HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe Kemal û Rustem teqez bi ser bixînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di 3'ê Cotmeha 2020'î de di êrîşên artêşa Tirk a mêtinger de yên li herêma Amanosê, hevrêyên me Kemal Çiya û Rustem Efrîn ên ku demeke dirêj li Amanosê gerîlatî kirin û bi çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me li qada dijwar a Amanosê bi fedakarî û tevlîbûna xwe ya bi rêbaza fedaîtiyê pêşengî kirin, di xurtkirina şerê me yê azadiyê de bi roleke girîng rabûn. Van hevrêyên me yên hêja her kêliya xwe bi mezinkirina têkoşînê û misogerkirina azadiya gelê me derbas kirin û weke pêşengên gelê me cihê xwe yê bi rûmet di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Hevrêyên me Kemal û Rustem mîrateyeke dewlemend a têkoşînê ji hevrêyên xwe re xistin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna van hevrêyên xwe teqez bi ser bixînin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Kemal Çiya
Nav paşnav: Ahmet Aza
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Zeynep-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Cotmeha 2020 / Amanos

Nasnav: Rustem Efrîn
Nav paşnav: Alî Adnan Şêr
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Filyar-Adnan
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Cotmeha 2020 / Amanos

KEMAL ÇIYA

Efrîn ku bi welatparêziya xwe û çanda Kurdîtiyê tê naskirin û li dijî êrîşên rejîmên qirker her tim bi rengekî dîrokî li ber xwe daye, ji ber vê taybetmendiya xwe di gelek serdemên dîroka Kurdistanê de tevlî nava berxwedanê bûye, ewladên xwe yên herî hêja di oxira azadiya gelê me de bêteredût tevlî nava refên têkoşînê kiriye. Ji ber vê yekê Efrîn ji bo gelê me her tim xwedî cihekî taybet e. Hevrêyê me Kemal jî li nava civakeke ewçend welatparêz, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di heman demê de ji malbat û xizmên wî yên nêz, tevlîbûn li nava refên azadiyê hebû. Hevrêyê me Kemal firsend dît ku hîn biçûkanî hevrêyên me nas bikin ên li herêma Efrînê kar dikirin, kete bin bandora nêzîkatiyên van hevrêyên me, Partiya me di şexsê van hevrêyan de nas kir û hîn biçûkanî dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Her ku mezin bû partiya me baştir nas kir û roj biroj felsefeya Rêberê me fêhm kir. Hevrêyê me Kemal destpêkê bi hestewarî bandor li ser bû be jî piştre xwe bi pêş ve bir û bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Kemal sala 2012'an beşdarî nava refên gerîla bû, perwerdeya destpêkê bi serketî qedand û derbasî herêma Zapê bû. Demeke dirêj li herêma Zapê bi kesayetiya xwe ya pak û kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Dema ku li Zapê bû xwe hîn bêhtir perwerde kir, ji bo şerekî mezin ê gengaz amade kir. Ji bo vê jî di mijara taktîkên gerîla yên bingehîn de, her wiha ji aliyê bikaranîna gelek çekan ve xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş ve bir. Hevrêyê me Kemal bi taybetî di çeka giran de xwe kir pispor, demekê perwerdeya çeka giran jî da û danheviyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me ku bi dilnizmiya xwe dihate naskirin, têkiliyeke xurt a hevrêtiyê bi hevrêyên xwe re danî, tiştên hîn bû hînî hevrêyên xwe dikir. Hevrêyê me Kemal ku ji fermandarên me yên nemir ê emrê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê me Şehîd Sîpan Efrîn perwerde wergirtibû, derfet dît ku demekê pê re têkoşînê bimeşîne, di şexsê Şehîd Sîpan de gihîşt wê biryarê ku bi xurtî xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdan derkeve û bi ser bixîne. Hevrêyê me Kemal ku zanîbû divê milîtanekî pêşeng tenê xwe bi taybetmendiya leşkerî bi sînorkirî nehêle, bi vê têgihiştinê di çarçoveya parêznameyên Rêbertî de giranî da ser perwerdeyên îdeolojîk. Hevrêyê me Kemal ku weke şoreşgerekî yekbûyî xwe bi pêş ve bir, her wezîfeya jê re hate dayin bi biryardarî bi cih anî. Sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî qadên Rojava û Şengalê kirin û hewl dan komkujiyan bikin, ji bo tevî gelê me têbikoşe, xwest berê xwe bide van qadan. Bi vê armancê dawiya sala 2014'an derbasî Şengalê bû, li vê derê tevî gelê me beşdarî berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyan bû. Di şer de bi tevlîbûna xwe ya bi pîvanên fedaîtiyê û fedakariyê, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Kemal roj bi roj tecrûbeya xwe ya şer zêde kir, di demeke kurt de gihîşt asta fermandariyê û pêşengî ji şer re kir. Di nava şerê giran de ji bo jiyaneke azad a xelkê me yê Şengalê kûr bû, ev kûrbûna xwe bi xelkê me yê Şengalê re parve kir û wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi cih anî. Di salên 2015-2016'an de Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê ji nêz ve şopand. Bi baweriya bilind a ji bo bicihanîna tecrûbeyên xwe yên şer li Bakurê Kurdistanê, pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

