HPG'ê 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya şehîdên Mêrdînê eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Baz û Kawa bêyî dudilî bi rengekî efsanewî li ber xwe dan û derbên giran li artêşa mêtinger xistin."

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 10'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 4'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kir û di dema operasyonê de hevalên me Baz û Kawa şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baz Mordem Torî

Nav paşnav: Halîl Yildirim

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Hanîfe-Tahîr

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Hezîrana 2020'an / Mêrdîn

Nasnav: Kawa Dogan

Nav paşnav: Serkan Tûtak

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Hasîna-Abdulbakî

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Hezîrana 2020'an / Mêrdîn

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dîroka lehengan e ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê di nava her şert û mercên giran de berxwedaneke destanî nîşan dane. Li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta TC a faşîst û mêtinger, dîroka dewamkirina berxwedan û sekan bi rûmet e. Ewladên gelê Kurd sînorên ku sîstema emperyalîst di nava wan de xêz kir, pozîsyona mêtingeriyê ya li gelê me rewa dîtine ti carî qebûl nekirin û berê xwe dan nava refên gerîla. Bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo dîroka gelekî ji nû ve nivîsandin.

Hevrêyên me Baz û Kawa ku parçeyek ji jiyana PKK'ê bûn ku temsîla rastiya herî pêşketî ya dîroka mirovahiyê dike, di 4'ê Hezîranê de di encama êrişa dewleta TC a faşîst dagirker de bi rengekî bi rûmet tevlî karwanê nemiran bûn. Hevrêyên me Baz û Kawa, tevî ku dijmin bi sedan leşkerî û teknîka giran bi ser wan ve çû, kêliyekê jî teredût nekirin û bi rengekî efsanewî li ber xwe dan, derbên giran li artêşa mêtinger xistin. Di şerê dema operasyonê de artêşa TC a dagirker li pêşberî berxwedêriya xurt a ruhê milîtan ê Apoyî derbeke giran xwar. Hevrêyên me ku heta kêliya dawî ji berxwedanê venegeriyan, li dijî dewleta TC a dagirker bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me ku bi berxwedana xwe bûn efsane, bersiva herî zelal dan dagirkeran.

Dewleta TC a mêtinger her çend bi rêya medya xwe hewl dide rastiya berevajî bike, şensê xwe nîne ku li hemberî gerîlayên azadiyê bisekine. Berxwedana hevrêyên me Baz û Kawa ev rastî careke din destnîşan kiriye. Gerîlayên azadiyê di her şert û mercî de wê xaka pîroz a Kurdistanê û gelê Kurd biparêzin, bi xeta fedayî û milîtanî wê bersiva pêwîst bidin hêzên dagirker.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Baz û Mordem ên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê xwedî li berxwedana bi rûmet a şehîdên leheng derkevin û têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin."