HPG'ê 3 gerîlayên li Çewlikê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên roja 18'ê Gulanê li Çewlikê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bûn, eşkere kir.
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên roja 18'ê Gulanê li Çewlikê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî da:
"18'ê Gulanê, artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Xebat a ser bi navçeya Azarpêrt a Çewlikê dest bi operasyonê kiribû. Artêşa TC a dagirker ku ji erdê ve nekarî bi hêzên me, bi gelek helîkopterên Kobra bombe li herêmê barand. Li hemberî vê teknîka zêde, hêzên me yên gerîla li dijî hêzên dijmin şer kirin. Hevrêyên me Ezda, Newal û Rûmet di vî şerî de bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kirin û gihîştin şehadetê.
Ev ewladên pêşeng ên gelê me, ku li dijî neheqî û bê edaletiyê têdikoşiyan, her roja li nava refên gerîla ku jiyaneke rûmet û azad e weke jiyana xwe pejirandin. Ev berxwedana bi rûmet û bi heybet a gelê Kurdistanê weke sekna pîroz a jiyana azad pejirandin û di vê oxirê de ji bo parastina gel û nirxên xwe, canê xwe feda kirin û şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her sê gerîla wiha ye:
Nasnav: Ezda Dijwar |
Nasnav: Newal Asmîn |
Nasnav: Rûmet Rênas |