Ji ber ku pêşniyar û pratîka wî hevgirtî bû, pêşniyara wî hate qebûlkirin û biryar hate dayin ku derbasî Amanosan bibe. Hevrêyê me Kemal derfet dît ku tecrûbeya xwe ya şer li qadeke nû bixe pratîkê, bi vê kelecan û biryardariya mezin berê xwe da Amanosan. Amanos di zarokatiya wî de timî mîna çiyayekî efsanewî li ber çavên wî bû, lewma vegera hevrêyê me Kemal mîna gerîlayekî li Amanosan ji bo wî bû cihê serbilindiyê. Êdî ew ê jî karîbûya bibûya fermandarekî efsanewî yê Amanosan û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de bigirta. Bi vê hest û kûrbûnê çû Amanosan û hîn ji destpêka pratîkê ve cudahiya xwe nîşan da. Li qada Amanosê ku pêwîstî bi fedakarî û kedeke mezin heye, bi van taybetmendiyên xwe di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê, di demeke kurt de bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Kemal tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin hatin xistin. bi vî rengî tola hevrêyên xwe hilanî yên ku di Berxwedana Xwerêveberiyê de şehîd bûn. Lê belê ti carî xwe têr nedît, timî kûr dibû ku derbên hîn girantir li dijmin bixe. Nêzî 3 salan li Amanosan bêhesab û bi rengekî fedaî tevlî bû, bi wêrekiya xwe ya di şer de bû milîtanekî pêşeng, bû fermandarek. Li Amanosan li gel fermadnarên hêja yên mîna Dilşêr Herekol û Bedreddîn Amanos xebitî û têkoşiya. Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bû, van fermandarên me yên hêja li heman çeperê şer kirin û heta nefesa dawî ji nirxên azadiyê tawîz nedan. Hevrêyê me Kemal ku gihîşt asta şehadetê, weke hevrêyên wî, em sozê didin wî ku armancên wî pêk bînin.

