HPG: Di nava hefteyekê de 59 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 59 leşkerên Tirk di çalakiyên gerîlayan de hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîla li navçeyên Çelê û Şemzînan ên Colemêrgtê û navçeya Cîzîr a Şirnexê li dijî leşkerên Tirk çalakiyên bi ‘bandor’ lidarxistine.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxist. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyên wiha ne;

LI GIRÊ KOORDÎNE 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me roja 8’ê Îlonê seat 08:00’an de li dijî leşkerên Tirk ên li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de çeperên dijmin bû hedef, çeperek hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin.

LI ŞEMZÎNANÊ 4 ÇEPERÊN DIJMIN HATIN RÛXANDIN

Roja 9’ê Îlonê seat 15:30’an de hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên li girê Şikerê Spî yê herêma Gelîşîm ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û 4 çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal bidest neketin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker herêm bi obus û topên hawanan bi rêk û pêk topbaran kir.

LI CIZÎRÊ WESAYÎTA TÎPA EJDER HATE RÛXANDIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 8’ê Îlonê seat 10:30’an li dijî 2 wesayîtên zirxî yên ku di navbera gundên Dader û Hesena yê navçeya Cizîr a Şirnexê dewriye digeriya çalakiyek lidar xist. Bi serketî li wesayîta zirxî ya tîpa ejder hate xistin û wesayît hate rûxandin. Di vê çalakiya bi bandor de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker seat 15:00’an de bi gelek wesayîtên zirxî hem enkaza wesayîtê û hem jî kuştî û birîndarên xwe rakirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên dewleta TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî êrîşên hewayî wiha ne;

Roja 8’ê Îlonê seat 20:00’an balafirên şer ên dewleta TC’ê ya dagirker bombe li herêma Mervanis ya herêma Avaşîn û herêma Saca ya herêmê Zapê barandin.

Roja 9’ê Îlonê balafirên şer di navbera seat 10:30-11:30’an de bombe li herêma Girê Hakkarî yê herêma Metînayê barandin.

DI ÇAPEMENIYA TIRK DE ÎDÎAYA ’35 GERÎLA’ DEREW E

Îro malpera fermî ya Wezareta Karê Navxwe ya dewleta Tirk û medyaya şerê taybet ragihandin ku vê heftiyê 35 gerîla şehîd bûne. Daxuyaniya ku dane ti têkiliya xwe bi rastiyê re tine, bi temamî xwe dispêrê şerê psikolojik.

DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 59 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Vê heftiya dawî li Colemêrg û Amedê bi giştî 5 hevalên me şehîd bûne û ev agahî bi raya giştî re hatine par ve kirin. Her wiha vê heftiya dawî hêzên me 22 çalakî pêk anîne, 59 leşker hatine kuştin, 3 wesayitên zirxî hatine rûxandin û 10 çalakî bi berfirehî ji aliyê me ve hê nehatine zelalkirin.

PROPAGANDAYA LI SER DEREWAN

Artêşa dagirker a TC’ê û dewleta wê bi rê û rêbazên şerê taybet bi nûçeyên derew dixwazin raya giştî bixapînin. Artêşa dagirker a TC’ê ku ji bejahiyê ve nikare li dijî gerîla şer bike, her roj çiyayên Kurdistanê bombe dike. Her dema ku êrîşa hewayî tînin behsa windahiyên me dikin. Divê hemû raya giştî baş bizanibe, hemû gotinên dewleta Tirk û artêşa wê propagandaya li ser derewê ye, bi vê hêzên ku qels bûne û nikarin şer bikin, serneketina xwe dinixumînin."