HPG: Cihê xwe di dîroka azadiyê de girtin

HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Alî, Reşît, Berxwedan, Canfeda û Sîrwan pêşengî ji berxwedana me ya azadiyê ya pîroz re kirin û cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi berdêlên giran û bi deh hezaran destanên lehengiyê gihîşt vê serdemê, vê demê jî li gel êrîşên giran meşa azadiyê dewam dike. Ev meşa azadiyê ya pîroz a bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng, rher roj mezin dibe, belav dibe û digihêje mirovahiyê. Êrîşên ku bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên me tê kirin, bi fedakariya hevrêyên me yên şehîd têne pûçkirin. Hevrêyên me Alî, Reşît, Berxwedan, Canfeda û Sîrwan sla 2016'an li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bedena xwe kirin sîper, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me pêşengî ji berxwedana me ya azadiyê ya pîroz re pêşengî kirin û cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin.

Hevrêyên me Alî, Reşît, Berxwedan, Canfeda û Sîrwan weke ewladên herî leheng ên gelê me ji bo azadiya gelê me erka xwe ya pêşengiyê bi cih anîn. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Alî Şêr
Nav paşnav: Hamdûllah Aba
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ayşe-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Reşît Cûdî
Nav paşnav: Ridvan Bayar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Metîn
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Berxwedan Amed
Nav paşnav: Firat Can Arslan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Yildiz-Edîp
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Canfeda Bismil
Nav paşnav: Ferhat Sarûhan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Kader-Askerî
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sîrwan Dalaho
Nav paşnav: Ferşad Heyderî
Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah
Dayik-Bav: Mûrevet-Cîhangîr
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ALÎ ŞÊR

Hevrêyê me Alî li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Hevrêyê me bi hestên bilind ên welatparêziyê û hezikrina welat a xelkê Mêrdînê mezin bû, hem rastiya gelê xwe hem jî ya welatê xwe hîn di zarokatiyê de hîn bû. Li nava derdoreke di bin bandora Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de mezin bû. Ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me Alî xwe nêzî gerîla bike. Weke ciwanekî Kurd kete nava lêgerînê, serê xwe li ser pirsgirêkên civakî êşand û li Semsûrê li beşa aborî ya zanîngehê xwend. Dema li dibistanên sîstemê dixwend, ji ber ku nikarîbû bi zimanê dayikê bi Kurdî bixwanda û her sibehê sond bi ciwanên Kurd dihate xwarin ku hebûna xwe diyarî hebûna Tirkan bike, hevrêyê me Alî kete nava nakokiyan. Nakokiyên xwe yên li ser mijarên hebûn û nasnameya gelê Kurd li vê derê kûrtir bû, baweriya xwe pê anî ku divê hîn bi çalak têbikoşe. Li ser vê bingehê tevlî karên ciwanan ên şoreşgerî bû, cihê xwe di nava tevgera serhildanê de girt û dawî li xwendina li dibistanên dewleta Tirk anî, weke ciwanekî Apoyî berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anî. Hevrêyê me Cîgerxwîn ku pismamê wî bû, di sala 2013'an de şehîd bû û vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Alî kir. Hevrêyê me Alî gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîna xwe mezintir bike, sala 2014'an 19'ê Tîrmehê ku roja pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava ye, tevlî nava refên grîal bû û bi vî rengî destpêkeke bi wate ji bo xwe pêk anî. Têgihişt ku Rêber Apo dengê azad ê gelên cîhanê ye, rastiya wî fêhm kir û dît ku azadiya Rêber Apo azadiya gelên bindest, azadiya gelê Kurdistanê ye. Pê bawer kir ku pirsgirêkên civakî hemû bi baweriya bi îdeolojiya Apoyî, bi fêhmkirina vê felsefeyê û hewldanên bi wijdan dikarin bêne çareserkirin. Anî ziman ku jiyana gerîla şênberiya vê yekê ye û dema ku tevlî nava refên gerîla bû mîna zarokekî nû çavên xwe li cîhanê vekir nefes stand û kêfxweş bû. Xwest ku ciwanên Kurdistanê hemû rastiya dijmin bibînin, li dora Rêbertî bicivin û ji bo azadiya gelên cîhanê û çandan têbikoşin. Hevrêyê me Alî li herêma Avaşînê dest bi gerîlatiyê kir, dersên destpêkê yên jiyana bingehînî ji vir wergirt, roj bi roj xiste meriyetê û xwe perwerde kir. Hevrêyê me Alî ku di demeke kurt de bû gerîlayekî xwedî tecrûbe, her kar bi serketî bi cih anî. Heta roja ku şehîd bibe ji eşqa li jiyana azad, ji coşa ciwantiyê, ji hêrsa li dijî dijmin û ji baweriya bi serketinê ti carî tawîz neda. Bi sekn, têkoşîn û tevlîbûna xwe weke milîtanekî Apoyî yê mînak tevlî nava karwanê şehîdan bû.

