HPG: Berxwedana li Avaşînê dewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di nava du rojên dawî de dewleta Tirk 17 caran li qada Werxelê ya Avaşînê gazên bi jehr bi kar tîne û destnîşan kir, ku bi destwerdana gerîla, dagirker neçar man xwe vekişînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî rewşa dawî ya li Avaşîn, Garê, Zap û Metînayê daxuyaniyek da.

AVAŞÎN

Daxuyanî wiha ye:

"Li qada berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê;

4'ê Îlonê saet di navbera 19:30-21:10 û 5'ê Îlonê saet di 07:00 de artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi teqemenî û gazên bi jehr êriş bir ser qada berxwedanê ya Werxelê. Piştî bombardûmana giran, dagirkeran hewl dan ber bi qada berxwedanê ve biçin. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re bêencam man û vekişiyan.

Li qadên berxwedanê liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê dewam dike.

GARÊ

4'Îlonê saet di navbera 09:30-10:00 de li qada Garê gundê Gûzê û qada Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin.

4'ê Îlonê saet di navbera 23:20-01:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman geriyan.

ZAP

4'ê Îlonê saet di navbera 09:30-19:30'î de li herêma Zapê qadên Çemço û Gundê Rênçbiraxa ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

METÎNA

4'ê Îlonê danê êvarê li herêma Metînayê quntara Girê Zendûrayê û li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundê Hirorê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

5'ê Îlonê saet di 08:30'î de qada Çiyayê Reş a li herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin."