HPG: Derb li dagirkerên li Metînayê hate xistin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de 11'ê Gulanê li Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de hêzên me 11'ê Gulanê saet di 09:30'î de li dijî komek ji dagirkerên li ser Girê Şehîd Serhat ê li herêma Metînayê li dar xistin. Di v^eçalakiyê de derb li koma dagirker hatiye xistin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ Û BOMBARDÛMAN

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Agahiyên berfireh ên li ser van êriş û bombardûmanê wiha ne:

11'ê Gulanê saet di 12:30, 13:30 û 20:10 de Girê Zendûra yê herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

11'ê Gulanê saet di navbera 00:00 û 01:00 de Girê Zendûra û qada Kêste yên li herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

11'ê Gulanê saet di 18:30'î de Geliyê Avaşînê yê li herêma Avaşînê bi balafirên şer 3 caran hate bombekirin.

11'ê Gulanê saet di 18:20'î de qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

12'ê Gulanê saet di 01:30'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

12'ê Gulanê saet di navbera 04:20 û 06:00 de li qadên Qela Bêdewê, Tîpa T û Kinyanîşê yên herêma Zapê helîkopter tevgeriyan. Heman demê li qadên  Tîpa T û Kinyanîşê bi helîkopterên êrişê bombardûman hate kirin.

Ji ber van bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."