdozî bi dest xistiye û di warê leşkerî de jî xwe bi hêz kiriye. Bi van taybetiyên xwe re karîbû bibe yek ji fermandarên jin ên pêşeng ên serdema nû. Ji bo tola hemû şehîdên me bi taybet birayê xwe, azadkirina gelê me û li cihê ku dijmin serdeste derbe lêbixe, xwest biçe Bakurê Kurdistanê û li ser vê yekê israr kir. Hevrê Çavrê ku her kêliya xwe li ser pêşengiya Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî li Bakûrê Kurdistanê rawestiya, di heman demê de ji ezmûn û zanebûna mezin a fermandarê xwe Peyman Bagok ku pê re xebitî, sûd wergirt. Di şexsê hevrêya me Çavrê ku bi bawerî û dilsoziya xwe ya ji bo xeta azadiya jinê, bi kûrbûna xwe ya di îdeolojiya Apoyî de û bi zelalî û hêza xwe ya leşkerî, pêşeng û fermandara fedakar a YJA Starê ya Gerîlaya Modernîteya Demokratîk e, bibin layiqî hemû şehîdên xwe.

Em ji hemû jinên berxwedêr ên li çiya û kolanan ji bo azadiya xwe têdikoşin û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re, di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Peyman, Agirî û Çavrê re ku di sedsala 21’an de kedên mezin dane, em sersaxiyê dixwazin.”