HPG'ê 2 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên di 19'ê Mijdara 2019'an de li herêma Heftanînê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê bîranîna wan bi serketinê tacîdar bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Di 19'ê Mijdara 2019'an de ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 hevalen me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Reşît Bedran

Nav paşnav: Bariş Çinar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Lamîa-Mûzaffer

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

Nasav: Reşît Tolhildan

Nav paşnav: Mehmet Kara

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Saîme-Ferzende

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

Hevrêyê me Reşît Bedran li nava malbateke welatparêz a li Botanê mezin bû û hevrêyekî me ye ku ji xizmên wî yên nêz şehîd hene. Zû bi rastiya mîrateya şehîdan a têkoşîna azadiyê hesiya û xwedî ruhekî fedayî bû ku vê barê vê mîrateyê hilde ser milê xwe û di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Reşît serî li ber zext û zordariyê netewand, di nava her şert û mercî de bi nirxên xwe jiya û di vê oxirê de têkoşiya. Li dijî polîtîkayên dewleta TC a faşîst ên ji bo qirkirina gelê me, bi lehengî şer kir. Ji roja ku tevlî refên têkoşînê bû û pê ve xwe bi felsefeya Rêbertî perwerde kir û ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr kir. Hevrê Reşît bi fedakarî û germahiya xwe ya li nava jiyanê dihate naskirin û cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Heta kêliya ku şehîd bibe berpirsyarî û wezîfeyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî.

Hevrêyê me Reşît Tolhildan di sala 1996'an de li navçeya Qereyazî ya Erzîromê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û zû bi zîhniyeta qirker û karakterê mêtinger ê sîstema dewletê hesiya. Li ser vê bingehê di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Reşît ku dilsozê şehîdan bû her kêliya xwe bi bîranîna wan jiya û ji bo mîrateya şehîdan biparêze bêrawestan li dijî dijmin bi rengekî fedayî têkoşiya. Bi dilê xwe yê paqij û ciwan, bi rûyê xwe yê li ken cihê xwe di nava hevrêyên we de girt. Hevrê Reşît ku her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir, li ser bingeha dilsoziya bi Rêbertî, Şehîdan û gel re li refên herî pêş li dijî dijmin şer kir.

Hevrêyên me Reşît Bedran û Reşît Tolhildan ên şehîd bûn, weke şopdar û afirînerên ruhê fedayî yê PKK'ê di nava têkoşîna me de roleke mezin lîstin. Li ser vê bingehê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd re em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."