RUSTEM EFRÎN

Hevrêyê me Rustem li navçeya Cindirêsê ay Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî ji dema destpêkê ya têkoşîna me ya azadiyê ve Partiya me nas kir. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Rustem hîn di zarokatiyê de berê xwe bide Partiya me û gerîlayan ku hêza wê ya pêşeng e. Hevrêyê me Rustem ku li nava gund, bi çanda kûr a xelkê me yên Efrînê mezin bû, di kesayetiya xwe de ev çand nîşan da. Hevrêyê me Rustem ku bi rengekî pak, xwezayî, durust mezin bû, dema ku li gund şivantî dikir, ji heybeta çiyayên Amanosê bi bandor bû, hebûna gerîlayên Kurdistanê yên li Amanosan hem bawerî da wî hem jî ji bo wî bû navendeke balkişandinê. Ji ber vê yekê hîn ji zarokatiyê ve gelekî dixwest tevlî nava refên grîla bibe. Bi saya dilê xwe yê pak, bêteredût li benda roja pêkanîna vê armanca xwe ma. Bi despêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re weke ciwanekî Kurd bi berpirsyariya li pêşberî gelê xwe, tevlî nava karên şoreşê bû. Destpêkê cihê xwe di nava karên ciwanan de girt, piştre ev kar ji bo xwe têrker nedît û têkoşîna xwe mezintir kir. Ji ber ku çeteyan çav berdan destketiyên gelê me û hewl dan komkujiyan li gelê me bikin, hevrêyê me Rustem dest bi wezîfeya parastina gelê me kir. Di şerê dijî çeteyan de bi wêrekî û fedakariya xwe li pêş bû û di demeke kurt de bû fermandar. Hevrêyê me Rustem di şerê giran de bû xwedî tecrûbeyeke mezin û ev tecrûbeya xwe jî bi hevrêyên xwe re prave kir. Her wiha di dema şer de şahidî ji lehengiya gelek hevrêyan re kir. Bi taybetî kete bin bandora sekna jiyanê, hevrêtî û rêbaza fedaî ya hevrêyekî me ku pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya gelê me re dikir. Ji bo hêjayî van hevrêyan bibe û têkoşîna wan dewam bike, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Rustem bi dilsoziya bi armanca xwe ya zarokatiyê di sala 2016'an de tevlî nava refên gerîla bû. Her wiha gelekî kêfxweş bû ku xwe gihand Amanosan ku ev yek daxwaza wî ya zarokatiyê bû. Tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Amanosan wergirt. Hevrêyê me Rustem ev avantaj baş bi kar anî û bi alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de bû milîtanekî Apoyî yê şareza. Bi wêrekî, daxwaza lêdana li dijmin û hewldanên pêşengiya têkoşînê li nava hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Ji Skenderûnê heta bi Samandagi, hevrêyê me Rustem li gelek qadan wezîfe kir, roj bi roj xwe di gerîlatiya serdema nû de bi pêş ve bir û gihîşt asta fermandarê tîm. Ji ber ku baş bi qada Amanosê zanî bû, li her qada ku lê ma pêşengî kir. Li dijî operasyonên dijmin bi serweriya xwe ya li ser qadê, sekna xwe ya xwînsar û baweriya xwe ya bi serketinê çalakiyên bi bandor kir û kir ku dijmin derbên giran bixwe. Hevrêyê me Rustem ji ber ku ji zarokatiyê ve kesayetiya xwe li ser bingeha kedê ava kir, li nava refên gerîla jî ev taybetmendiya wî li pêş bû. Li ku derê karekî zehmet hebûya xwe ji bo wî karî pêşniyar dikir, bi vî rengî fermandariya xwe bi serketî bi cih dianî. Tevî ku li dibistanên rejîma Baasê nexwend jî bi kesayetiya xwe ya jêhatî xwe bi pêş ve bir. Perwerdeya Partiyê li gel derfetên kêm jî wergirt û xwe ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş ve bir, berê xwe da armanca azadiya gelê me. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bo vê divê dewleta Tirk a mêtinger teqez bê têkbirin û li ser vê bingehê tevlî pratîkê bû. Fêhm kir ku Şoreşa Kurdistanê tenê bi vî rengî dikare pêk were, di vê oxirê de pê bawer kir ku divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin. Bi qasî kûrbûna xwe, bi kesayetiya xwe têgihiştî bû milîtanek ku ji bo hevrêyên xwe bû mînak. Di 3'ê Cotmeha 2020'î de di êrîşên dijmin de şehîd bû û tevlî nava karwanê nemiran bû.

Di serî de malbatên hêja yên ku ewladên hêja yên mîna hevrê Kemal û Rustem mezin kirin û tevlî nava têkoşîna azadiyê kirin, bila serê xelkê Efrînê yê welatparêz û tevahiya gelê me yê Kurdistanê sax be."