REŞÎT CÛDÎ

Hevrêyê me Reşît li Silopiyayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi çanda berxwedêriyê ya Botanê mezin bû. Ji ber ku li nava derdoreke çalak a têkoşînê û welatparêziyê bû, hîn di ciwantiyê de bû xwedî hişmendiyeke welatparêz. Polîtîkaya dewleta Tirk a qirker a ji bo dûrxisitna ciwanên Kurd ji têkoşînê, zû fêhm kir û ji bo li ber vê siyaseta qirkirinê rabe sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi coşeke mezin berê xwe da çiyayên azad û li perwerdeya bingehîn a partiyê serketineke cidî bi dest xist. Di perwerdeyê de dîroka xwe, lewma jî xwe nas kir. Ji bo bibe gerîlayekî şareza bi girîngiyeke mezin nêzî perwerdeyên leşkerî bû, weke milîtanekî Apoyî rola xwe ya pêşengiyê di hunera leşkerî de kûr kir û hewl da bi vê rola xwe tevbigere. Rêbaza têkoşînê û jiyana şoreşgerî ya fermandarê me yê efsanewî hevrêyê me Reşît Serdar timî bala wî kişand, ji bo bibe xwedî heman rêbaza têkoşînê gelekî hewl da. Di demeke kurt de guhertinên mezin di kesayetiya xwe de pêk anî û li ser taktîkên gerîla yên profesyonel kûr bû. Bi enerjiya ciwantiyê li herêmên herî zehmet ên Zagrosan tevlî kar bû û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Reşît li warê Reşît Serdaran li Zagrosan weke şervanekî ciwan cihê xwe kir û hewl da dilsozê bîranîna hevrêyên şehîd be û armancên wan pêk bîne. Ji bo polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a Mêtinger parçe bike, ku di şexsê gerîlayêna zadiyê de li gelê me ferz dike, ji bo gelê me bigihêje azadiya ku mafê xwe ye, bi rengekî bêhempa ked da û wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî. Hevrêyê me Reşît di meşa gerîlatiyê de weke navê xwe bi berxwedana xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Keda bêhempa ya hevrêyê me Reşît a li nava têkoşînê ji bo me hevrêyên wî temînata serketinê ye.

BERXWEDAN AMED

Amed ku navenda welatparêzî û serhildanên Kurdistanê ye, ev taybetmendiya xwe ji berê ve parastiye û div ê serdemê de gihandiye asta bilind. Xelkê me yê Amedê ku bi baweriyeke mezin bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ve girêdayî ye, gelek ewladên xwe yên leheng tevlî vê têkoşînê kiriye. Hevrêyê me Berxwedan jî li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Li hemberî polîtîkayên dijmin ên înkar, îmha, asîmîlasyon û qirkirina gelê Kurd, timî têkoşiya. Hevrêyê me Berxwedan ku neçar ma li dibistanên sîstemê bixwîne, li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin serî netewand, lewma jî ji aliyê dewletê ve ji dibistanê hate avêtin. Li ser vê yekê têkoşîna xwe hîn çalak kir û beşdarî nava karên ciwanan bû. Ji ber dewamkirina komkujî û zexta dijmin a li ser gelê me, hevrêyê me Berxwedan gelekî bi hêrs bû. Herî dawî piştî ku dijmin bi wesayita zirxî hevalê wî yê herî nêz eciqand û di encamê de jî hevalê wî şehîd bû, hesta tolhildanên li gel hevrêyê me Berxwedan zêdetir kir. Hevrêyê me Berxwedan baweriya xwe pê anî ku rêya herî bi bandor a têkoşîna li dijî dijmin û di şexsê hevalê xwe yê şehîd bû tola şehîdan hemûyan hilîne, tevlîbûna li nava PKK'ê ye. Lewma jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Berxwedan di demeke kurt de li çiyayên Kurdistanê gelekî bi pêş ket û di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir. Hevrêyê me ku her kêliya jiyana xwe bi hesta tolhildanê jiya, hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me ku xwedî enerjiyeke bêdawî bû, di her kêliyê de xwe perwerde kir û ev yek di pratîkê de bi karên xwe nîşan da. Li Avaşînê beşdarî gelek çalakiyan bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi serxistina çalakiyan nîşan da. Bi vî rengî bû mînak ji ciwanên Kurdistanê re û ispat kir ku hesta tolhildanê ya li dijî dijmin bi tevgera tolhilanê PKK'ê şênber dibe. Hevrêyê me Berxwedan ku xwedî tevlîbûneke xurt bû, bi sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Weke milîtanekî Apoyî yê mînak tevlî nava karwanê şehîdan bû.

