HPG: Dagirkerên xwestin bikevin tûnelên şer hatin têkbirin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker xwestin bikevin tûnelên şer ên qada Girê Sor a herêma Avaşîn, li ser têkoşîna gerîla neçar man ku qedemeyek xwe paş ve bidin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê agahî da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê;

17'ê Tîrmehê saet 06:30'an li dijî dagirkerên ku dixwazin li rêzeçiyayên Cîloya Biçûk bi cih bibin bi çekên giran çalakiyek hatiye kirin.

Piştî çalakiyê dagirkeran xebata çêkirina mewziyan sekinandine.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê;

16'ê Tîrmehê saet 11:00'an artêşa TC'ê ya dagirker xwestiye êrîşê bibe ser tûnelên şer ên li qada Girê Sor. Piştî ku hêzên me ji nêz ve mudaheleyî wan kirine dagirker bêgav mane ku hinekî bi paş ve biçin.

16'ê Tîrmehê saet 16:00'an dagirkeran xwestine ku teqemeniyan li tûnelên şer ên li Girê Sor bi cih bikin, hêzên me mudaheleyî wan kirine. Hin ji teqemeniyan hatine îmhakirin û hêzên me dest li ser teqemeniyên din danîne.

16'ê Tîrmehê saet 02:10'an artêşa TC'ê ya dagirker bi teqemeniyê êîş biriye ser tûnelên şer ên li Werxêlê.

Bi helîkoptêr û balafirên şer êrîş çûye ser qadên Avaşîn û Zapê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

16'ê Tîrmehê di navbeyna saet 23:30 - 01:00'an de li qadên Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman yên herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran çêbûye û qada Stûna bi helîkoptêrên şer hatiye bombekirin.

16'ê Tîrmehê saet di navbenya 23:00-01:00'an de li qada Herfa T'yê ya Zapê tevgera helîkoptêran çêbûye û ev qad bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

17'ê Tîrmehê saet 09:30'an li herêma Zapê qada Cîloya Bicûk bi balafirên şer hatiye bombekirin.

17'ê Tîrmehê saet 09:30'an qada Sîda ya Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrîşan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.”