Gerîlayên HPG bi çalakiyan derbasî sala nû bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di sala nû de li dijî artêşa Tirk rêze çalakî kirine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Cizîrê bi balafirên keşfê bi 5 bombeyan çalakî hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên şeva sersalê agahî da.

Li gorî daxuyaniyê; gerîlayên Azadiya Kurdistanê 1'ê Çile li dijî artêşa TC'ê ya dagirker li Şirnex, Colemêrg û Îdirê çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên hêzên me ku di sala nû de ji bo ku gelê me û berxwedêrên dijî faşîzmê silav bike, wiha ne:

Saet 00.00'an hêzên me li Cizîr û Silopya ya Şirnexê li dijî baregehên artêşa TC'ê bi taktîk û teknîkên nû yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakî kirine. Bi vê çarçoweyê 2 bombe bi ser Avahiya Emniyetê ya Cizîrê de, 1 bombe bi ser Lojmanên Fermandariya Jandarma ya Cizîrê de û 2 bombe bi ser Tabûra Hacilar a Silopya de, bi tevahî 5 balafirên bi bombe şandine. Hatiye dîtin ku balefiran bi serkeftî li hedefên xwe dane. Di her sê çalakiyan de agahî hatiye standin ku kuştî û birîndarên dijmin hene, lê encamên teqez hê nehatine zelalkirin.

Her wiha saet 00.00'î hêzên me li li dijî artêşa TC'ê ya li Girê Koordîne ya Çelê ya Colemêrgê çalakî kirine. Di çalakiyê de mewzî û stargehên dijmin bûne hedef, hejmara kuştî û birîndarên dijmin diyar nebûye.

Bi roj saet 12.00'an hêzên li Îdirê li dijî artêşa TC'ê ya li Qereqola Korxanê çalakî kirine. Di çalakiyê de bi serkeftî derb li mewziyan û kûleyan ketine, kuleyek bi temamî hatiye xwarê û diyar bûyî 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê wesayitên zirxî ku hatin mudaheleyî qada çalakiyê bikin û leşkerên dijmin bûne hedef. Hêzên me li dijmin reşandine û ji yekîneyên dijmin 2 leşker hatine kuştin. Hêzên dagirker piştî derbên ku xwarin bi desteka helîkoptêrên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

Rêveberiya şerê taybet a Tirk nûçeyên derew serwîsî çapemeniyê kiriye û hewl daye ku çalakiyên li Cizîrê û Silopya û hem jî encamên çalakiya Îdirê ji raya giştî veşêre. Weke çapemeniya şerê taybet ragihandî li Cizîr û Silopiya balefir nehatine xistin, tam li hedefên xwe dane. Her wiha li Îdirê jî di çalakiyê de, ku gerîla bi taktîka afrîner pêk anî, li gel ku leşkerên TC'ê hatine kuştin jî medyaya AKP'ê hewl dide ku encamên çalakiyê berevajî bike. Gelê me divê guh nede nûçeyên derewîn ên dijmin.”