CANFEDA BISMIL

Hevrêyê me Canfeda li navçeya welatparêz a paytexta Kurdistanê Amedê li Bismilê ji dayik bû. Li nava malbateke welê ya welatparêz mezin bû ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas dikir, bi dehan şehîdên xwe heey û berdêlên giran da. Hevrêyê me Canfeda ji zarokatiyê ve rastiya dijmin ê mêtinger û şerê azadiyê yê gelê me ji nêz ve nas kir, li dijî rejîma dewleta Tirk a qirker bû xwedî hêrseke mezin. Piştî ku gihîşt temenê ciwantiyê û xwe nas kir, kete nava lêgerînê û beşdarî nava karên ciwanan ên Apoyî bû. Weke ciwanekî Kurd li her derê bi rengekî çalak tevlî kar bû. Ji ber ku hin ji hevrêyên me yên ji malbata hevrêyê me Canfeda li zindanê dîlgirtî ne, vê yekê bandor li hevrêyê me kir û baweriya wî ya ji bo mezinkirina têkoşînê xurtir kir. Ji ber ku zanîbû dewleta Tirk a mêtinger ji bilî înkar û îmhakirina gelê Kurd wê siyaseteke cuda nemeşîne, biryareke mezin da û sala 2015'an tevlî nava refên grîla bû. Hevrêyê me Canfeda li xaka ku lê ji dayik bû tevlî nava refêng erîla bû û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vê derê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû û derbasî pratîkê bû. Li qada Cîloyê ku bi şert û mercên xwe yên giran tê naskirin, beşdarî pratîka şer bû, xwe di nava pratîkê de perwerde kir û bû gerîlayekî şareza. Bi dilxwazî bi jiyana gerîla ve hate girêdan, bû heyranê hevrêtiya PKK'ê û hewl da xwe bike hevrêyekî bilind ê Apoyî. Li ser bingeha îdeolojiya Apoyî bi guhertina fikir, uslûb û sekna xwe hewl da xwe ji nû ve biafirîne û bû ciwanekî Kurd ê mînak. Li eyaleta Cîloyê dema hewl dida li ser xeta Rêbertî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.

SÎRWAN DALAHO 

Rojhilatê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de ji bo parastina nasname, ziman û nirxên xwe bi israr bûye û ji bo vê têkoşîn daye meşandin. Ji ber êrîş, dagirkerî, zext û îstîsmara gelek dewletên mêtînger tu carî gelê me yê Rojhilat gav paşde neavêtiye û di kurdbûna xwe de israr kiriye. Ji Qazî Muhammed heta Qasimoyan, ji fermandarê me yê nemir Simko Serhildan heta bi sedan şehîdên me yên leheng ku şopdarên wî bûn, bi saya lehengên ku ji hembêza xwe derxistiye, ev kevneşopiya berxwedanê domandiye. Bi taybetî di pêvajoya komploya navneteweyî de xwedî li Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê derketin, gelê me yê Rojhilat ku serhildanên fedaî pêş xist, bertekeke ku hemû mêtîngeran rawestandiye derxistiye holê. Bi sedan ciwanên Rojhilatî ji bo hesabê vê komploya qirêj bipirsin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û nava refên PKK'ê. 

Ev helwesta bi rûmet di nava ciwanên Rojhilat de bûye kevneşopî û her tim tevlî nava refên şoreşê bûne. Yek ji şopdarên vê kevneşopiyê hevrêyê me Sîrwan bûye. Hevrêyê me Sîrwan li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwedîderketina gelê Rojhilat a ji bo nirxên civakî û welatparêziyê, hişmendî û kesayeta hevrêyê me Sîrwan ava kiriye. Hevrêyê me Sîrwan ku dilê wî tijî azweriya tolhildana ji mêtîngeran e, tu zilma ku li gelê Kurd hatiye kirin ji bîr nekiriye û ketiye nava lêgerîna tolhildanê. Hevrêyê me Sîrwan ku bi vê hişmendî û hestê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber ku Kurdekî çiyayî bû, di entegrebûna bi çiyayên Kurdistanê û jiyana PKK'ê de tu zehmetî nekişand. Di dewreyê de li ser bingeha jêhatiya di îdeolojiya Apoyî û gerîlatiyê de erkên xwe bi awayekî serketî pêk aniye. Dema li herêma Zapê bi erka xwe radibû, bi lehengî li dijî hêzên dagirker ên ku hatibûn operasyonê şer kir, tevlî karwanê şehîdan bû.”